Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê - tirşik
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:10.04.2016 hevdîtina tirşikvanên stenbolê
(82) (6) (6)
di mijarê de bigere

111. Axir min ev fêm kir ku di jiyana rasteqîn de tu kes ne wek nivîsên xwe yên tirşikê ye. Tirşik j bo me cîh e ku em bikaribin kesên binhişên xwe de derxînin holê. Jixwe nivîsên me jî ji bo dinyayeke din e (:



18.04.2016 13:01 | gulêê

112. analîza min jî ev e. kesek min dawet nekiribû, di civîna berî vê civînê jî min gotibû ezê bêm. min bi xwe jî cih û wext diyar kir, min bilêta teyarê Berlîn-Stenbol kirîbû, ez firyam hatim û min dît kesek tune, ez mam bi tenê ez evdalê xwedê.

yaw ev misilman çi mirovin yawwww? misilman û organîzekirin? min biryar girtibû ku ez nema tevlî yek civîna misilmanan dibim. ji ber vê jî ez nehatim vê civînê. ger ez bihatama jî, meyê şerê dînî dest pê bikira û minê heyfa bav û kalên xwe ji we hemûyan hilandaba û paşê vegeriyama ewropaya organîzekirî û lihevhatî. xêr û silameta xwedê.



18.04.2016 14:18 | hola êzîda

113. ya rastî kesî ez jî dawet nekirim, lê ez çûm. di civînê de kes kesî venaxwîne civînê, di vir de mijar vedibe û kî bixwaze hatina xwe esseh dike û beşdarî civînê dibe. bi rÊya taybet kes tiştan nake.



18.04.2016 14:55 | ferhenga şikestî

114. li gorî nêrînên beşdaran, civînek serkeftî û xweş bûye. mîna hemû tirşikvanan ez jî pê kêfxweş bûm ku tirşikvan gihane hev û sohbetek xweş kirine. ciwanên wisa yên gelê kurd zêdetir bin û her tim bi hev re bin. amîn!



6. civîna tirşikvanan bû (1-2 heb jî yên biçûk hebûn) (bnr: civînên tirşikvanan)



18.04.2016 16:34 ~16:41 | simurg56

115. civîna ku min bi dizîka wêneya beşdarvanên wê kişand e. **



Here lînkê



18.04.2016 16:45 ~16:45 | nazim tolhildan

116. civîna ku ez tê de ewqasî şitexilîm tiştekî nenivîsim dê pêşî ferhenga şikestî piştre yên din min afaroz bikin *. civîn ji bo min zehf xweş derbas bû. min heval nas kirin û min gelek sûd ji civîne girt. heval tev dilgerm bûn, kêfxweş bûn. weke ku ferhenga şikestî li jor gotiye mijareke zelal nebû. gelek mijar vebûn û li ser wan nîqaş çêbûn. bi saya ferhenga şikestî û gulê me bi magazîna tirşikê dest pê kir. kî birayê kê ye kî li kû dimêne kî jev hez dikin kî çi dixwe û hwd. me fehm kir ku ji her teqlîdê kurdan hinek di tirşikê de cihê xwe digirin. ya dî em li ser avakirina tirşikê axivîn. ez ji vir silavan ji wan kesên pîroz re dişînim ku bi rastî gelek keda wan heye. destê wan dilê wan sax be. em hinekî li ser mijarên tirşikê sekinîn me qerar da ku divê ji xeynî sîyasetê tiştên cuda jî werin nivîsandin weke (bnr: çend cureyên morîyan hene) . divê mirov li çi bigere bibîne. me qala qurretiya kurdan kir behtir ya nivîskar û helbestvanan. ferhenga şikestî go divê heta karibin bi berhemên xwe qurretiyê bikin û kurd hemû jî bila qurre bin dev ji belengaziyê berdin. hozan serhat quşxanelî û mevanê wan ji bo civînê ji sakaryayê hatibûn zehf kêfa min hat. civata wan jî xweş bû lê serê wan bi faşîstan re ketiye belayê xwede alî wan bike. me qala edebiyata kurdî gelekî kir ferhenga şikestî gelek pirtûk peşniyar kirin ji xwe camêro ji pirtûkan dişitexilî * . di dawiyê de civîneke xweş bû dilê we sax be.

not: bi xêra xwe cihê bavê we qurçika cinetê be dema ku hûn ketin tirşikê de pê'l reklamokan bikin bila hinekî vebin



18.04.2016 17:14 ~17:20 | gêjê

117. Civîna ketiye pêşiya tirşikê bi xwe jî *

Ji ber tirşik êdî kare civînên mezin bicivîne kêfxweş im.



De ka werin li van deran jî bicivin ha *



18.04.2016 23:15 | berxweda

118. civîna ku vexwendinên tekane ji bo we nehatine şandin, tenê daxiyaniya dem û cih hatiye parvekirin bi entryên tirşikê. dîsa jî gelek hazir û guhdarên fizikî (gelek ji wan nehazir û neguhdarên ruhî) hebûne.



sala berî vê salê min jî di entriyek dem û cihê civîna tirşikvanan daniye, ez bi teyarê heylo ji Almanyaya kafir birlixî hatim stenbolê û ........ kesek tune.



ne ser xêrê be.



ez xeyidîm.





19.04.2016 17:54 | hola êzîda

119. civîna hema hema kes nemayî ku li ser peyam nenivîsandî, bila ez jî jê nemînim. helbet civîna me evqas navdar nebube jî me jî li mêrsînê civînokekê pêk anîbu.

weke her tirşikvanî kêfa min jî bi vê civîna stenbolê xweş bu. dibihîsim ku kêrhatî ye jî. hêvîdar im biryarên standî jî wê roj bi roj pêk bînin.

ez ji civîna hola êzîda jê bêhêvî vegeriyayî elmanyayê jî xemgîn bum lê piştî ku çêbu tiştekî ji destê mu nayê. înşileh demeke nêzde em bikarin li elmanya jî civîn pêk bînin.



19.04.2016 18:36 | azadixwaz

120. di dîroka tirşikê da rojeke girîng bû..
pêdivî jê heye ku van roja civîneke din were organîze kirin..
ji ber ku tirşik rih davêje *
lê her kes li ser îşê xwe ye.. Eger dilê we hebe ji bo civîneke nû.. ji min re peyam bavêjin.. ez dikarim organîzasyonê bikim..



09.08.2017 17:46 | bûtîmar

121. Rojek ji diroka tirşikê de.



27.03.2019 10:18 | cinorek

122. rojeke zehv xweş bû..



27.03.2019 15:28 | bûtîmar

123. hevdîtina ku wê her tim di bîra min de be!!



27.03.2019 17:41 | gulêê

124. hey gidî. ji rojên geş yên tirşikê, bîranînek xweş e ji bo rojên reş yên tirşikê.



27.03.2019 21:10 | simurg56

125. Hevdîtinên divê dîsa bên kirin.

Gelek sipas bo @gulêê ku vî civînê yek bi yek û derbarê her kesî de nivîsîye.



23.03.2020 15:17 | brzn

126. kû (bnr: vîrûsa koronayê) derbas be ez ji dikarim beşdarê civina isal bim



24.03.2020 11:40 ~11:40 | quşxaneli

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna nivîskarên tirşikê
» nivîskarên 7 rojan
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî