Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mirov çiqas dikare hest û ramanên xwe bi kurdî derbire - tirşik
mirov çiqas dikare hest û ramanên xwe bi kurdî derbire

Navê mijarê ya ewil ev bû:em çiqasî karin hîs û ramanên xwe bi kurdî îfadê bikin ?
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew rewş e ku mirov dikê fikrê xwe îfade bike lê hema ji kêmasîya kurdîya xwe ew raman di qerikê de dimêne . Piştre mirov hêrs dibe û xwe sûcdar dibîne.



Çareserî ? ( ji xeynî xwendinê) *



25.03.2016 22:54 | gumgumok

2. Mixabin tu carî bi min re nebûye %100. Û bawer nakim ku bibe jî. Herî zêde di mijarên zanistî de ev kêmasiya min derdikeve holê, mixabin ji ber ku saziyeke kurda ya ya kurdî tune, gelek peyvên nû hê bi zimanê din mecbûr divê em bi kar bînin, an jî divê em xwe peyveke biafîrînin. Lê ew jî gelek caran bi dilê min nabe.
Ne tenê di mijarên zanistî de, îro di jiyana rojane de jî ev der dikeve pêşiya me. Heya berî meheke jî ji bo görüntülü konuşma, wergerên rû bi rû, axaftina bi dîmen zêde ne bi dilê min bûn. Herî dawî li vir axaftina bi rengûdeng dît, bêhtir bi serê min ket û fikreke orjînal bû.



28.02.2023 09:46 | merwano

3. bi ya min, para kêmasiya fikirîna kurmancîyeke resen jî tê da heye. Ku meriv kurmancî bifikire şixu ziman diherike. Ku meriv bi Tirkî bifikire zimanê meriva hine cîya da tê girtin.
Mînak : dema ku meriv bêje "görüntülü konuşma" yanî tê wê me'nê ku meriv vira da tirkî fikirîye. Ez vira da kesî jî sûcdar nakim çunkî ew tişta wisa ketiye heyata me. Lêbelê, vê rewşê da gereka meriv mînanî kal û pîrên xwe bifikire. Mesela cîya min zimanê tirko nizane, cîya min ku bixaze bêje em "görüntülü konuşma" bikin wê ça bêje? yê bêje "em vîdyoyê da hev bibînin wisa xeverdin" erê, we jî dît ku dupayî jî bi pergala fikirînê ra jî têkildar e.



28.02.2023 10:53 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovahî
» çiqas pir dibin hewqas bê sir dibin
» dikare ji kêçê rûn derxîne
» hestiyê stû
» xwekuştin
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî