Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; çarînên nivîskarên tirşikê
peyamên çepikkirî

85887. Kuro lawê min bixwîne,

Destê dijminê te bi xwîn e.

Wê evînê me re werîne,

Dîroka kalê te bi zêrîn e.



26.10.2013 23:54 | endazer

85890. Qîzê keça min bixwîne,

Destê celladê te bi xwîn e.

Wê evîne ji me re werîne,

Dîroka pîrê te bi zêrîn e.



26.10.2013 23:54 | endazer

86497. ...
ew der ne qismet e ne jî qeder
Ew der min gellek dike heder
Li ber derîyê dilê te me ey yar
Barana dilê xwe nebarîne her car.
...



26.10.2013 23:54 | endazer

87356. Findeya şevê tarî yî tu

Helbesteke arjen arî yî tu

Derî veke binefşa min

mişterîyê derdê te me ez



26.10.2013 23:54 | endazer

87750. gotin herkes rabû helbestan dinivîse

mi go çiyê ferheng kêm e ji xelkê ve

ger occo mahabad vê rewşê bibihîze

bi şeref û telaq û namûs ji qehra bimire



mekin li me wisa ez bi gorî

mekin qeqlomeqlo vî zimanî

ger li we çend rist bû lazimî

bixwin ristên mela parî parî



mi go bira rewşa zimên li holê ye

go bira zanim dewr li me haho ye

mi go bira çi ye çareya vê kavilê

go bira dev jê berde razê vê saetê





08.06.2013 14:50 | simurg56

87759. ez dibêjim bira, nivîsandina helbesta netirse!

pêşve çûna ziman bi nivîsê ye kê dipirsî bipirse.

ji xwe çerxa felekê kurdan ra nebaş dinvîse

bihêle bila her kes ya dilê xwe binvîse.



26.10.2013 23:54 | endazer

88354. .1

Di camê de heja agirek

Di vî dilî de hêvîyek

Cam derizî,agir tirsî

Dil şikest , dilan şikest



Jb şl ht nvsndn



27.10.2013 15:55 | simurg56

113473. Tenê navê min cihê çend helbesta digre, ez nizanim
tenê çavên min cihê çend wêneyan digre ez nizanim
tenê dengê min cihê çend strana digre Ez nizanim
tenê dilê min di dilê te de cih girt bizane!



08.06.2013 14:50 | simurg56