1. bi qasê alîkarîkirina googlê, alîkarîkirina ji bo gelê kurd e jî. |
|
09.03.2016 22:23 |
simurg56
|
2. nizanim di çi astê de ye. |
|
10.03.2016 21:47 |
simurg56
|
3. tirki u Kurdî neyî baş çebuye lebele almanî u Kurdî pir baş dizîvîrênê |
|
10.03.2016 22:29 |
helik orimiyo
|
4. hefteya berê min jî di rojekî de 487 peyv û hevok wergerandibû. mixabin, ev hefteyek e ji ber karê, ez nikarim wergerandinê bidomînim. ha kurdiya min xirab e, îngilîziya min jê xirabtir e. ji ber vê yekê ew 487 peyv û hevok, min ji nav hezaran peyv û hevokan hilbijartibû. * ango hilmên xwe fire bikin birano, helbet hunê jî li gorî asta xwe çend peyvan karibin wergerînin. * ka ez kar û barên xwe sivik bikim, li gorî bernameyek taybet eZ ê li ser wergerandinê hûr bibim. |
|
10.03.2016 22:51 |
biruya hayao miyazaki
|
5. Kareke pîroz e. Willeh bavo min heta niha tenê 130 filan wergerandin lê ku ezmûna min derbas bibe înşileh ezê zêdetir wergerînim. Çi her kes jehatî ye lawo? |
|
11.03.2016 00:43 |
azadixwaz
|
6. ji bo berdewamiya xebatê lazim e ekîbeke were avakirin. heger ekîbek were avakirin kesên ku tê de cih girtine dikarin hevdu kontrol bikin. bi ya min heger tişteke werê pêk were wê berdewamî çê bibe û google'a kurdî wê baştir bibe. |
|
13.03.2016 20:25 |
kurê xelkê
|
7. mixabin bi qasê zanim rê nade kontrolkirina hevdû. |
|
13.03.2016 20:29 |
simurg56
|
8. A ku wê temambuna wê nuçeyeke xêrê be ji bo kurdî. Min jî heta niha 223 wergerandin. Hê riya me dirêj e lê ez bawerim wê bibe nesîbê me. |
|
13.03.2016 21:24 |
azadixwaz
|
9. wexta ji chrome'ê tirşik an jî malpereke din a kurdî vedikim dipirse "ev malper bi kurdî ye tu dixwazî wergerînî" pir kêfxweş dibim. werger hatiye wê astê ku êdî google zimanê kurdî bikaribe "nas" bike. |
|
15.03.2016 00:09 ~00:10 |
xidiran
|
10. kî ne çi kes in, bezê guhê bavê wan ji ku ye em nizanin, bi zimanekî çors wergerandine, kurdî bê xwedî ye |
|
16.03.2016 13:30 |
rojgar
|
11. min bi xwe têda sê hezar gotina wergerand kurdî lê dibînim kû bi sedan wek min pêwîst e. Dîsa jî divê ji derekî, kesekî dest pê ke. |
|
16.03.2016 21:49 |
kevirê aram
|
12. matematika min pir baş nîn e, lê ji min şitrê ev hevalên tenê li vir nivîsîne (tevî 500 hevok û peyvên min ên ji ingilîzî û ji tirkî) gere karîbûna ev xebat bidawî bikin..! gelo heman peyv û hevaokê bi çend kesan dide wergerandin ev google? |
|
20.03.2016 00:37 |
mervan rêzan
|
13. projeyek dûv û dirêj e. |
|
20.03.2016 21:30 |
simurg56
|
14. mimkun e, li tirşikê çend rojan carekî tirşikvan bicivin û çend seatan bi vê karê ve mijûl bibin. bi riya skype jî hal û wext li hev bipirsin, alîkarî ji hev bixwazin û hwd. ewê bibe motîvasyonek xweş. |
|
20.03.2016 21:56 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Xebateke pîroz e. Divê em tevde pêk bînin. |
|
22.03.2016 07:28 |
gumgumok
|
16. |
|
31.03.2016 12:55 ~13:03 |
gumgumok
|
17. kareke giring û pêwîst e. li cem min jî û bawerim li cem her kesî wisa ye. bawerim ji ber rewş û kêmbuna wergera kurdî hê beşên din nehatine aktîf kirin. |
|
31.03.2016 13:05 |
azadixwaz
|
18. xizmeta ku vê gavê tenê vebijêrka translate'ê yanî ya wergerê dide kurdî. ger wergera kurdî têra xwe berhev bibe, ez bawer im wê yên din jî vebin. |
|
31.03.2016 22:34 |
simurg56
|
19. Projeyeke pîroz e û çend pirsên min hene. |
|
21.11.2016 15:22 |
gumgumok
|
20. Ez pirî caran di wergerên xwe de cînavan bi kar diînim. Ji xwe heke mirov cînavan bi kar neîne, hevok piçekî kêm dimîne. |
|
21.11.2016 19:21 |
sloujouc
|
21. çend badînî dixwazin mîna kurmancî û soranî, wergereke bi navê badînî jî vebe, qey motîvasyona wan ji ber alfabeyê ye. yên "horamî" jî werger xwestine. min kesekî dît ku qala kirîlî jî kiriye. |
|
13.02.2018 16:17 |
biruya hayao miyazaki
|
22. Karekî girîng e û divê newê jibîrkirin. |
|
24.03.2018 01:58 ~01:58 |
gumgumok
|
23. Îda derbasî asteke dî bûye. Heta niha tenê beşa "wergerîn"'ê hebû. Lê beşa "sererastkirin"'ê nebû. Îda ev beş jî vebû. Sed carî ser xêrê be îşellah. |
|
01.04.2018 13:51 ~13:53 |
gumgumok
|
24. (bnr: crowdsource) |
|
17.05.2018 15:43 |
gumgumok
|
25. Karekî gelekî pîroz e. Bi xwe qels be jî werdigerînim. Dewlet ji bo vî tiştî pêwîst e. Ne ku ji bo ew çê bike. Hebûna dewletê dike ku kes bi dilekî rehet vî karî bikin! |
|
24.11.2019 02:06 |
berxweda
|
26. ji 2016an vêda heye, tiştekî baş e, lê mixabin gelek çewtî tê de henin, |
|
13.04.2020 03:41 |
afa
|
27. Çavên mirov bi xwîn dike |
|
13.04.2020 16:16 |
soryazyus
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |