Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bi tenê çûna sînemayê
peyamên çepikkirî

52731. ji bo geyekî xort dibe ku mecburmayîn e. dema ez diçûm lîseyê, di pola dawîn de fîlma brokeback mountain ketibû vîZyonê. heta wê çaxê ez neçûbûm sînemayê û ji bo vê fîlmê jî nedkarîbûm bangî hevalekî xwe bikim. siwarbûm minibûsê û çûm bakırköyê. têketim nav avm-yekî û min seansa fîlmê pirsî. li ser afîşa fîlmê "+18" dinivîsand û ez gelekî ditirsiyam ku hek emrê min bipirsin ez ê nikaribim temaşe bikim. alîyê din xiroş û hêcan jî hebû. ji ber ku fîlm "gey" bû. xwedayo! LÊ ŞUKR KESEKÎ MİN NEPİRSÎ. ez ketim, min temaşe kir û derketim. ji wê çaxê vir ve (2006) ez ji TENÊ ÇÛNA SÎNEMAYÊ hez dikim. wekî xwendina pirtûkê li ba min çûna sînemayê jî ji bo kesekî ye. her du jî huner e. her du jî konsantre dixwaze. hema dema hûn pirtûkê dixwînin an jî fîlm temaşe dikin, ne hewce ye ku kesek din li cem we hebe.

edît.



06.06.2013 16:08 | endazer