Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
çarînên nivîskarên tirşikê - tirşik
çarînên nivîskarên tirşikê
(10) (0) (3)
di mijarê de bigere

8. (bnr: occo mahabad)*



30.03.2016 22:46 | ferhenga şikestî

14. Findeya şevê tarî yî tu

Helbesteke arjen arî yî tu

Derî veke binefşa min

mişterîyê derdê te me ez



07.04.2016 00:43 | bûtîmar

17. tû û bedewîya te



wek kulîspîye porê te

reng û bîhn dide

bayê

û

xwezaya te,

lêvên te pelê gul û kulîlkan dirûvê xwe pêdixin,

lê qûna xwe jî diçirînin nikarin bibin wek lêvên te,

çavên te yî kesk û sor û zerî

şemal dide bûkên baranan..

dibê qey xwedê bi qelema hibr lê bêdawî çêkiriye biriyên te

wek ewrên reş daye ser herdû çavên te

taka rihanê şerm dike were qiyasê bi bejn û bala tere,

balîvê pelûş gû xwariye li ber sing û berên te

dermanê mirinên bêdawî ye cotên memikên te

birih dike kaînatê dîtina te

cenosid li kul û derda tînî bi her nihartinek te

çi wesfê xweş hebin nake têrî pezindana te

werhasil bira li vir bimîne bedewîya te

ez hinek din jî pêda herim ewê bixwe serê te



daxuyanî: temam law! ez zanim ne çarînin û serê kafiyeyan li alîkî qûna wan li alîkî çûye ew jî qebûl û ez îtîraf dikim ez ne şaîrim lê hûn jî îtîraf bikin ger şaîrbûma minê helbestên hêja biafiranda..



10.04.2016 10:09 | shorbevan

20. gotin herkes rabû helbestan dinivîse

mi go çiyê ferheng kêm e ji xelkê ve

ger occo mahabad vê rewşê bibihîze

bi şeref û telaq û namûs ji qehra bimire



mekin li me wisa ez bi gorî

mekin qeqlomeqlo vî zimanî

ger li we çend rist bû lazimî

bixwin ristên mela parî parî



mi go bira rewşa zimên li holê ye

go bira zanim dewr li me haho ye

mi go bira çi ye çareya vê kavilê

go bira dev jê berde razê vê saetê





12.04.2016 20:53 | ferhenga şikestî

21. ez dibêjim bira, nivîsandina helbesta netirse!

pêşve çûna ziman bi nivîsê ye kê dipirsî bipirse.

ji xwe çerxa felekê kurdan ra nebaş dinvîse

bihêle bila her kes ya dilê xwe binvîse.



12.04.2016 22:41 | bûtîmar

22. (bnr: kezebreşiya anksiyete manksiyeteyan)

Ez ne helbestvan im, ne nivîskar im

Ji bo fortê li vê mijarê mêvan im

Tembîha min li min û we

Ku we derûnnasek dît, jê birevin



13.04.2016 02:49 | mergehez

25. .1

Di camê de heja agirek

Di vî dilî de hêvîyek

Cam derizî,agir tirsî

Dil şikest , dilan şikest



Jb şl ht nvsndn



21.04.2016 23:38 | gumgumok

27. çirînên ku ez li benda peyameka ceso an kezebmonîtorî a bi çar hev bnr'me zêde li bendê nehêlin *



22.04.2016 00:22 | shorbevan

29. ez bihuştim tû gunehan dikî...



çênebû

ne bû çarîn, em bêjin yekîn.



24.04.2016 18:42 | mijdar

30. .
Çima îşev hûn bêdeng in
Wek kevirên binê derya
Mircanên zer sor û hêşîn
Tel tavêjin bin avê da



30.01.2019 03:28 ~03:29 | bilbilê dilkul

31. çarin nîn e lê tiştekî aha di dilê min da hate xwarê..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..



30.01.2019 15:58 | bûtîmar

32. yeke min jî heye. vê bihara buhirî min ji zalimek re nivîsî bû. kerem kin.

Tenê navê te cihê çend helbesta digre, tu dizanê?
Tenê çavên te cihê çend wêneyan digre tu dizanê?
Tenê dengê te cihê çend strana digre tu dizanê?
Tenê dilê te di dilê min de cih girt bizane!



30.11.2019 20:51 | xwelî li ser

33. Tenê navê min cihê çend helbesta digre, ez nizanim
tenê çavên min cihê çend wêneyan digre ez nizanim
tenê dengê min cihê çend strana digre Ez nizanim
tenê dilê min di dilê te de cih girt bizane!



30.11.2019 21:06 | ferhenga şikestî

36. û dema ku cixare vedixwim
destên min dibin destên bavê min
û dema ku digrîm, hêstirên min dibin
yên bavê min û yê bavê wî



25.12.2019 00:56 | xwelî li ser

37. îro dîsa bum armanca tîran
Tîrên kûl û derdên me bêçaran
herdem zor û zilm û beste
li ser zivarên bêkes û bindest e
kî dikare li hemberê vê bêdeng raweste
bê berxwedanê tu tişt ne rast e



28.03.2020 22:23 | quşxaneli

38. Wekî rêvebirê hesabê ahmedê xanî yî twitterê çarîna min:

Rabit ji me jî fenomenek
peyda bibitin me kurdînûsek
şûrê mîzaha me bête danîn
qedrê tweetên me bête zanîn



28.03.2020 22:53 | mansûr

39. Destê te ye kulîlk di destê min de
Zimanê te ye hingivîn di devê min de
Çavê te ye gerdûn di çavê min de
Dilê te ye hêlîn di dilê min de

Navê te ye helbest di lênûska Rojen
Çavê te ye dîmen di tuwala Lorusso
Dengê te ye newa di dengê Ciwan
Dilê te ye dil di dilê Mirado

Mele Xwelîlê Sêrtî



08.09.2020 20:30 ~20:59 | xwelî li ser

40. eger bi malî
bi xatî, bi xalî
eger bê malî
bê xatî, bê xalî

cemalê berxvan-ûsivê beko..



09.09.2020 00:24 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» çarînên baba tahirê uryan
» nivîskarên nemir
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî