Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 43 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mêrên pordirêj
peyamên çepikkirî

86283. di nava civata kurdan de karekî zehmet e (bnr: modernîteya derengmayî)

ya rastî di nava koremara tirkiyeyê de gelek zahmet e, tabî sedemên wê hene;

dema yek porên xwe dirÊj dike, derûdorên wî jê re dibÊjin 'qey tu jî bûyî artîst, tu jî bûyî serserî, jixwe tu jî sût û tolaz î' falan û bêvan, dema meriv tawanên hanê dibînê, fîlmên tirkan tê bîra mêriv, di salên 80'î de di fîlmên tirkan de nexasim karakter û lehengên xirab hene ku porên wan dirÊj e, heta aniha min qet nedît ku karekterekî pordîrej yekê baş be, yan eroînman e, yan sût e, yan berredayî û doxînsist e, loma jî bi rêya fîlman di hêşê kurdan de jî îdraqeke wilo hasil bûye, dema yek porê xwe dirêj bike teqez berredayî ye!



bavê min ji ji dirÊjkirina poran nefret dike, dema ez wêneyÊn wî yên xortaniyê dibînim, çendîn negihîje milên wî jî, bi giştî porên wî dirêj in, dibêjim bavo ev çi îş e? dibêje wan çaxan wisa bû, pekî tu çima bela xwe li xelkê didî? bersiv tune..



08.06.2013 14:50 | simurg56

113482. Di demên zanîngehê de ez bûm, ya star, ew çi wêrekî bû law. Te bîra min dema min porên xwe jê kirin çawa bûbûn çivîkek sivik û azad...

(bnr: here û venegere)



06.06.2013 16:08 | endazer