Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fenomen û fenomenolojî - tirşik
fenomen û fenomenolojî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Du wateyên têgeha fenomenê hene:



Yek jê ravekirina rewşeke ketûber, kêmterwende ya jî neadetî ye ku em dikarin bi navgîniya sehekên xwe wan têbigihên. Li derdora me diqewimin ku mere dikare govaniya prosesa diyarbûna wan bike. Ser meselê rizandina darekê, kurmîbûna sêvekê ya jî hatina berf û baranê. Herwiha dîsan ji ber terwendiya xwe ya jî neadetiya xwe ji bo mirovên ku xwediyê tesîr û reweşeke cuda ne jî tê bikaranîn, bo nimûne kesayetên tevgera kurdî ji bo gellek kesan fenomeninên qerase ne.



Ya duyem ji ya yekem cuda ye û di warê felsefeyê de weke zanistekê ya jî rêbazekê li kar e ku jê re tê gotin fenomenolojî. Her tiştê ya jî her heybera ku mere dikare bi navginiya sehekên xwe têbigihê bi xwe çarçoveya fenomenê rahî me dide. Li gor vê rêbazê dinyaya derveyî me ji me ne serbixwe ye û têgihiştinekê wê ya teqez nîn e ango têgihiştineke îzafî ye.



Cara pêşî Hegel di kitêba xwe ya bi navê “Fenomenolojiya Hişî” de di sala 1807an de bi kar aniye. Kant jî bi têgeha fenomenê serî êşandiye û dibêje ku têgihiştinên cihêreng di barê alema derveyîn de hene ku em ê bi tu awayî nizanibin di heqê heyberekê de kîjan têghiştin ya rastîn e. Kant beravajî têgeha fenomenê têgeha numenê jî dest nîşan dike û dibêje ku ji têgihiştinên me wêdetir her tişt an jî heyberek di puxteya xwe de xwediyê wateyeke teqez e.



Helbet yê ku rêbaza fenomenolojiyê ji xwe re kiriye kul û derd Edmund Husserl e. Li gor Husserl zanînên me yên li ser hemû heyberan an tiştan ku ji hêla şiûra me hatiye avakirin beyî ku em bidine ber pirsan me pejirandiye. Husserl dibêje ku bi arîşe ye ku em rastiyên dinyaya xwe bi helwesteke xwezayî û beyî gumanbariyê bizanibin.



Di rêbaza Husserl de têgeha herî girîng “intentionality” ye. Li gor vê têgehê şiûra me hergav bi arastebûna tiştekî, bi têkiliya wî tiştî û bi bîrbirina wî tiştî heye. Ser meselê bîr an şiûra me bi bîrbirina darekê, çivîkekê, kevirekî heye. Bi rengekî din di têkiliya bîrê û heyberê de du tiştên cuda nîn e ango dema bîra me berê xwe dide kevirekî di vê berêxwedanê de weke du tiştên ji hev cihê “bîr” û “kevir” nîn e tiştek tenê heye. Loma cudahiya subje û objeyê nîn e ango gava ku bîr berê xwe dide heyberekê heye bi heman rengî bîr jî xwe di vê tekiliyê de pêk tîne. Ji ber wilo hemû heyber bi arastebûna ceribandinên me tên avakirin. Hingê wateya tiştekî an heyberekê ne di wê de di subjeyê de hewandiye ango yekser bi me mirovan re têkildar e.



Têgeheke din ya vê ekolê jî “xwekevanekkirin” e. Husserl amaje pê dike ku ji bo ku mere di barê tiştekî de zanîn an wateyekê hûr an ya herî ku ji rastiyê re kêrhati ye bi dest bixe divê em baweriyên xwe, ceribandin û zanînên xwe deynin qiraxekê ango têbixin kevanekekê.



Sedema ku Husserl bi rêbaza fenomenolojiyê re serê xwe êşandiye helbet tevliheviya felsefeya serdema xwe bûye. Di sedsalên 19. û 20. de di warê felsefeyê de ji ber ku ji her seriyekî sewtek hatiye Husserl xwestiyê fenomenolojiyê bike rêbazeke sereke ya felsefeyê. Hin kesan ji ber vê tevgera wî ramanên wî weke tiştên tewşo mewşo bi nav kirine lê kesên weke Heidegger û Sartre jî sûd jê wergirtine.



23.02.2016 09:12 ~09:16 | aryâspa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fenomenên ku li her derê xwarinê belaş dixwin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî