Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
kurdîkirina google translate - tirşik
kurdîkirina google translate
(16) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. bi qasê alîkarîkirina googlê, alîkarîkirina ji bo gelê kurd e jî.

googleê cara ewil bi xizmeta xwe ya google translatê, dest avêt zimanê kurdî. ger kurd lê xwedî derkevin, îhtîmalek mezin wê paşê xizmetên xwe yên din jî wergerîne kurd. heta sîstema andorîdê, chrome û chrome os'yê jî.

xizmetên din yên googlê;

gmail, drive, maps, google earth, lêgerîna googlê, wêne, dokumenter, youtube, androîd, chrome browser, blogger, adsense, adwords, google groups û bi sedan xizmetên din: Here lînkê



ji bo alîkarîkirina translatê, herin vê rûpelê, Here lînkê zimanên kurdî û îngîlîzî hilbijêrin û dest bi wergerê bikin.

ji kerema xwe re ger hûn kurdiya hevokekê tam nezanin, an jî jê ne ewle bin, wernegerînin da ku xebat kêrî tiştekî were.



ji xeynî wê, ji kerema xwe re bikevin eyarên geroka xwe ya chrome'ê û zimanê wê bikin kurdî. (wê zimanê bernameyê nebe kurdî ji ber ku wergera wê tune. lê wê di nasnameya bernameyê de zimanê wê weke kurdî were nivîsandin. û dema hûn ketin malperekê, wê malper bêje qey zimanê we kurdî ye. bi vî awayî wê google û hemû malper û teknolojiyên mezin bizanin ku bikarhênerên kurd jî hene di înternetê de)



09.03.2016 22:23 | simurg56

2. nizanim di çi astê de ye.

mirov tenê dikare hejmara wergerên xwe bibîne. min heta niha ji 500an zêdetir wergeran kir.

em werin hesaban:

ger 500 kurdan bikariya ev qas werger bikin (ku tenê rojekî min stand û min xwe zêde neêşand jî) wê demê wê 500x500=250.000 peyv û hevok bihatana wergerandin. û wê di nava 2-3 rojan de ev kar biqediya.

lê mixabin bawer nakim 50 kes jî hebin. jixwe problema me kurdan jî ev e.



10.03.2016 21:47 | simurg56

3. tirki u Kurdî neyî baş çebuye lebele almanî u Kurdî pir baş dizîvîrênê



10.03.2016 22:29 | helik orimiyo

4. hefteya berê min jî di rojekî de 487 peyv û hevok wergerandibû. mixabin, ev hefteyek e ji ber karê, ez nikarim wergerandinê bidomînim. ha kurdiya min xirab e, îngilîziya min jê xirabtir e. ji ber vê yekê ew 487 peyv û hevok, min ji nav hezaran peyv û hevokan hilbijartibû. * ango hilmên xwe fire bikin birano, helbet hunê jî li gorî asta xwe çend peyvan karibin wergerînin. * ka ez kar û barên xwe sivik bikim, li gorî bernameyek taybet eZ ê li ser wergerandinê hûr bibim.



10.03.2016 22:51 | biruya hayao miyazaki

5. Kareke pîroz e. Willeh bavo min heta niha tenê 130 filan wergerandin lê ku ezmûna min derbas bibe înşileh ezê zêdetir wergerînim. Çi her kes jehatî ye lawo?



11.03.2016 00:43 | azadixwaz

6. ji bo berdewamiya xebatê lazim e ekîbeke were avakirin. heger ekîbek were avakirin kesên ku tê de cih girtine dikarin hevdu kontrol bikin. bi ya min heger tişteke werê pêk were wê berdewamî çê bibe û google'a kurdî wê baştir bibe.



13.03.2016 20:25 | kurê xelkê

7. mixabin bi qasê zanim rê nade kontrolkirina hevdû.

di vê navberê de min heta niha 830 hevok wergerandin. lê qene nikarim wergerên xwe jî bibînim. tenê dikarim hejmara wan bizanim.

lê dîsa jî komek hebûya wê gelek baş bûya. qet nebe ji bo motîvasyonê.



13.03.2016 20:29 | simurg56

8. A ku wê temambuna wê nuçeyeke xêrê be ji bo kurdî. Min jî heta niha 223 wergerandin. Hê riya me dirêj e lê ez bawerim wê bibe nesîbê me.



13.03.2016 21:24 | azadixwaz

9. wexta ji chrome'ê tirşik an jî malpereke din a kurdî vedikim dipirse "ev malper bi kurdî ye tu dixwazî wergerînî" pir kêfxweş dibim. werger hatiye wê astê ku êdî google zimanê kurdî bikaribe "nas" bike.



min nêzî 5 hezar hevok wergerandin. her yek ji me 10 hezar hevok wergerînin wê emê di nava çend mehan de encameke baş bidestbixin. lê bawerim gelek kes piştî 400-500 hevokê jê eciz dibin.



15.03.2016 00:09 ~00:10 | xidiran

10. kî ne çi kes in, bezê guhê bavê wan ji ku ye em nizanin, bi zimanekî çors wergerandine, kurdî bê xwedî ye



16.03.2016 13:30 | rojgar

11. min bi xwe têda sê hezar gotina wergerand kurdî lê dibînim kû bi sedan wek min pêwîst e. Dîsa jî divê ji derekî, kesekî dest pê ke.



16.03.2016 21:49 | kevirê aram

12. matematika min pir baş nîn e, lê ji min şitrê ev hevalên tenê li vir nivîsîne (tevî 500 hevok û peyvên min ên ji ingilîzî û ji tirkî) gere karîbûna ev xebat bidawî bikin..! gelo heman peyv û hevaokê bi çend kesan dide wergerandin ev google?



20.03.2016 00:37 | mervan rêzan

13. projeyek dûv û dirêj e.

ji bo ku google bikare ji kurdî wergeran bi dehan zimanên din bike, divê di destê wê de danegehek gelek dewlemend hebe. da ku makîneya wan bikare mantiqa kurdî çêtir nas bike û wergera wê bike. ji ber vê yekê îhtîmalek mezin heta ku em wergerînin wê google her hevokên nû derxîne pêşberî me. belkî heta 500.000 jî.

li gel ku belkî me heta niha tenê 5.000 hezar peyv û hevok wergerandibin jî google aniha wergera kurdî dike. lê weke hûn dibînin kalîteya wê hê ne baş e.

em çiqas wergerên nû lê zêde bikin wê google zimanê me bêtir nas bike. loma divê werger heta ku em bêjin "google êdî zimanê kurdî baş werdigerîne" bidome.

ji bo tirkî jî didome weke mînak...



20.03.2016 21:30 | simurg56

14. mimkun e, li tirşikê çend rojan carekî tirşikvan bicivin û çend seatan bi vê karê ve mijûl bibin. bi riya skype jî hal û wext li hev bipirsin, alîkarî ji hev bixwazin û hwd. ewê bibe motîvasyonek xweş.



20.03.2016 21:56 | biruya hayao miyazaki

15. Xebateke pîroz e. Divê em tevde pêk bînin.

Ez ji nûvre pê bihîstim. Îda ez jî dest pêkim înşallah.



22.03.2016 07:28 | gumgumok

16.

translate

Translate words and phrases into your language





match

Match a word to its translation





rate

Rate the quality of translations





validate

Check the quality of many translations







Ji bo wergerîna googleê ev her çar beş hene. Ji bo kurdî tenê translate dişixulê.



Gelo li cem tirşikvanan jî wisa ye? Ji bilî translateê ve bişkok dişixulin?



31.03.2016 12:55 ~13:03 | gumgumok

17. kareke giring û pêwîst e. li cem min jî û bawerim li cem her kesî wisa ye. bawerim ji ber rewş û kêmbuna wergera kurdî hê beşên din nehatine aktîf kirin.



31.03.2016 13:05 | azadixwaz

18. xizmeta ku vê gavê tenê vebijêrka translate'ê yanî ya wergerê dide kurdî. ger wergera kurdî têra xwe berhev bibe, ez bawer im wê yên din jî vebin.



31.03.2016 22:34 | simurg56

19. Projeyeke pîroz e û çend pirsên min hene.

Gelo dema di wergerê de cînav ne mecbûrî be jî, bikarbîna cînav baș e, an jî nebikarbîn?

Mînak,
i am walking. = ez dimeșim an jî dimeșim.

Kîjan werger baștir e tirșikvanên hêja?

Pirsa dî jî, pirjimarî divê çawa be. Di kurdî de pirjimarî carinan ji wateyê tê fêhmkirin an jî carinan nayê bikaranîn.
Mînak
Apples = sêv ( ku ne di nav hevokê de bê jî hewceya ku em bêjin, "sêvan"?) li min xerîb tê *
Apple = sêv



21.11.2016 15:22 | gumgumok

20. Ez pirî caran di wergerên xwe de cînavan bi kar diînim. Ji xwe heke mirov cînavan bi kar neîne, hevok piçekî kêm dimîne.

çend mînak;

yên bi cînav
i am walking - ez dimeşim
you are eating - tu dixwî
she is eating an apple - ew sêvekê dixwe
they are eating some apples - ew çend sêvan dixwin

yên bê cînav
eating a lemon - lîmonek xwarin
eating lemons - lîmon xwarin
eating the lemon - lîmonê dixwe (xwarina lîmonê jî dibe)
eating my lemons - lîmonên min dixwe (xwarina lîmonên min jî dibe)
eat the lemon - lîmonê bixwe
eat - xwarin (bixwe jî dibe)
will eat a lemon - dê lîmonekê bixwe
have eaten a lemon - lîmonek xwariye


yên pirjimar
apple - sêv
apples - sêvan
some apples - çend sêvan
we have some apples - me çend sêv hene (em xwediye çend sêvan in jî dibe)
my apple - sêva min
my apples - sêvên min
we have eaten the apples - me (ew) sêv xwarine
we will eat the apples - em ê (wan) sêvan bixwin



21.11.2016 19:21 | sloujouc

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal
» google art and culture

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi teknoloji ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî