Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê - tirşik
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:10.04.2016 hevdîtina tirşikvanên stenbolê
(82) (6) (6)
di mijarê de bigere

41. (bnr: tenêtiya tirşikvanan)



08.04.2016 11:16 | brusk56

42. heke 17'ê nîsanê be , ezê jî bêm. kurmanciya min nebaşe hêvî dikim hun henekên xwe bi min re nekin û ji kerema xwe dîsa cîh û saet çi ye ji min bêjin.



10.04.2016 03:03 | zanayê nezan

43. hevdîtina ku jê re 5 roj mane ye.

Dengê dilê min ''guup guupp guupp'' *



12.04.2016 12:06 | gulêê

44. Ji bo zanayê nezan :

Dîrok eynî ye 17.04.2016

Saet:18:30

Cîh: Devê deriyê pasaja medya kitabevi



12.04.2016 12:09 | gulêê

45. min nihêrî, 17 mehê da hewa jî xaş e .

hema lê saeta hevdîtinê hinekî dereng nîn e ?



12.04.2016 15:37 | bûtîmar

46. li gorî min saet ne dereng e ne jî zû ye *



12.04.2016 15:40 | gulêê

47. de bila wisa be * hema me hinekî paş ve kaş kira yê baş buya



12.04.2016 15:59 ~16:32 | bûtîmar

48. civîna ku ez nikarim tevlê bibim ji ber ku êdî ne li stenbolê me. Lê saeta wê pirr dereng e yaw saet şeş çî ye îca? wê kengê bigihîjin hev û kengî belav bin? Cihê ku wê lê bicivin jî ne xuyakirî ye teww! Hê wê hev bibînin û hê wê bêjin me go merheba û selam û kelam û em bi ku ve herin saet bû heft... em bêjin saet yazdan de civîn qediya îca yên vegerin bahçeşehîr û başakşehîr û kartal û martalan!!! neyse moralê we xera nekim bicivin lawo bicivin kêf kêfa we ye û bi taybetî jî ferhenga şikestî bînin civînê ku nehat bi darê zorê wî bînin û bikin moderatorê civînê* rojek beriya civînê nobeta wî heye bila çar saet razê besî wî ye û bila bê civînê!



12.04.2016 18:48 | ceso

49. mala min li pendikê ye, serê sibehê ji nobetê derdikevim, ji kartalê derdikevim têm malê saet dibe 11, ger çar saet razêm û serê xwe bişom dibe 15, ji mala min heta taksimê saetek û nîv e, heta bigihîjim taksîme saet dibe 17..

ger saeta civînê 17 be ihtimal heye ku werim ji lew 18.30 pirr dereng e ma qey hûn vegera malê jî nahesibînin? ma wijdana we nîn e? roja dî dîsa diherim kar..

û tu bi xwudêkî devê deriyê medya kitabevî çi ye? navê cafeyeke xweşik wek navnîşan diyar bikin, ne hewce ye em mîna sûtan li ber deriyê dikana xelkê li benda hev bisekinin..



12.04.2016 19:04 | ferhenga şikestî

50. Ez wek keça axa dibêm qey mala her kesî li derdora Teqsîme ye *) welhasil em dikarisaetekê bikin 17:30 û li Leylek cafe hev bibînin. Lê ez ê piçkî dereng bimînim ji ber ku dixebitim *)) lê hevalê min çiyayê mêrdîn ê li wir benda hevalan bisekine.



12.04.2016 19:27 | gulêê

51. xwazî hefteya davîn ya hezîranê ji li stenbolê civînek hebûya.

ew vext ez jî li tirkiye dibûm...



12.04.2016 19:30 | cinorek

52. (bnr: devê deriyê medya kitabevi)*

dixwazim ji civîneran re bêjim ku bo xatirê xwedê neçin kaçak çayê. çaya şahmaranê xweş e lê xwedê bike cihê we hebe berê êvarkî cih li wir teng e lê hunê xwe qet biyanî hîs nekin ji aliyê kurdî ve. û ez fikirîm saeta civînê jî ne xerab e lo* yên ku dikarin di saet û nîv de bên dikarin di saet û nîv de vegerin jî lo lê saet 17 an jî 17 û nîv jî baş e û bila hinek heval hima sê saet razên saet û nîv jî di metroyê de ha ji te re kir çar saet û nîv ew jî temam!!!* gava ez li stenbolê bûm min razana zikê otobêsan jî hîsab dikir xwedê wekîl*



12.04.2016 19:31 | ceso

53. (bnr: ne ji me ne ji we)

(bnr: 18:00)*



12.04.2016 19:33 | ceso

54. Civîna ke kêm wext maye ku pêk bê. Bi rastî gelek dixwazim xizmên xwe yê zaza ferhenga şikestî bibînim. Civîneke havînê ku li amedê hatibû darxistin. Mim nekarî beşdarî wê bibim, wek ferhenga şikeste mergehezo nançû, teberkerde, û çend tirşikvanên hêja hebûn. Û ez poşman mam ku min ew civîn revand.



Berî jî min gotibû nikarim zêde bimînim di civînê de. (saetêk filan ).



13.04.2016 00:24 | endazyar

55. civîna ji bû wextê wê ev rehm nemaye! law xwedê heye! ezê çewa roja lehdê seet 9-10de rabim û sebir bikim hetanî seet şeşê êvarê daku hemwelatîyê xwe simurg56 yê bi awayekî surprîz ewê tevlî bibe bibînim *



13.04.2016 01:05 | shorbevan

56. hevdîtina ku beşdariya min jî ihtimalek e.

Lê li ku ye?

Saet çendan de ye?



13.04.2016 11:22 | bêvila nazmîkirik

57. di saet 17.30'an de, li leylak cafê ye..

not: ya ku cihê civînê diyar kiriye bila ji kerema xwe re adres jî binivîse baştir dibe, em mecbur nîn in hemî cafeyên taksîmê zanibin, te dît bavê me ne axa ye*



13.04.2016 21:00 ~21:01 | ferhenga şikestî

58. Leylek cafe li Teqsîmê di kolana Küçükparmakkapi ye. No:15 e. *



13.04.2016 21:05 | gulêê

59. Ez ji bo ku karibim bigihîjim vê civînê û qedra ked û cehda gulêê bigirim ji nobeta xwe zû derketim, niha ber bi malê re diherim. ango min barek pereya nobetê bo civînê bi destê xwe yê çepê û hinekî jî yê rastêbdhehdgeyebd..

Neyse ezê sibehê di saet 17an de li cihê civînê bim. Ji kerema xwe re bo forsan û nola artistiya solîstan dereng nemînim...

Hdi optm by kips



16.04.2016 21:02 | ferhenga şikestî

60. Hevdîtina ku sibê saet 17:30an li Leylek Cafe ê were li dar xistin. Hevalên ku zû diçin bila ji xwe re çayekî vexwin û li benda tirsikvanên din bisekinin. Ez ê bi xwe piçkî dereng werim saet 18:30an filan. (bnr: assolistler en son çikar)

Em ê sibê hev bibînin. Muuccuuk (:



16.04.2016 23:44 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên ku hê li bişkokên dengdayînê germ nebûne
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî