Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 82 peyam
xwedê - tirşik
xwedê
(22) (16) (1)
di mijarê de bigere

37. her tiştî cînavk heye û cînavkê xwedayê misilmanan wî ye. Misilman dibêjin xwedê(yê) alemê, rebê jorî. Êzidî dibêjin yezdanê dilovan. di hemî olên îbrahîmî de xwêdê nêr e. Îsa kurê xwedê ye. di hin civakên panteîst de xweda û xwedawend hene, di hinan de tenê xwedawend heye. nav kurdan de yeqîn nakim kesek hebe zarokatîya xwe de xwedê wek pîremêrek pordirêj, zelamek an jî cenawerek tirsnak xeyal nekirbe. sebebê vê jî ew e ku xwedê li gor hişmendîya mêrên bavsalar hatiye afirandin û ol jî li gor daxwaz, berjewendî û fantazîyên mêran bûye amûra desthilatdarîya civakî.



04.04.2020 18:59 ~19:01 | hespêsor

38. '' Ew kerin, bê ziman in,korin, rîya rast nikarin vegerin.''
Bakara. 18

Kesên ku baweriya xwedê naynin. Kesên ku wê mijarê de dinivîsîn. Çavên van, destên van,tilê yên van hene. Ji bo bê nivîsandin çava dest caw tilî lazim e Ji bo wê cîhanê jî xwedî yek lazim e. Cihan an feza an jî bejin feza bê xwedî na be.
Heger hûn delîl bixwazin çav dest tîllî ya binerin hûn çawa dinivîsînin Ew delîlek xweda ye.



04.04.2020 19:15 ~19:30 | dilreş

39. farabî gotiye cewherek e, îbn sîna yekser red kiriye. redkirina wî bo cewherbûna xwedê wiha ye:

tiştê ewil û dawî yê metafîzîkê heyberên şênber in. ji ber ku mirov dikare wucûd û mahiyeta heyberên şênber veqetîne. bi vê taybetiyê ve ew di heman demê de dibin heyberên pêkan(mimkin). lê ji bo hebûnê/hebin pêdiviya wan bi hêmaneke din çêdibe. her wiha, mirov dikare hebûn û tunebûna heyberên şênber bifikire.

lê veqetandina mahiyet û wucûda wî li aliyekî, mahiyeta xwedê ji heybera wî ne cihê ye, her wiha jê giringtir, pênase û cûreya wî jî tune ye. heyberên şênber ji aliyê wî ve dibin pêkan ku ew ji ber vê taybetiya xwe, dibe hêyberê pêdivî(wacib). an jî mirov dikare heybera xwedê bifikire lê nikare tunebûna wî bifikire.

şaşiya farabî ji ber vê ye: heyberên pêkan ji cewheran (û çawaniyên ku piştre tevlî cewheran dibin) pêk tê. cewher ji aliyê hebûnê ve ji hêman* û sûretan pêk bê, tiştên em li ser rûyê erdê dibînin derdikeve holê, yên ku wekî cisim tên binavkirin: qedeh, qelem, pc, sêv an jî av. lê cewher ne tenê cisim in, her wiha cewherên dercisim jî hene wekî hiş/aqil, nefs. berî tevlîhevbin û bibin cisim, perçeyên cisim yanî hêman û sûret jî tenê serê xwe dibin cewher. qey farabî li vir xwedê nêzîkî aql û nefsê dîtiye/kiriye ku navê/hebûna xwedê heman demê ji aliyê gelek fîlozofan ve wekî hişê çalak/aqlê fe'al hatiye dîtin. îbn sîna wekî sir jî bi nav kiriye.

ecêb e. ji xwe cewher yek ji nav deh kategoriyên arîstoyî ye û her deh jî bi heyberên şênber pêwendîdar in. û farabî çawa xwedê wekî cewher hesibandiye min fêm nekir.

huh.
(bnr: felsefeya îslamê)

not: piştî deh rojên giran min tiştên jor fêm kirin, xwedê bike ne şaş bin*. ha, dema min ev peyam dinivîsand, di youtubeê de ev hebû:



04.04.2020 20:08 ~20:29 | biruya hayao miyazaki

40. hevalekî min ê ereb gotibû allah di her zimanî de allah e hûn çima dibêjin xwedê. bi rastî ez hîç wisa nefikirîbûm û ev pirs bi min gelek ecêb hatibû lê ji aliyekî jî rast bû. dema mirov bibêje xwedê divê bizane ku ev bêje dikare cîhê her afirandêran bigire.

herwiha peyveke pir xweş ser kurdan û xwedê jî heye: netirse, xwedê kurdî jî dizane.

herwiha bi farsî jî xuda ye û wek hüda ketiye tirkî.



30.07.2020 22:55 ~23:21 | keyomerd

41. peyvek pirr gosirmet e , Xwedê anku Xweda ,Dema ku peyvê mÊze dikî wek "ya ku xwe afirandiye" tê fêhm kirin.Gelo ev wate çawa çêbûye bi rastî ez jî vî yekê pirr tatêl dikim.Ne ji ber ku ez kurd im û kurdî hez dikim lê bandora Peyva xwedê ji peyva Allah anku god zêdetir li min dike...Ev jî giringiya ziman derdixe holê.



30.07.2020 23:13 | brzn

42. Hevalekî min a xrîstiyan vê peyvê wiha ji min re şîrove kiribû. Digot peyva Xweda, ji - xwe - da yê tê ango xrîstiyan gelemperî heta %98 bawerî teslîs ê dikin. Yên ku bawerî teslîsê dikin dibêjin bavê me yên asîmana, Îsa û gihana pîroz dibe yek xweda û ew her yek jî bi xwe tiştek in. Ango Îsa jî bav jî gihana pîroz (ruhul kudus) xweda ne. Û bi wan Îsa ji bo gunehên mirovatîyê efû bike jiyana xwe li ser xaçê da. Ev hevalê min û kurdên mesîhî jî vê peyvê wiha şîrove dikin û dibêje peyva xweda ji vir hatiye. Ecêb *



30.07.2020 23:22 ~23:23 | yûsiv

43. peyva xwedê li gor ola mesihiyan îsa mesîh e. încîla yûhenna bi vê ayetê dest pê dike: "di destpêkê da peyv hebû. peyv bi xwedê ra bû û peyv bi xwe xwedê bû."



22.11.2020 20:23 | heyf

44. Bi Kurdî "Xweda", tê wateya ewê kû,
"Ji xwe dide " , "Ji aliyê xwe dide ".
Li gorî baweriya ma ya Îslamê dayîn ne marîfeta me ye. Tenê hew a Xwedayê Mezine, em malêwî didin dest hinekan, lê ji ber go ew ji terefê xwe dide, Ew (Xwe-da) ye.



23.11.2020 02:44 | zîzo

45. gorî îslamê zayenda xwedê tune ye. anku xwedê ne mê ye ne nêr e. lê gorî rêzimana kurmancî xwedê nêr e.

herwiha di îngilîzî de jî ji bo "god(xwedê)" dibêjin "he(ew, lê nêr)"



20.01.2021 15:55 ~2021.01.21 12:12 | keyomerd

46. Xwedê ne mê ye nejî nêre.
Rêzimana Kurdî wî tê bikaranîn.
Wî gelo tenê mana nêr tê manê? Gorî min ne nêr tenê ye. Mirov testên din jî dibêje wî. Ew nayê wê wateyê ku "wî" nêr be.
Minak bidim
Navê wî fîlmî ciye?
Her wuha jî ne wateya nêr tenê ye. Zimanê me ne ecêbe. Pir mantiqî ye.



21.01.2021 00:57 | dilreş

47. Dema ku ez piçûk bûm min digot wey mêrekî zehv mezin ê bi fayke ye. Faykê wî jî bi tame tameyî bû li ber çevê min. û rengê faykê wî jî şîn û reşê vekirî bû...



21.01.2021 01:38 | bûtîmar

48. ne wekî bi gelemperî tê gotin û bawerkirin ji xwe+dan'ê tê. ji xwe+taw'ê tê. taw hevreha tava kurmancî û twanîna (karîn, şiyan) soranî ye. anku yê xweberê ditwane, dikare, dişê biafirîne. ji vir jî tê têgihiştin ku berî ku zimanê kurdî bi zaravayan lêk ve bibe, me kurmancan jî ji devla karînê twanîn bi kar tanî. piştî zarava derketine, twanîn li ba soranan maye û kurmanc jî ew ji dest daye û karîn û şiyan bi kar aniye. helbet ez ne zimannas im û ev tenê teoriya min e, dibe ku ne rast be jî. lê xwe+taw rast e wîkîferheng jî wisa dibêje.



21.01.2021 12:23 | keyomerd

49. Di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. Weka li jorê jî hatî gotin xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk.

Aqilê mirovan eynî dixebite ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan.


- adonîs/130999

- adonay/131009

- odin/131002



21.01.2021 16:45 ~2021.09.10 04:18 | ezcan

50. afirînerek heye. koka her tiştî. kaniya jiyanê. destpêkek. û dawiyek.

jixwe em jiyan û mirinê di jiyana xwe de dijîn, yanî destpêk û dawîbûn.. erê, em Xwedê nabînin. em evîn, azadî, aramî, bextewarî jî nabînin, em van tiştan hîs dikin û dijîn, tenê ji ber ku em nikarin reng û şikilên wan bibînin an jî dest bidin naye we watê ku ev tişt tune ne? Û bi baldarî: ji bo her mirov hîs cûda tê hîskirin.
Lewma: her gel, civak xwedayek ji xwe re diafirîne. her kes xwedayê xwe li gor xwe/ gelê xwe çêdike.

hinek ser Xweda heqaretê dikin. an jî bi navê xwedê pûtperestî (sed caran gotinek - yanî tiştên beredayî) dikin.. hinek henekê xwe bi wî dikin. hinek jê ditirsin. hinek jê hez dikin... ji bo hineka Xweda ereb e, ji bo hineka jî biyanî ye.. (bnr: hûn bi çi zimanî bi xweda diaxivin)?! (Belam ê ateîst jî bêguman bangî wî dikin dema ku dikevin tengasiye...)

Xwedê bê zayend e. Navên "wî": Rastî, evîn, Aştî, azadî, Afirîner, dilovan, .......



13 roj berê 21:06 ~2024.04.10 14:07 | keloş

51. Di erebî de bi cînavên nêr tê îfadekirin. Wek cînavê "Hu". Lê belê Xwedayê mezin ne nêr û ne jî mê ye. Tenê di vî warî de jî erebî zimanekî netemam e. Loma jî gotina "Erebî zimanê bihuştê ye" li gorî min xelet xuya dike.



12 roj berê 10:06 | cinorek

52. Têgeha ku piştî pêkhatina şêyana bîr û hizirkirina mirovan heta îro rêwitiyê li gel mirovan dike. Bi awayên cûr bi cûr. Dema zarok bûm min digot qey xweda mêrek e û her tim li ser ewran nimêjê dike.:d



11 roj berê 02:46 ~02:47 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedê zêde bi­ke

Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî