Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
bêmoralbûna kurdan - tirşik
bêmoralbûna kurdan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiralbûn, bêhêvîbûn û xemsarbûna wan jî bi xwe re tîne.



her ku di warê siyasetê de bûyerên trajîk û xerab pêk tên, kurd zêdetir tiral dibin û destê xwe ji her tiştî dikişînin.

lê di eslê xwe de divê ne wisa bûya. divê berevajî be: kengê dijmin xurttir xuya bike an jî zilma li ser kurdan zêdetir bibe, divê kurd zêdetir bigihin hev û zêdetir bixebitin. xebitîn ne tenê şer e. awayê alîkarkirina gelê xwe ya mirovekî çi be, têkoşîna wî ew e û divê di serdemên wisa de têkoşînê bilind bike.

di jiyana kurdan de dema têkoşîn tê gotin, tenê şer û meş heye. dema ew baş bin jiyan heye, dema xerab bin jiyan tune ye.



ez bixwe wisa nakim. rewşa giştî ya kurdan çiqas ne baş be, moralê min xerab bibe jî motîvasyona min ewqas zêdetir dibe û tiştên di aqlê xwe de zûtir tînim cih.



10.03.2016 22:06 | simurg56

2. tiştekî şaşe, dinya xerab bibejî wekî ku hatiye gotin divê meriv xema nexwe, moralê meriv tim geş be, meriv xwe bê ken nehêle, tim xweşî, başîya û serketina bifikire li hiş û mêjîyê xwe zilmê neke têde cîh û war nede fikrû ramamenên xerabe daku mêjî girêjî nebe, û têkoşînê bi domînin bê tirs (ne tirseka bi kerîtî....*)



11.03.2016 00:41 ~00:43 | shorbevan

3. Pir berbelav e û ne ewqas bê wate ye. Ez bi xwe ji vê bêmoralbûnê têra xwe parê distînim. Her roj ku dixwazim tiştekê bikim lê tişteke bikare pêşî li tiştekê bigire nabînim û dîn dibim. Belê weke teorîk pêwîst e em bêtir bişixwilin lê wisa nabe piraniya caran.



11.03.2016 00:52 | azadixwaz

4. Ji zû de ye ji ber vê rewşa ha neketime tirşikê, îşev jî ji bo ku vê peyamê binivîsim ketim.

Bi qasî şeş roj in li amedê me, tiştê herî zêde bala min kişande; rûyê kesî nakene. Yav rûyê kesî nakene, ken yav ken tune ye. De vêca hûn behsa xurtbûnê dikin?



11.03.2016 00:59 | ferhenga şikestî

5. Mehmet Tunç bibînin bîra xwê! Di nav wan şert û mercê bêderfetde Tekoşîneka mezin dida û moral dida me...! Bêmoraliya xwe bikin binpê. !



11.03.2016 01:26 | dijjberr

6. bi rastî, ez jîyana xwe ya rojane de dikenim, nsn dixwim û vedixwim. Û tiştêkî ez herî zêde jê hez nakim ajîtasyon e.

Belê bavêm, ez jî dizanim kurd di wan rojan de bi keder in, bi kul û derd in. Cigera min ji rewşa gelê xwe dişewite. Lê...

Lê ez dijîm, dixwim, vedixwim, dikenim. Û heta ku ez bikarim nefes bistînim ez dê têkoşîna gelê xwe (ku ji destê min tenê xwendin, nivîsandin û wergerandin tê. Tenê wêje) bi qasî derfetên xwe bidomînim. Û divê kurd hemî jî wisa bikin. Em neçar in, opsîyona me ya din tune ye. Ji destê her kurd çiqas bê, divê bike, divê bixebite.



karê me yê kurdan ev e: xebat û kêf û şer e



11.03.2016 05:50 | endazyar

7. giştê hevalan rast gotin gere kurd tu car moralê xwe xera nekin. çiqas nexweşî, zilm û êş me kişand be jî em biken bin, lê çewa?;qasî ku ez dizanim mirovên têdikoşin bi wê têkoşîna xwe hem bimoral in û hem jî rûyê wan biken e.

Û di rojên wusa de her ferdekî kurd jî li gorî derfeta xwe pir hindik, çi ji dest hat dikare têbikoşe.

Lê mixabin ku hin li berxwe bidin û merû jî li mala bitenê di TV de temaşe bike,ew çax elbet moral jî namî û mirov xwebixwe dixwe.

Ji bo moral divê têkoşîn hebe, yan jî bêwicdan be.



11.03.2016 13:11 ~13:13 | kerê biqıloç

8. (bnr: zaten moralê me bozux e)



02.02.2020 21:27 ~2020.02.03 12:56 | cinorek

9. (bnr: benim moralî sifir sifir sifir)



02.02.2020 22:07 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêmoralbûna kurdan
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî