Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 36 peyam
barê şevê - tirşik
barê şevê | 2012
Nivîskar: Fawaz Husên | kurmancî | roman | 136 rûpel

Fawaz Husên: Giyanekî kurdî di bedeneke fransî de Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbext...
barê şevê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirtûkek a fawaz husên e .

mijara pirtûkê, 4 kurdên ku her yek ji parçeyek din ê kurdistanê ye û her çar jî dixwazin xwe bi awayekî bikînin ewropayê û li wir destûra mayînê bistînin, e . zimanê pirtûkê bo min hinek giran bû, ji ber ku tê de têra xwe peyvên ku min wateya wan nedizanî hebû .sedema vê yekê dibe ku ji ber ku nivîskar ne ji bakurê kurdistanê ye, be .

alê serketinê de jî dema binirxînim, dikarim bêjim ku ne bi qasê pirtûka ez ê yekî bikujim a firat cewerî ku min di van rojên dawîn de herduyan jî xwend, serketî ye. dîsa jî dema mirov pirtûkê diqedîne, ji xwendina wê poşman nabe .



16.08.2013 19:04 | brusk56

2. çîrokê vizvizokî tê de hene, kes nikare bibêje ev mijar çawa gîhaşt vir. bawer im nivîskar hema xwestiye rûpela tije bike û biweşîne...



15.01.2014 03:34 | berxweda

3. romana ewilîn ku min bi kurdî xwendi ye. lê ger hûn bipirsin te çi fêm kir ? bersiva min tune *



21.04.2014 19:48 | sewdaxan

4. pirtûkek xweş a fawaz husen e. mijara pirtûkê bala mirov dikişîne û di demek kurt de xwe dide xwendin.

piş pitûkê wisa nivîsandiye fawaz husen ;



"Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin."



Di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.



21.04.2014 21:35 | brusk56

5. bi kurtî dibêje ku hema li kurdistan bimirin lê neyên ewropayê û xwelî li serê xwe nekin.



02.06.2014 22:25 | jaro

6. pirtûka ku heta min xilas kir çavê şeytên teqiya. lê min kir û nekir min fehm nekir be çawa ew cin bi dor jineke ket û law jê çêbû

(bnr: bidorketin)



12.04.2015 04:52 | gêjê

7. Min saleke berê hemî kitêbên fawaz Husên kirrîbûn. Meha çûyî ancax min bo xwendinê keysê lê anî. ev jî romana wê ya sêyem e. Ez hêj jê dikim ku xwendineke Kronolojîk bikim loma ev romana sêyem e ku min xwendiye.

Li jor gelek kes jixwe qala naveroka romanê kirine loma ne hewce ye behsa romanê careke dî bikim.
Romaneke 140 rûpel e mirov dikare di derbekê de bixwîne. Zimanê wî jî wek li jor hatiye gotin ne zor û zehmet e, beravajî gelek sivik e. Ez dibêjim qey hevalinan hê pirtûkên Ciwanmerd kulek nexwendine *
Li gorî her du romanên wî yên ewil ên (bnr: amîdabad) û (bnr: parîsabad)ê piyên vê romanê bêtir li erdê bû lê dîsa jî bi dilekî rehet nikarim bêjim fawaz bi vê romanê gotiye 'wa roman wisa tê nivîsîn'
Wek li jor jî hatiye gotin fawaz ez dibêjim qey hama gotiye ez romanê xelas bikim û bidim ber çapê. Çimkî di navbera bûyeran de têkilî pirr qels bûn. Yek jê teknîka bingehîn a romana serkeftî ew e ku nivîskar karibe di navbera bûyeran de têkilî û pêwendîyeke xurt ava bike. Lê mixabin ev roman ne weha bû.
Wek du romanên Ewil ên Fawaz di vê romanê de jî tema 'koçkirin' bû. Ez bawer dikim hemî kitêbên fawaz li ser koç û sirgûniyê ye. Meriv ji wextekê şûnde ji heman temayan eciz dibe. Loma ezê demek dirêj êdî fawêz nexwînin.

Çar kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê bi reverev diherin Parîsê. Ji çar kurdan bi tenê yê ji Diyarbekirê koç dike bi ser dikeve yên din têk diçin. Lê ji xeynî ewê ku ji êranê ango ji rojhilatê revîyabû, bingeha sedema koça her sê kurdên dî hinekî belasebeb bû. Yanî nivîskar ji bo reva ber bi Awropayê sedemeke maqûl nedîtiye. Wek ku xwestiye romanekê binivîse Hama bila ji çar perçeyan kurd tê de hebin.
Yê ji Diyarbekirê dihere bavê wî zengîn e. Ji ber ku kurê wî jîr e dixwaze here Awropayê û bibe mirovekî mezin. Lê birê min tu sebeba reva wî tune ye. Yanî jixwe eger bixwaze dikare bi awayekî fermî û bi pasaport here. Tu çima wî bi qaçaxî wî direvînî? Tu kar û emelên wî yên îllegal tune ye zaten. Ne hewce ye bi dizika bireve. Yê ji Amûdê direve; zewicandî û xwedan zar û zêç e. Bi qasî em jê fêm dikin tu emeleke wî ya siyasî jî nîn e. Ango yekî nexwenda ye. Hem direve û zar û zêç û jina xwe li dû xwe dihêle hem jî belasebeb dimire. Yê ji Iraqê ango ji başûr direve jî belasebeb direve. Çimkî jixwe Amerîkayê seddam ji textê xistiye û kurd jî êdî azad in.
Bi kurt û kurmancî romaneke ne serkeftî bû lê ne ewqasî jî xirab bû. Eger pirr dema we hebe û hûn bixwazin vî nivîskarî binasin hûn dikarin bixwînin. Na eger dema we ya xwendinê pirr tunebe hîç destê xwe nedinê



26.04.2020 02:16 ~02:35 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» barê şevê
» şevên havînê yên amedê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî