Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ez ê yekî bikujim - tirşik
ez ê yekî bikujim | 2012
Nivîskar: Firat Cewerî | kurmancî | roman | 152 rûpel

Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û a...
ez ê yekî bikujim
(26) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. pirtûkekî a firat cewerî ye. pirtûk di cûreya romanê de ye û 2008 an de ji weşanxaneya avesta derket.

min vê pirtûkê, par, ji fuara pirtûkan a amedê standibû. lê min nû xwend û ez poşman in ku min beriya niha nexwendiye.pirtûkek pir baş e û pir riwîn* e .piştî mirov despê pirtûkê dike, dixwaze di cî de bixwîne û dawiya romanê bibîne .

mijara pirtûkê gelek bala mirov dikişîne. ez naxwazim zêde qala mijarê bikim ji ber ku piraniya tiştan bi awayekî surprîz derdikeve holê. lê dikarim vê yekê bibêjim ku pirtûk piranî qala zilamek ku 15 salan bo gelê xwe di zindanê de maye, dike .

ez vê pirtûkê ji herkesî re pêşniyar dikim. zimanê pirtûkê jî ne giran e .



16.08.2013 19:05 | brusk56

2. (bnr: ez ê di yekînim)



17.08.2013 20:33 | tivirloismail

3. pirtukeke firat cewerî ye. nivîs behsa têkçuyiyên tevgerê dike. ristin û pêdeçuna pirtukê bi awayeke zane baş hatiye lêkirin û pirtuk xwe dide xwendin, mirov pê dikeve. lê weke ku dawiya pirtukê nehatî temamkirin e. pirtuk ji du beşan pêk tê û her beşekê de yê raveker cuda ye, lê awayê vegotinê naguhere, buyerên tê de pir in lê kitekitên wê weke ku hinekî kêm mabe.



(spoiler: dianaya ku di pirtukê de serpêhatiyên xwe vedibêje; hema bêja tu tişt namîne ku nekeve tê de. lê ji ber ku kitekitên wê hinekî kêm e weke filmeke aksiyonê ya bi lez û bez dibore ye. serbazê wê hêsir digire wê serbest berdide lê kes bi temamî nizane ji ber çi! li derekê dianaya me dibêje ka keça te heye yan na, lê hema ewqas. lawo ma ev çiqas bi bandor, hema ewqas bi bandor be hinekî jî behsa wê bandora wê bike. hin sîxurên dewletê heftiyekê tecawizê keçika hanê dikin lê hema diana behsa xwekuştinê du-sê caran dike. hema qet nebe divê sê-çar tişt bihatina gotin ku travma û êş û azara li ser psîkolojiya wê bihata nîşandan.)



zimanê pirtukê ne xerab e û baş tê fêhmkirin. peyva "tibabek" pir tê bikaranîn û di wateya "qederek", "medeyek", "qasekî", "ne zêde lê hinekî pir" de hatiye karanîn ku herêma me jî bi awayê devkî "tivavek" tê gotin.

hêjayî xwendinê ye, hema qet nebe kurdî ye. bi çaveke din hin cureyên din ên têkoşerên nêrîn ne tişteke xerab e û dê rê veke bêtir bêne fêhmkirin. lê meseleya "ji bo azadkirina bajêr" zêde hatiye behskirin û buye weke benîştê. tama wê hêdî hêdî diguhere.

welhasilê kelamî kêrî xwendinê tê.



27.08.2013 18:46 | azadixwaz


5. (bnr: peyamên li cihên xwe yên nû)



27.08.2013 20:08 | azadixwaz

6. navê pirtûkê ji pirtûkê gelekî xweştir û serketîtir e.



28.08.2013 01:22 | giyanstêr

7. romana ku helîm yûsiv digot firat cewerî ew ji niza'm kîjan çîroka min diziye. bo xatirê xwedê, ne romaneke wisa serkeftî ye ku mirov hesûdiya wê bike. erê, teknîk filan baş e, ziman herikbar e, hunandina wê kêm zêde dişibe tevna romaneke modern lê ji serî heta binî oryantalîzm e baba. temsîlên wê jixwe haho haho! min nedin axaftin.

hema bila nivîskarê wê dev ji çîrokê berde, kîjan romanê çawa dinivîse bi keyfa xwe ye. qediyato!



28.08.2013 06:18 | terkexem

8. bûye sedem ku bîranîneke min were bîra min.

hevalekî nisêbînî şevekê dema vexwaribû û ev pirtûk dît got:

-ez ê yekî bikujim! ca te jî wisa digot! de were bê kî dinne kê!



28.08.2013 23:06 | quto

9. romana firat cewerî ye.(bnr: )http://www.idefix.com/kitap/ez-e-yeki-bikujim-firat-ceweri/tanim.asp?sid=OUYBAF9XIE5BTR0IZZWJ



13.09.2013 22:20 | firat

10. di vê romanê de firat cewerî dawiya romanê herimandiye, ji ber ku lehengên romanê ji nişka ve winda dike û romanê diqedîne; ango ecele dike û hewl dide ku roman zû biqede, ji ber vê jî ketiyê di kêmasiyê de. dema min ev roman xwendî romana lokman polat a bi navê "kewa marî" xwe li ser bîra min kûr dikir.



28.03.2014 00:08 | zero

11. berhemek hêjayî xwendinê ye. min duh destpê kir û îro jî qedand. niha li nobetê me, lê ji ber vê romanê min dev ji kar û bar berda û vêga xelas kir. yanî pirtûk xwe baş dide xwendin.

zimanê pirtûkê weke li jor jî hatiye gotin, sivik û herikbar e. senaryo jî ne xerab e ji ber vê yekê ye ku mirov hema zû dixwaze xwe bigihîne rûpela 152yemîn.



bi qasê min ji pirtûkê fêhm kir, bajarê ku bûyer lê diqewimîn yanî ew "ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wê bûm" amed e. ji ber ku behsa navê wê kevin/nû tê kirin.

her wiha, bûna navenda goçan û hebûna dikanên cîgerfiroş, dizehên ku bi çavê rojê dibin, avahiyên galeriya û otela dedeman vê yekê baş kifş dikin.



weke jor jî hatiye nivîsandin, pirtûk ji 2 beşan pêk tê. her bej ji devê lehengeke din tê vegotin. min hêvî dikir ku dema derbasî beşa duyemîn bibim, bi guherîna peyvan û şêweya hevok û vegotinê nivîskar li min bide hîskirin ku bi rastî jî yê ku çîrokê dibêje guheriye. lê ne wisa bû, ger wisa bûya wê ji bo berhemê serkeftinek bûya lê nebûna wê jî ne kêmasiyek e.



pirtûk ne propaganda an jî reşkirina tu rêxistinan e. behsa lehengiya şoreşgeran nake, serkeftin an jî binketina wan jî rexne nake. tenê hinek karakterên têkçûyî û wendakirî yên vê çîrokê, radixe ber çavên me û me ji dinyayê sar dike.



çîroka serlehengê me yê mêrkuj ne seyr û nedîtî ye. berevajî, gelek berbilav e jî. lê çîroka dîana'ya reben gelek resen e, dilê mirov diguvişe û bernade. wisa bawer nakim ku bi cewherî, bi çaveke oryantalîst li meseleyan nêriye. nêrîna wî him ji navendê him jî ji derve ye. lê tabî zêdetir ji navendê ye.



----- spoiler ----



welê xuya dike ku ez ê 3-4 rojan derbarê dîanayê de bifikirim. ji ber ku bi rastî morala min xerab kir. em ne li fezayê mezin bûne, tabî em gelek êşên vî şerê qirêj dizanin. lê dev ji hebûna bûyerek wisa berdin, îhtîmala hebûna bûyerek wisa jî ji bo min bes e ku bikevim dojeya dîanayê.

di xwedina pirtûkê de her tim ev hat bîra min: çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike. ji ber ku di salên 80î û 90î de jî, niha jî hêza gelê kurd qet ne ewqas lawaz bû ku bikare şoreşgereke xwe bi vî awayî bihêle di destê neyaran de. hê berî çend mehan li mekteba ku di hilbijartinê de min dengê xwe lê bi kar anî de, hevalan polîsan dan ber kulman û jineke ku ji aliyê polîsan ve dihat lêgerîn û li ser sindoqan hatibû girtin,ji destê polîsan rizgar kirin û birin. yanî ger dîanayê tenê çaveke xwe jî li saziyên xwe re biqusanda, wê an darek xistibûyan qûna wan pêzewangan an jî wê bi hev re bihatan kuştin.



di romanê de çend xalan jî bala min kişandin;



- serbazê leşkeran ku cara ewil wî dîanayê dîl girtibû, ji hemû karekterên din yên çîrokê baştir û dilnermtir derket. û ez bawer im rastiyê de jî wisa ye. yê ku tirk e tê rehmê lê ew kurdên ku qoricitiyê dikin ji hemû dijminên rastîn û esas hovtir, wehştir û cehştir in. nizanim çima lê vêga mehmet metiner hat bîra min. xwedê xêr bike.

- navê qiriciyê bênamûs "satılmış" bû. (navek bi tirkî yê popûler e ku wateya "firotî" ye) ez bawer im nivîskar vî navê bi zanebûn û qestî bi kar abiye. nexwe bila ji wan kesan çi navî hilbijêra ku ji bo çend qûrîşan dibin dijminê gelê xwe û kujerên keç û xortên gelê xwe?

- pirtûkê de nivîskar ji xeynî gotina ku dîana eslê xwe ji mûşê ye, navê tu deveran nade. nizanim gelo ji bertekan tirsiyaye an ji ber tiştekî din e?

- di meseleya birakujiya pêşmerge û hevalan de jî min tevgerên nivîskar hinekî beredayî dît. ne hewce bû ku bi çavê me re bike ku ji her du aliyan jî hinek li dijî vê şerê bûn lê hinek jî ji dil şer û dijminatiyê dikirin û hwd. ev tevger dişibin tevgerên mahsun kırmızıgül.



ji destpêka pirtûkê ve, zilamê me digot xewnên min xelet dernakevin û ez ê yekî bikujim. lê mixabin wisa nebû wê rojê nekarî tu kesî bikuje. heta yekê ji mirinê xelas kir û ew xwe jî hindik mabû bimire. vêca nizanim çima dema ku çû malê, diya xwe ya reben nekuşt.

ji xwe ew ji min re bû dert. jixwe ji ber fikr û tevgerên zilamê me yên li hemberî diya xwe ez aciz kirim, serde jî nivîskarê me cewherî jî qet mafê gotinekê neda jinika reben û wisa hat jibîrkirin û çû.



zilam her û her got ez ê yekê bikujim û dawiyê de jî kuşt. digot wê yekî bikuje ne hinekan, loma em dizanin ku nivîskarê me nehat kuştin û îhtîmalek mezin çû derbarê bûyeran de pirtûkek jî nivîsand.



vê pirtûkê nizanim çima lê fîlma ta'm e guilassê anî bîra min. li wir zilamek ji bo ku dema xwe kuşt veşêre, li kujerek digeriya. li vir jî zilam ji bo kuştinê li qurbanek digere. li wir zilam ji bo vî daxwaza xwe nedikariya bi hêsanî kesekî bibîne, lê dema ku erebeya w diket xendekekî de bêyî daxwazkirin û lêgerînê, alîkariya pêwist wî didît û dihat. di romana me de jî, zilamê me ji bo kuştinê dike nake kesek li gorî kêfa xwe nabîne lê diçe rastî zarokek muhtacî xelasbûnê tê û wî ji mirinê difelitîne û hwd. belkî zêde neşibin hev jî lê fîlmê anî bîra min ...



----- spoiler ----



29.06.2014 17:55 | simurg56

12. romana ku bi romana lehî dewam dike. lehî derketiye û ji pirtûka yekemîn stûrtir e jî.



13.07.2014 00:50 | simurg56

13. pirtûka ku wextê xwe de hatiye îdîakirin ku ji mijara çîroka helîm yûsiv ya bi navê meha sêzdehan hatiye dizîn.

(bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)



01.08.2014 01:29 | simurg56

14. (bnr: piştre ez ê bikutim yên mayî).



11.11.2014 21:24 | tivirloismail

15. Helîm cil û bergê xwe girt xencera xwe da dest xwe lê meyzand go ezê îro yekî bikujim û ji mal pekiya derket.Gava derkete kolanê rast berê xwe da rawestgaha otobûsa gelî,Li rawestgehê zelamek li mil çentekî reş bihemdê xwe rûniştibû,Silav dayê zelam silavî lê vegerand ,go navê te çi ye.Zelam hinkî şaş û maşo go firat.Helîm xencera xwe ji ber xwe kişand li nava dilê wî de çikand, pêre go bimre ferat ev çito nave qeşmer. Ferat cîde rihê xwe teslîm kir helîm xencara xwe ye ku jê xwîn dilopîkî ji nava dilê camêr kişand li ber xwe nihêrî ku otobês hatiye bi dengekî bilind kir qêrîn go ezê îro tekerekî biteqînîm ,bi wê hevê re xwe gihande ber otubêsê teker da ber xencara fisînî ji tekera reben çû go tu çito tekerî ulan û arkasi yarin.



04.04.2015 00:00 | tivirloismail

16. ez e îro tekerekî biteqînîm.em benda te ne..



04.04.2015 00:06 | cemilcanbegî

17. pirtuka xuyaye versiyonên wê derdikevin e. xêre tivirlo, tu ji kê aciz bî(ya rast xuya ye ji kê!)? aram be, easy!



04.04.2015 00:14 | azadixwaz

18. pirtûka firat cewerî ye. pirtûka serîpirtûk a yekeme, ya duyem jî ''lehî'' ye. pirtûka ku seydo aydogan di kovara wêje û rexneyê de li serê gotarek weşandibû û di gotara xwe de rexneyên gelek giran lê kiribûn. piştî vê rexneyê ya rastî ez hinekî jê sar bûm, lê ne ev tenê lewra firat cewerî jî nivîskarekî qureye hinekî. awayê romanên wî hinekî dişibin hev.



04.04.2015 00:15 | subasi842