Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê - tirşik
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:10.04.2016 hevdîtina tirşikvanên stenbolê
(82) (6) (6)
di mijarê de bigere

94. civîna ku wênekêşa hêkeysa xwe nedîtine li bendê bin bîstek din? *



17.04.2016 23:44 | shorbevan

95. li gor ez dibînim hejmara beşdarên civînê geleke ,wek herkesî ez jî benda analîzê me , meraq dikim çi qewimîne.



û wêne jî dixwazim.



17.04.2016 23:46 | mijdar

96. dawiyê de ez hatim, ji bo nivîsandina analizan li ser kursiyê xwe yê efespîlsenê rûniştim. cîhê qûna xwe xweşkir û lenûska xwe vekir. dîrok 17.04.2016 ye. beriya analîzên xwe dixwazim qala beriya hevdîtinê bikim. îro roja min ya vekirina pirtûkxane bû lê bextê min ev e ku pir hindik kes hatin û ew jî zû derketin. min jî ji dilê xwe got bila saet bibe nêzî 17:30 ez ê pirtûkxane bigirim û herim leylekê. paşê zengilê lê xist, sê xort hatin. her sê jî ji hev xweşiktir. gotin "kolay gelsin" bi rûyekî ken. min jî got "hoş geldiniz" bi rûyekî kentir. ji dilê xwe digot ev jî ji ku derketin ger heta saet hefta bisekinin ez ê dereng biminîm hevdîtinê filan û xemgîniyekk. çûm ser kompîtirê û li tirşikê peyamên dawî mêzand. piştî nêzî 10-15 deqqeyan, ew xort hatin û xatir xwestin jî got "iyi akşamlar" û derî girtin. çawa derî girtin, dîsa li zengilê xistin. ew ê zerik bû. berçavkê wî şoq didan û got "ben sizi ber yerden taniyor gibiyim" tişteke wisa. min jî got "nerden". got guléé? min got erê got ez ji hozan serhad û yê din jî got ez quşxaneli û mêvanekî wan hebû. ez pir kêfxweş bûm. ketin hundir û min ji wan re çay anî. û sebê destpêkir. mijara yekem ferhenga şikestî û shorbevan bû. ji ber ku tirşik bi peyamên wan tevlîhev bûye. min lenûsk ji çentê derxist me li ser kesayetiya shorbevan û ferhenga şikestî hin texmîn kirin. ji bo shorbevan tenê me got şermok û dilnizm e. lê ji bo ferhenga şikestî qurre, xwerazî, artîst, dengnazik û blabla.. dema ku em ketibûn ser seba shorbevan, ew çûbû leylekê û li benda me bû. min telefonî çiyayê mêrdîn kir, got ez diçim. min got baş e shorbevan li wir e em jî tên. hevalên li ba min beriya min derketin çûn, min jî piştî 10 deqqe dikan girt û ketim ser rêya hevdîtina mezin.

rê zû xelas bû min xwe devê deriyê leylekê dît. Bêhneke kûr kişand û ketim hundir. Xwedaa xwedaa min çi kesên xwîngerm, şekir û şêrîn... welhasil paşê ferhenga şikestî hat, paşê xeteraqirêj paşê jî gumgumok. Piştî demeke jî endezyar hat.

Ferhenga şikestî hin sirên tirşikê ji me re gotin ew di navbera me de. Paşê mijar hat li ser wêjeya kurdî, nivîskarên kurdî,ciwanmerd kulek, jan dost, erol şaybak, bextiyar elî, yıldız çakar,fatma savci û nizamçik nizamçik.

Welhasil ez hebkî qala nivîskarên tirşikê bikim. Divê ji shorbevan dest pê bikim. Shorbevan ku wî shorbevanê di hişê xwe de bikujin û yekî dî biafirînin. Wisa şermok wisa dilnizm. Tu dibe qey ev kezebxwarê wira yekî din e. Nêzî sê -çar saeta tenê temaşe û guhdarî kir. Bi temamî sê hevok gotin jî ji devê wî derneketiye. Yekî qels, dirêj û bi berçavk e. Besî xwe xwînşêrîn e. Yê din jî moderatorê hêja ferhenga şikestîye. Çiqas li ser peyamên xwe yên tirşikê pir qurre xuya bike jî xortekî efendî û zana ye. Têrî xwe xeber da, xwedê wî bihêle newestiya haa. Tam sê saeta xeber da ne got ka çima feqirê shorbevan xeber nade (: qala tirşikê kir filan behvan, şabaş ferhenga şikestî şabaş... nivîskara din jî gêje ye. Me qet nizanîbû ku ê were lê vê hevala torî, por gijik û bi xizme têrî xwe xeber da (:

Yê din jî hozan serhad e. Hevalekî wisa xwîngerm nîn e bawerim. Qet kesên nû xerîb nabîne û wek ku hûn ji zarokatiyê ve hev nas dikin dikeve civatê. Xwedê ji wî jî razî be sergijik û sergijik (: me têrî xwe qala vê nivîskarê kir -ji nivîs û zimanê nivîsên wê por begen dike-. Yê din quşxaneli ye. Ji bidlîsê ye û ew jî besî xwe xwingerm û pelpelî ye. Dema ku ferhenga şikestî û gêje destûr dida vî hevalî jî xeber dida (:

Nivîskarê din jî hevalêçiyayê mêrdîn bû. Ev ji wan nivîskarên ku tenê dixwînin e. Xwedê wî bihêle çiqas xeber da yaew. Ger qasê xeberdayina xwe binivîsanda anha tirşik bûbû birincii (:

Lê bawerim bi xêra vê hevdîtinê ew jî ê dest bi nivîsandinê bike. Ka em ê binêrin .

Yê din jî hevalê gumgumok bû. Hevalê ku wek shorbevan tenê guhdarî û temaşe dikir.

Yê din jî xeteraqirêj e. Destpêke de wek shorbevan û gumgumok bêdeng bimîne jî paşê vebû û kete nav civatê de. Û ev heval ji erol şaybak hez dike.

Yê din jî endezyar e. Dereng hat, cixara xwe pêça, kişand û zû derket. Ew jî xweş dilgerm bû.

Û ez gulêê, ji wan(bnr: jinên por kin).

Ayyy bavoo ez mirim. Destê min diêşe dixwazim rakevim..

Û ev wêne jî ev bes û gelek in .d.d.dd.

Here lînkê

Here lînkê



17.04.2016 23:55 ~2016.04.18 00:56 | gulêê

97. yên ku min ji wê nivîsa jor fêhm kirine ev in: gulèè porê xwe jêkiriye û li dijî shorbevan antî-propagandayek tê meşandin *



18.04.2016 00:10 ~00:11 | bayesar

98. gulêê piştî daxuyanîya ku dabû rûdawê ji wêgavê şûnde hatiye analîzkirin ku pûrta serê xwe tev weşandiye *



18.04.2016 00:13 | shorbevan

99. Gulèè va nêzî sê sala por kin e * rûdaw kî ye, bila bavê wî were (:



18.04.2016 00:16 | gulêê

100. ma ez çi vira bikim , ez hesidîm û min got "xwezî ez jî li wir bûma"... xem nakê li cizîr'ê tenêtî jî xweşe.



18.04.2016 00:18 | mijdar

101. analîzên di derbarê shorbevande seranser rastin tu dibêjî qey qîzek bikezî bû şermok, gohdarvanek baş nivîskarek baş û dema ew kesên hev nû dibînin devê wî ji kelecanê venabe gotin di hişê wîde gîh dimirin, nizane bibêje çi lal dibe werhasil shorbevan nivîskare ne axaftinkare ev îtîraf jî hat analîzkirin



18.04.2016 00:24 | shorbevan

102. wellehî pirr xweş bû civîn,kesên ku nehatin jî, je kêm man.hevalen ku beşdarî civîne bûn hemu jî xwingerm bûn.ferhenga şikestîcivat xweş vekir,pişt re her kesî derd xwe got.ez ji hevalê shorbevan re bibejim ez ê werim taxa te bağcılar ha.soza te ye çayê heye tu ji bîr neke *



18.04.2016 00:44 ~00:58 | çiyayê mêrdîn

103. civîna piştî belavbûnê ez û hozan serhad, ferhenga şikestî û xeteraqirêj em bihevre belavbûn me li karaköy xwe ji ferhenga şikestî çepkir * û em li tramvayê siwarbûn xeteraqirêj got shorbevan em hatin zeytinburnuyê xebera min pêxe jiber timî bi metrobusa diçe û tê baş nizanibû.. min got li ser çava û ew hozan serhad ketin xeberdanê û ez jî bi telefonê mijûl dibûm me carek dît em li güngörenêne ez gelek keniyam û nizanim hinda nebe, ji bîrnakim *



18.04.2016 00:44 | shorbevan

104. gulêê xweş qala civînê kiriye, ji me re tiştekî nehêliştiye lê ez ê bi çend hevokên kurt ya dilê xwe bêjim...

ger bi giştî binirxînim hemî beşdarvanên civînê mirovên qenc û hêja bûn, giş xemxurên zimanê kurdî bûn, giş li ber xwe didan li ber pêla bişaftinê...



shorbevan zÊde neştexilî, ya rastî qet neştexilî, çend car min jê re pirsan pirsîn hew bersivên kurt dan û dîsa bêdeng ma, loma ez hebekî şok bûm ji lew di tirşikê de deqeyekê jî nasekine, tu pêl kîja mijarê bikî teqez navê wî jî di bin mijarê de xuya dibe, ger li gorî suhbeta xwe di vir de binivîsiya, yeqîn herî zê de sê heb entryên wî dê hebûna* xwudê jê razî gelek efendî bû û bi qasî ku min jê fêm kir dilê wî pirr paqij e û lawikekî qenc e, loma ezê êdî tevlî entryên wî nebim, êdî ew azad e dikare saçmalamîş bike*



gulêê wexta min dest bi qalkirina agahî û salixên derbarê tirşikê de kir, deftera xwe derxist û dest bi nivîsandinê kir, heya dawiya civînê pênûs û deftera wê ji dêst neket. xwudê jê razî be, bloga canikê gelek xweş e, min di civînê de jî jê re got biqasî xweşikbûn û dagirtîbûna bloga xwe bi tirşikê re jî eleqedar be dê gelek baş be, canikeke devliken û rûgeş e, qet kenê ji xwe texsîr nake, bila her bikene*



hozan serhad xortekî netebitî ye* ew jî mîna yên dî xwîngerm bû, têra xwe jî peyivî*



quşxanelî di destpêkê de xwe li min wek shorbevan be da nasîn, ango qerf û heneka xwe bi min kir* yekê baş bû, ger zêdetir binivîse baştir dibe



gêjê ya starrr! ev keçika ha çi qasî xebar dide rebbî!* qet nesekine, av sekinî lê ew nesekinî, di warê helbestê de em gelek ji hev cuda difirikin, ez û wê me piçek li ser helbestÊ ketin nîqaşê, nexasim li ser helbesta dawî ya selîm temo ya bi navê keştiya bayê. keçikeke qenc e û derûnnasa tirşikê ye, ger derûniya we têk çû berrê xwe badin vê keçkê*



gumgumok piçeke dereng hat civînê û jixwe zêde nepeyivî, camêr têra xwe henûn û dilnizm bû, li gorî dixuye têra xwe zana ye lê ji ber henûniya xwe zêde pê de naçe*



xeteraqirêj ev camêr jî piçek dereng hat civinê lê dûre devê wî vebû* yekê qeşeng e haa*



endezyar gelek ji gelektirîn dereng hat civînê û zû rabû ji civatê, wek hûn jî dizanin camêr bi eslê xwe mîna min zaza ye, min xwest pê re piçikek bi zazakî qise bikim lê min qet derfet nedît, xwezî dema wî vala bûya me yê zÊdetir hev nas bikira, gelek qeşeng e hay ji vî lawikî jî hebin*

dibêm qey ji ber ferqa zaravayê zêde nepeyivî, min jê re got tu bi min bi zazakî bipeyive ezÊ guhdarîya te bikem, lê ew nepeyivî min jî guhdarî nekir*



çiyayê mêrdîn felsefevanê civînê bû, jê rîca dikim, çi li ser felsefeyê hebîn bila were li ser beroşa tirşikê belav bike û agirê binê tirşikê gurtir bike, li van deran zêde naxuye lê têra xwe heye, di warê têgeh û pênasên felsefeyê de tirşik gelek qels e, ew camêr dikare valahiyekê dagire...



mijareke zelal a civînê tunebû, me qala her tiştî kir, ji ber kurtbûna demê min gelek gotinên xwe di dilê xwe de hişt û bawer im min serê wan êşand, loma min nexwast zêde serê wan biwerime..

çend mijarên sereke yên civînÊ:

formata tirşikê

rewşa zimanê kurdî

pêşvebirina zimên

girîngiya tirşikê û geşedana wî

çend nivîskarên tirşikÊ

li ser rewşa helbestê

qelsbûna helbestkarên jin ên wêjeya kurdî

di warê perwerdehiyê de rewşa kurdî

rewşa zimanên dî yên bindest ên cihanê

rewşa xirbe ya nivîskarên kurd

rola sosyal medyayê ya li ser nifşa nû

vesayre...



18.04.2016 00:48 ~00:52 | ferhenga şikestî

105. civîna ku vî welatî çiyayê mêrdîn jî naskir û kêfxweş bû min got riya te bi bağcilarê ket bira li ser çava ezê ji nihave çayê bayat bikim *



18.04.2016 00:54 | shorbevan

106. xuya ye herkes kêfxweş bûye û bûne mêvanên hev du * ti carî xwesteka min a tevlîbûna civînan nebû (ji ber qelsbûna axaftinê) lê belê bi nivîsên guléé û ferhenga şikestî min fêm kir ku (mîna min) bi kesên kêmaxêv û hişşşş-hezan ve jî civîn pêk tê, hema du kesên çelziman hebin bes e. * qewla derqamij, pîroz be. *



18.04.2016 01:34 | biruya hayao miyazaki

107. Ez, quşxanelî û mêvanê me pêşîya civînê me go em herin weqfa ismail Beşikçi zîyaret bikin jineke por kin û xwînşêrîn derî li me vekir bi ruyekî bi ken ewê em hildane hindir.

Em qasekî sekinîn û paşê jî me xatirê xwe xast em derketin. Min waxta ça ku derî girt hişê min da çerx zivirîn û min got kuro welleh ev geléê bu. Min gote quşxanelî da min go kuro eva guléé ye. Got na heyran çima çi buye ew nîn e.

Min go kuro heyran ez zanim ew e . Eger ku ew be û em herine kafeyê paşê jî ewa were yê nebaş be.

Neyse min derî da disa. Gulé derî vekir min got sizi birine benzettim de ? Got evet? Min got guléé?

Wira da 4-5 sanîya guléé mat ma *

Paşê me xwe da naskirin û me çaya gulê vexwar û em derbasê kafê bun ji pey me jî guléê hat.

Di kafeyê da shorbevan, Çîyayê mêrdînê û gêjê hazir bun.

Paşê jî tirşikvanê din jî hatin.



Me pêjîyê nasîya xwe da hev û hine glî û gazinê xwe ji hev re kir.

Paşê em derbasê dwrheqa peyivîna tirşikê kir.

.. Ka me behsa çi nekir? Qirçîn bu *

Her kes weke xwe têr , tijî û xwingerm bu .

Em arthur rimbaud va ketinê û ismet özel va derketin.

Em nazim hikmet va ketine xeberdanê û arkadaş zekaî özger ra dwrketin pihhheee *



18.04.2016 01:52 | bûtîmar

108. Çend mijarên balkêşê ku îro hatine axaftin:

gêjê : nivîsandina derheqa derunnasîyê bi kurdî (ez hevîdarê wan nivîsa me ku tirşikê da jî parve bike)

Dîsa navbera min û gêjê da : Bi kurdî nivîsandina fîzîkê; kuantum, görelîlîk, îzafîyet, qanûnên newton.. Li ser vê bingehê jî nivîsandina terîm û pirtukên endezyarîya avahîyan..

Navbera min, xetera qirêj, gêjê û Çîyayê mêrdînê da ew munaqaşeya li ser nazim hikmet, ismet özel û şexsîyeta helbest û hekbestvana ji hev re girêdayî ye an na ..

ferhenga şikestî : Behsa tunnebun û lazimbuna ferhengeke kurdî-kurdî ( gellek balkêş bu )



shorbevan : Netirsin behsa erotîzmê nekir * lê min pirtuka şener özmen ya rojnivîska spînoza jê ra tavsîye kir ku bixwîne *

Çîyayê mêrdînê : Felsefe..



18.04.2016 02:16 ~02:22 | bûtîmar

109. Piştî ne kêmî sê salan ji bo xatirê tirşikvanan çûme taksîmê, rewşa min nedîyar bû , ji bo wilo min qala hatina xwe nekiribû. Hinekî dereng jî çûm. Lê mala xwidê ava ku ez beşdar bûm. Tişta di serê min de rewşa shorbevan bû. Gelo shorbevan û ferhenga şikestî şerekî çawa dikin? Weke şener şen û ilyas salman an jî weke Bruce Lee li hewa difirin , şer dikin. Min di go vêga shorbevan yekî zimandirêj, qure û (dûrî haziran) qereçî ye. (: peppû sed carî , ew shorbevanê nan-xwerê-cil-qetên û gelac feqîrekî dera ha derket. Feqîrê xwidê weke berxikikî rûniştibû, bêdeng bû, shorba wî jê kêm bû (:



Hemû tirşikvan jev xwîngermtir û qenctir bûn.

xwidê ji wan razî be



Not : civîna din kengî ye (:



18.04.2016 02:23 ~02:31 | gumgumok

110. (bnr: kurahîya felsefeya avatara gumgumok) û nivîsa li ser tîşortê wî û têlê wî yê elimyon û teyîsî jî damgaya xwe civînê dan *

Xwedê ji wî jî razî be



18.04.2016 10:33 ~10:34 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê
» nivîskarên ku niha online in
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî