Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
gelo haya we ji kurdên qafqasyayê heye? - tirşik
gelo haya we ji kurdên qafqasyayê heye?
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. wek tête zanin kurdîstan ne 4 perçe ye kurdîstan 5 perçe ye. beşa 5. ê jî rexê qafqasyayê ye. ez dîroka kurdên qafqasyayê têlim hîvya we, ez ê vira pir nakevime dîroka wan ger hûn bixwazin dîroka wan hîn bibin kovara (bnr: nûbihar) hejmara 126. û 127.ê bixwînin û her wiha kovara "kürt tarihi" jî di hejmarekê xwe da zanînên bi qîmet dîyarî me kirîye.



dema ku em dîroka kurdên sedsala 20.emîn dixwînin em dibînin ku kurdên qafqasyayê bi tena serê xwe gencîneyên mezin dîyarî me kirine bi taybetî kurdên êzîdî(xwedê teala ji wan razî bît, ji ber ked a wan a ku wêje û hûnera kurdî derxistîye asteke bi qîmet) xizmetên mezin kirine. wek mînak; kurdên ermenîstanê hama tenê bi (bnr:radyoya rewanê) û rojnameya "rêya teze" ve reng û ahengek daye wêje û hûnera kurdî, kurdên qazakîstanê 70-80 sal berê bi sedan pirtûkên kurdî weşîyane.



ger em bo vegotina xizmetên kurdên qafqasyayê berdewam bikim divê ku ez heya şevê ji ser kombersê ranebim (nûbihar hejmara 126 bo vê mijarê dosyayek dewlemend amade kirîye hûn hez bikin binêrin) . nexwe ezê mijarê binîm kîderê : gelo pejna kurdên qafqasyayê çima nayê an jî em wek kurdên bakur bi avayeke kolektîv çima pêvendîyek daneynin bi kurdên qafqasyayê. Ya rast em wek nifşa tirşik ê dikarin pêvendîyek çêbikin le gel kurdên qafqasya yê. Ev pêvendî dê hem ji bo yekîtîya kurd a û hem jî bi avayekî sembolik be jî spasîya me bo xizmeta wan dîyar bike…



30.03.2016 13:54 ~14:27 | azad30

2. Erê, heye.



30.03.2016 15:10 | bêvila nazmîkirik

3. pirsa ku bersiva wÊ : weehh te 'eyb kir haa!, ye.



30.03.2016 16:23 | medê

4. Ger em pêvendî bi keç û xortên kurdên qafqasyayê pêk bînin , wek gotina (bnr: ehmedê xanî)"vêkra bikira me înqiyadek" ango me hevre xebat kiriba ji bo wêje û hûnera kurdî em da şoreşek mezin çêken. Û bi vê înqiyadê em da pişta bêhêvîtîyê bişkînin, wek gotina (bnr: seyda seîdê kurdî) rûhê bapîrk û pîrkêt xwe yê ku ked dabûne kurdayetî, di qebra wan de şad biken. Xwezî keç û xortên kurdên qafqasyayê jî di nav tirşik ê de hebûya .



30.03.2016 19:59 ~19:59 | azad30


6. ji yên ermenîstanê belê heye. mirov dikare bi teyareyê ji stenbolê rast here rewanê(erîvan) yan jî bi otobêsê di ser tiflîsê re here. li qêpî vîze didin mirov û heqê wê di sibata 2017an de 7 dolar bû. kovara barê jî dosyayek li ser kurdên rewanê amade kiribû di bihara 2017an de. mintiqeyek bi navê elegezê heye ku ji 11 gundên kurdan pêk tê. kurdên vir êzidî ne. gor û malmûzexane û torinên fêrikê ûsiv jî li gundê sîpan e.



24.02.2019 20:29 | yusiv hemed

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelo haya ji kurdên qafqasyayê heye?
» hayat private university for science & technology
» kurdên anatoliyayê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî