Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pedagojîya kurdî - tirşik
pedagojîya kurdî
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Pedagojî ji eslê xwe peyvek yunanî ye 'Paidagogeo' tê wateya 'rêvebirina zaroka'. perwerdehîya zarokan ji xwe re dike qada lêkolînê. bi salên dirêj di nav Derûnnasîyê cih girtîye. lê di sedsala 19. an de êdî rîya xwe ji derûnnasîyê cûda kiriye û wek zanisteke xweser berdewam dike. Ji Yunan a kevn bigrin heta nihe di nav civakên pêşketî de mîsyonek girîng girtîye. ji ber hindê Civakên pêşketî di rîya perwerdehîya zarokên xwe de ji Pedagojîyê zehf sûd wergirtine.



Pedagojî di cîhanê de bi Benjamin Bloom, John Dewey, Celestin Freinet, Paulo Freire û Friedrich Fröbel ê ve destpêkirîye û bi Jean Piaget, Bruner û Lev Vygotsky ve gehiştîye lûtkeya xwe ya bilind.



Di kurdîstan a bakur, serdema hevçax de min heya nihe tenê pirtûkekê kurdî ku li ser pedagojî yê hatibu nivîsandin dît ew jî ya Remazan Pertev bu bi navê "Zarok û Çîrok" belkî hêj zêdetir heye lê ez rastlênehatime.



Axkî ezê meselê bînime kîderê; tirşîkvanên ezîz ger we jî kêmasîyek bi vî rengî dîtibin û ger hûn bixwazin em li ser Pedagojîya Kurdî xebata bikin, pirtûkên pedagojî wergerînin û bo çanda kurdî standardîze bikin werin em bi hevre bo nifşên nû xizmeteke bikin.



29.03.2016 12:05 ~14:24 | azad30

2. yên ku dixwazin tevlî xebata bibe an jî zanînê xwe bo min parve bike bila peyam bişîne



29.03.2016 13:33 | azad30

3.

Zarok û Çîrok ji alîyê Remezan pertev ve hatîye nivîsandin. "zarok û çîrok" ji bo kesên ku pêşveçûna qada pedagojîya kurdî ji xwe re kirîye xem, dermanek xweş e.



Ramazan Pertev û “ Zarok û Çîrok”



Pedagogê Kurd Ramazan Pertev, ji bo dê û bavan kitêbek nivîsandîye. Kitêba destpêka Pedagojîya Kurdî rastê eleqeyek mezin tê. Me jî bi ji bo gohdarên Dengê Amerîkayê li ser kitêba Zarok û Çîrok û li ser xebatên wî bi Ramazan Pertev re hevpeyvînek çêkir.



Birêz Pertev dibêje jiber ku bi Kurdî perwerde nîn e, dema ku yek dest davêje nivîsa Kurdî berê xwe dike gelek waran û dide zanîn ku di ber pedagojîyê de eleqeya wî li ser wêjeyê jî heye.



Ramazan Pertev dibêje “ Ji ber ku warê pedagojîyê him xalî ye him jî kal e ez dixwazim berê xwe bidim pedagojîyê. Heta neha kêm tişt hatine kirin hewceye ku di vî warî da bi zimanê kurdî gelek xebat di ser da werin kirin, kitêba “ Zarok û Çîrok” jî di vî warî da, ji xebatên ewil yên ku bi kurmancî hatine kirinê ye.



Ramazan Pertev dibêje dema ku dest bi xebatên pedagojîyê kiriye, di pratîkê da rastê hin pirsgirêkan hatiye. Pertev dibêje “dema ku zarokek hat, lazime ku wî/wê di hin tehlîlên/ testên aqil û psîkoljik de derbas bikin da ku bizanin ev zarok di çi astî da ye.” Ramazan Pertev dide zanîn ku ew pisporên ku ne kurd bûn an ên ku kurdî nizanibûn, testên bi zimanê tirkî bi zarokan didan kirin û digotin sevîya zekaya zarokan di bin normalê da ye. Pertev dibêje “lê eşkereye ku zarok ne di bin normalê da ne, bela ku zimanê tirkî baş nizanin, ji testan jî tênedigîştin.” Birêz Pertev dibêje dema ku wî bi malbatên zarokan re jî sohbet kirîye dibîne ku di lîteraturê da jî kêmasîyek heye, jiber vê yekê fêm kirîye lazime ku di vî warî da xebat werin kirin. Ramazan Pertev dide zanîn ku termên lîteratura pedagojîyê lazime ku bi kurdî were bikar anîn ji ber ku dema ku bi zimanê kolan û bazarê bi malbatan re were axaftin ew dibe şîret, nabe şêwirmendî. Li ser van pêwistîyan hizra amadekirina kitêba pedagojîya kurdî çêdibe û ev kitêb derdikeve holê.



Kitêb ji du beşan pêk tê lê birêz Pertev dibêje ku ev herdû beş lazim e ku bibûna du kitêb lê bela ku wî kitêbe weke destpirtûk amade kiriye, her dû kitêban kirîye yek û wusa daye çapê. Beşa yekem bi giştî ye û behsa qanûnên pedagojîyê dike. Ji pitikayî destpêdike heta zarokatîya dawî. Ev beş giştî ji bo tevekî zarokan e. Beşa du ya kitêbê, çavkanîya xwe ji zargotinîya kurdîyê girtîye. .Ramazan Pertev dibêje “ev beş jî tesîra zargotina kurdî li ser perwerdeyên zarokên kurdan pêk tê. Min di vir da hewil daye ku ez bi dê û bavan bidim zanîn ku di rakirina zarokan de gelo çîrok çiqas bi qîmet in.” Ramazan Pertev di vê beşê da li ser çend çîrokên klasîk ên kurdî tehlîlên pedagojîk kirîye. Herwiha weke nimûne di kitêbêda cîh daye Destana Mem û Zînê, Efsaneya Newrozê, Fablên weke Şengê û Pengê, Nimûneyên Çîrokani Lêhatinok û zûgotinok, Tiştanok û Mamik in.



Pertev ji bo vê beşê şevbêrkên kurdan bibîr dixe û dibêje “li Kurdîstanê, bi taybetî li gundan şevbêrk hene. Malbat, zar û zêç tevde, hew tedî yekî behsa çîroka cin û pîrebokan kir. Li wir zarokên sê salî, pênc salî jî hene ku ev çeşîd çîrok li ser tevekî jîyana zarokan bandorên neyênî dihêle, êdî heta hebe ew zarok dibe yekî tirsonek û jixwe bêbawer.” Ramzan Pertev dide zanîn ku xwestîye di vê beşê da balê bikşîne ser vê meseleyê û rê nîşan bide ka kîjan çîrok di navbera kîjan salan de ji zarokan tê vegotin.



Remezan Pertev weha dewam dike “ ez jî dinêrim ku li Kurdîstanê “ Du Niv Ziman" * heye, him ji bo zarokên Kurd him jî ji bo mezinan, yanî em dikarin bêjin ku ev rewş, têgihîştina zimanê tevlî hev e li Kurdîstanê.” Ramazan Pertev destnîşan dike ku jiber ku pişaftineke pir xerab li ser zimanê kurdî pêk hatîye nexasim zarokên Kurd him zimanê kurdî him jî zimanê Tirkî bi 200-300 peyvan diaxivin, yanî her dû zimanan jî tam nizanin. Birêz Pertev dibêje ku asîmîlasyon nehîştîyekî zarok zimanekî tam hînbibe û weha dewam dike “ yanî îro zarokên kurd ên li Kurdîstanê mezin bûne ji herdû zimanan jî mehrûm mane. Ev xerabîyeke binavkirî ye.” Ramzan Pertev dibêje ku bi halê vî zimanî şaheserên mezin jî dernakevin û axaftina xwe weha bidawî dike “ji bo berhemên mezin werin afirandin lezime ku heta rehê wê zimanê mirov hakim wî zimanî be, gelo ger tu hakimê wî zimanî nebî tuyê çawa dikaribî bi wî zimanî berhemên baş biafirîni, bi zimanekî nîvçe çawa berhemên baş dê werin afirandin?”



Ramazan Pertev ji Dîyarbekirê ye. 1994’an de Zankoya Marmarayê, ji beşa Şêwirmendîya Psîkolojîk ( Pedagojî)’ê mezûn bûye. Neha him karê xwe dike him jî li Zankoya Artûkluyê, li ser Ziman û Wêjeya Kurdî mastirê dike. Birêz Pertev, bilî kitêba Zarok û Çîrok romaneka kurdî jî nivîsandiûe. Li ser wêjeya klasik a kurdî jî çend berhemên nivîskar hene.





Çavkanî ji malpera dengê amerîka yê , Here lînkê



27.04.2016 11:27 ~11:35 | azad30

4.



Li Swêdê “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum”



lokman polat - gulîstana Çîrokan


Çawa ku di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de kurdên li Swêdê serî dikşînin, herweha di hêla afirandina pirtûkên perwerdeyê yên bi kurdî de jî mamosteyên kurd yên li Swêd pêşkêşiya kar û xebata perwerdeyê jî pêk tînin.



Li Swêdê bi nave “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum” weşanxaneyeke kurdî nû hatiye damezrandin. Ev weşanxane dê bi giranî pirtûkên perwerdeyê yên pedagojîk biweşîne. Damezrevanê wê B. Welatevîn e û ew bi xwe mamosteyê beşa kurdî ye. Li dibistana Stockholmê bi kurdî ders dide zarokên kurdan.



Navenda pedagojîya kurdî 4 pirtûkên ji bo perwerdeya zarokên kurd bi kurdî weşandiye. Ev herçar pirtûk ji bo perwerdeya zarokan gelek giranbiha ne. Pirtûkên ku niha li Swêdê bi kurdî têne amadekirin, di esasê xwe de ji bo pêşerojê, anku ji bo perwerdeya zarokên kurd yên li welêt bingehên gelek baş in. Niha li hinek bajarên Kurdistana bakur dibîstanên taybetî yên ji bo qursa zimanên kurdî hatine damezrandin. Ev pirtûkên li Swêdê ji bo xwendevan û mamosteyên wan qursên zimên jî pêwîstin û materyalên baş in ku ji bo perwerdeya qursa ziman bêne bikaranîn.



Ev herçar pirtûkên “Navenda pedagojîya kurdî” li gor zanîna pedagojîyê û metoda perwerdeyê hatine amadekirin. Ez ê bi kurtî herçar pirtûkan bi xwendevanên kurd bidim danasînê.



1 – BALÎNDE (TEYR Û ÇÛK)



Ev pirtûka perwerdeyê 40 rûpel e. Bergên wê bi wêneyên xweşik hatine çêkirin. Naveroka pirtûkê li ser teyr û çûkan e. Wêneyên rengîn yên gelek cureyên çûk û teyran di pirtûkê de hene. Di gel wêneya rengîn, wêneyên reşûspî yên teyr û çûkan hene ku zarok wan wêneyên li gore hezkirina xwe bi rengîn bikin. Di vê pirtûka perwerdeyê de digel gelek tiştên din, sê xaçepirsên balkêş hene ku bala zarokan bikşîne ser xwe. Di pirtûkê de metoda “bixwîne, lê bigere û binivîse” gelek baş hatiye amadekirin.



2 – AJELÊN (HEYWANÊN KEDÎ)



Ev pirtûk jî bi metoda “bixwîne, binivîse û birengîne” hatiye amade kirin. Di pirtûkê de behsa gelek cure heywanên kedî tê kirin. Herwekî; hesp, kevok, kuçik, ker, beraz, mirîşk, pisîk, bizin, dîk û hwd.



Ev pirtûka pedagojîk ya perwerdeyê ji bo hersê sinifên pêşîn (1, 2, 3) hatine amadekirin. Ji bo ku zarok heywanan nas bikin. Di destpêka pirtûkê de ji bo mamosteyan bi sernavê “Metoda Xebatê” beşek heye ku dive hemû mamosteyên dersa kurdî vê metodê bixwînin.



3 – AJELÊN (HEYWANÊN KOVÎ)



Di vê pirtûkê de jî behsa heywanên kovî tê kirin û zarok bi saya vê pirtûkê gelek heywanên kovî dinasin. Herwekî; şêr, piling, xezal, rovî, jûjî, kûsî, mişk, meymûn, gakûvî û hwd.



Di pirtûkê de wêneyên rengîn û yên reşûspî ji bo zarok birengînin hene.



4 – GULÎSTANA ÇÎROKAN



Ev pirtûka çaran ya weşanxana “Navenda pedagojîya kurdî” ye. Ev pirtûk bi gelek xisûsiyetên xwe pirtûkeke giranbiha ye. Berga pirtûkê gelek xweşik hatiye amade kirin, wêneya bergê rengîn e û nave pirtûkê jî wisa xweş e ku ne tenê bala zarokan dikşîne, herweha bala mezinan jî dikşîne. Bi taybetî yên ku ji xwendina çîrokan hez dikin, çi biçûk û çi mezin, dema vê pirtûkê bibînin, dê miheqeq bikirin û bixwînin.



Pirtûka “Gulîstana Çîrokan” 78 rûpel e. Di pirtûkê de 57 kurteçîrok û fablên bi kurdî hene. Mamoste B. Welatevîn hemû çîrok û fablên ku di pirtûkê de ne ji swêdî wergerandîye kurdî. Gelekên wan fabl û çîrokên anonîm yên gelêrî ne. Ji edebiyata kurdî, swêdî, norveçî, fînî, qirgizî, ermenî, rusî û grekî jî çîrok hene. Çar, pênc çîrok du rûpel û yên din hemû yek rûpeleke ne. Li serîya her çîrokê wêneyeke heye. Tevahîya çîrok û fablan di derbarê heywanan de ne. Lê, naveroka wan ji bo însanan bi şîretên giranbiha hatine pêkanîn.



Wergêrê pirtûkê mamoste B. Welatevîn ji bo dersa perwerdeya zarokan metoda pêkanîna xebatê jî amade kiriye. Ew pêşniyaz dike ku, dive mamoste/a bi dengê bilind çîrokê ji zarokan re bixwîne. Şagirt jî wî/wê teqîb bikin. Li ser naveroka çîrokê bihizirin, bêjeyên ku nizanin di deftera xwe de binivîsin û herweha gelek pêşniyazên din hene ku dersa perwerdeyê hêsan dike û zarok fêr dibin.



Herçar pirtûkên pedagojîk yên ji bo perwerdeya zarokên kurd, hêjane ku ji alî hemû mamosteyên dersên zimanê kurdî li dibîstanan û li welêt jî li qursên zimanê kurdî bêne xwendin. Amadekar û wergêrê pirtûkan berê jî bi nave “Pîvok” pirtûkeke dersa zimanê kurdî amade kiribû. Ew pirtûk li tevahiya bajarên swêdê ji alî mamosteyên kurd ve di dibîstanan de ji bo perwerdeya zarokên kurd tê xwendin.



Ez hêvîdarim ku hemû pirtûkên perwerdeyê yê ji bo zarokên kurd ku heta niha li Swêdê hatine weşandin, di pêşerojê de li welêt jî bêne weşandin û bigîşin destê zarokên kurd yên li welêt.







Çavkanî Çandname : Here lînkê



27.04.2016 11:33 ~11:41 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pedagojîya kurdî
» kurdî wenda dibe gelo ?

Kategoriyên mijarê:: zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî