Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hezeyan
peyamên çepikkirî

98166. (bnr: delusion)
Baweriya bêbingeh, tevî ku hemî delîl berovajiyê dibêjin ew ji ya xwe nayên xar.
Hevalekî min yê ateîst hebû. Kurê bavek kurd daykek tirk bû. Ji çewligê bûn. Îca kurdbûn têrê nekir elewî hatibû dinyê.

Hingê her çend min xwe wek nûrcî dihesiband, min dizanî heman gû ye, neyse. Min xwe li deîzmê datanî jixwe ji hêla felsefê ve baweriya qederê a sinniyan û determinizma deîstan heman rê ye. Wexta mijar vedibû me heta serê sibeyan qala felsefê dikir, me gelek caran welat rizgar dikir. Feqîro, belengazo ji bilî min dûsê hevalên wî hebûn. Gava wî qala zaroktiya xwe dikir ricif diket canê min. Qala zarokên sinnî û tirk dikir ka çawa tahde li wan kiribûn. Me bi hev re darî fîlman dikir. Ji fîlmên tirsdêr pirr hez dikir. Em bi fantaziyên derhêneran dikeniyan. Ji hêla suhbetê ve mêjiyek bêhempa pê re bû lê dîsa jî zêde hevalên wî tine bûn. Bi rastî ne xema wî bû jî. Heke hêrs bû bêyî ti eşkera û ravekirinan carna disekinî deng jê dernedihat, carna jî hema radibû û diçû.

Piştî kutakirina fakultê me carcaran hevdû didît. Min pê dizanî ku di dema fakulteyê de wî antidepresan bikar dianî. Lê zêde tiştek seyr pêre tine bû. Rojek em li îstiklalê rûniştin. Wî ji xwe re bîrayek qandî serê min mezin xwest. Yê min nayê bîra min dibe ku çay an jî wîskî be. Ji bîrayê îmana min diçû, şerabek ji mêrdînê bihata min vedixwar, ku li derve bim min wîskî vedixwar. Neyse wî dest pê kir, qala nexweşiya xwe kir.

Di fakultê de jê re gotibûn tu di depresyonek kronik de yî, piştî mezûniyetê jê re gotne tu bîpolar î, dawiya dawî - ,kîja psîkîatrîst ji qûna xwe peyivî êdî nizanim- jê re gotne tu paranoîd şizofrenî. Lê ez bawer nakim, teqez bablekana rêjeya dermanan ew xistbû wî halî. Neyse.

Go -dêrqamij tu zanî, piştî çalakiya bezelê min got "ev karê herdû aliyan e, komplo ye", wêga helbest li ser min hat nivisandin, têde çêrî min dikin. Dawiyê ew helbest bû stran anha jî mît li pey min e.

Mi go -xêr e? kîja helbest? Kîja stran? Mît çima li pey helbestvan û stranvan nagerin ketne pey te?
Pariyek sekinî. Go
- mêze heke tu ji min bawer dikî em birayên hev in, kê derê te xwast ez ê bi te re bêm. Lê heke tu bawer nakî psîkîatr rast in, ez şîzofren im!
Wê demê ez di norolîjiyê de asîstan bûm.ez diçûm norweçê min dixwest ew jî bi min re were...

Bêyî ku aramî û hêsanî bidim dilê hevalê xwe, mi go
-heyran herkes carna bi hezeyanan dikevin, tu anha dermanan bikar tînî helbet ew dê tesîrên nebaş ser te hebin. Ku ez dûsê roj ranazam, yan min dermanên bêhişker bikaranî û ez ketim halusinasyon û hezeyanan, ma ez ê bibêjim ew rast bûn? Yan çîroka te ne temam e, tu ji min tiştek vedişêrî yan jî ez bawer nakim.

Dîsa wek şîrînê bihêrs go - dev jê berde ez şizofren im, tu çi dikî bike.

Çi bêjim ez mirov nebûm, qandî komunîstek bendeyê materyalizmê bûm. Qandî komunistek materyalist mir-hov bûm. Li hember hevalê xwe jî min heman beşa korteksê bikaranî bû. Ji devê min ti tiştek xweş derneketibû. Erê rast bû, ew hezeyanek temam bû. Lê min çima dixwest wî qanî bikim? Ew çi motivasyonek gemarî bû? Ma çênedibû min hema dilê wî xweş bikira û wek hergav me leqleq bikira. Tiştê ku wî diviya ew bû. Hinek bêhnvedan...

Ji min xeyidî 3-4 mehan me telefonî hev nekir. Dawiyê wî telefonî min kir, çêrên pirr giran li min kirin. Min bêhnek kûr stend, mi go
-temam, tu rast î. Ez bêwefa me. Ez sond dixwim ez ê êdî telefonî te bikim.

Ji hêlekî ve ez ditirsiyam, çend roj berê telefonî hevalek kiribû gotibû -tu li pey min xeberan digerînî ez ê bêm diyarbekir û te bikujim.

Du hefte ser telefona wî, hevalek telefon kir. Go husên xwe kuştiye! Li barrek kadikoyê vexwariye û xwe ji serbanî avêtiye xar.

Xwedê ez pir bêriya te û wan rojan dikim. Bêriya exlaqa te ya naîf û xwezayi dikim. Rojek hevala te ji te doza têkiliyê kiribû. Wexta te qalê dikir hêj rûyê te yê hêrsbûyî li ber çavên min e. Te gotibû- çawa yaw ewqas sal ez wê wek heval dihesibînim ew dixwaze di min nihe. Min di hundirê xweda gotibû -"xwedê tu ehmeq î, ma çima nabe. Vê zemanê ku herkes birçiyê seksê ye, tu çima nakî. Hadî ez wek her xortek kurd nîv sofî/sinnî, nîv apocî, nîv materyalîst bûm bi ser de desgirtiya min jî kurd bû. ma tu çima nakî?" Lê min ji te re gotibû - erê wele keçik bênamûsî kiriye...

(bnr: ax ûlan riza).



26.06.2013 22:46 | simurg56