Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
ez ê yekî bikujim - tirşik
ez ê yekî bikujim | 2012
Nivîskar: Firat Cewerî | kurmancî | roman | 152 rûpel

Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û a...
ez ê yekî bikujim
(26) (3) (3)
di mijarê de bigere

19. ser vê çîrokê helîm yusiv û firat cewerî ketibûn qirka hev,lê madem rêze pirtûke bila navê ya sêyêm jî bibe:Ez ê îro tekerekî biteqinîm.



04.04.2015 00:20 | tivirloismail

20. Mi no roman hîrê roj ra ver wendî, Zaf oryantalist veradaya amebî. Mi roman ser o hûmarê diyin ya kovara hêja û qedirberz Weje û Rexne de mamoste Îbrahîm Seydo ser o Ez ê yewî bikîşo/Ez ê yekî bikujim nuşteyêk nuştibî mi wendî. Mamostê Seydo zî no romana çiqas veradayayo îspat keno. Hevalêk wesnane roman danî wa no nuştê Mamostê Seydo biwanî



27.05.2015 12:34 | teberkerde

21. (bnr: serê xwe bixwe)



27.05.2015 12:40 | shorbevan

22. a soxî ezê îroj destpê xwendina vê romanê bikim. hêvî ji xwedê dikim ne wek mêrê avis a hêlim yûsiv be. dixwazim hinek ruhê min hênik bibe. min peyamên li jor jî nexwend. ka bira bibe surprîz. *



20.09.2015 12:44 ~13:03 | biruya hayao miyazaki

23. romana ku firat cewerî û helîm yûsiv ji bo wê şer kiribû, ji ber H. Yûsiv digot ku firat ji çîroka min diziye.

(bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)



20.09.2015 13:01 | dijber

24. manyaqê hanê lehenga romanê ye. ev çi psîkolojiyek genî yaw. ne'let.



03.11.2015 23:39 | biruya hayao miyazaki


26. (bnr: ez ê di yekî nim)



04.11.2015 01:51 | dijber

27. ezê çawa destpê rexneyê bikim nizanim. DİBE ROJEK DİN.. heta dora rûpela 100î min di du roja de xwedibû lê kar nehiştibû bi xweşî xwe bidimê û pirtûk berî vê şevê xelas bibe. xwedêyo! çîrok, serpêhatî ya esil di navbera 110 û dawî ye û pirtûkên ku min heta anuha xwendine li cem vê berhemê bû toz û firiya... divê ez sibê di 6 û nîvan de rabim. lê pirtûk nehişt rakevim û xelas bû jî nahêle...



kelecaniyek xweş li ser min E. ji ber ku ev romana serkeftî kurdî ye!

lê dilê min êşand. êşek çawa ye nikarim bisêwirim.



(bnr: spoiler)

min zûka lehî ji refê derxist. zilamê manyak a li jor li peyamekê kin min nivîsîbû, sedema navê roman e û yên pirtûk xwendine wê zanibin, kesekî nekuşt û wanî çû dilovaniya xwe. madem lehî dewama vê romanê ye, gelek meraqan dikim, ka li lehî jî ew heye an na. bi teknîkî divê tune be lê bi mantiqî divê hebe! ooo xwedêyo! tibabek pirs li serê min hene. lê divê rakevim.*

(bnr: spoiler)



20.11.2015 00:59 ~01:03 | biruya hayao miyazaki

28. divê herkesê ku dixwaze dest bi xwendina kurdî bike bi vê pirtikê despê bike.

ji ber ku him zimanê wê ne giran e him jî mijar û serpêhatiyên tê de gelek balkêş in.



20.11.2015 01:17 | brusk56

29. ------li vê peyamê bêhna spoilerê difire.------

------heq we pirtûk nexwendibe, jê dûrkevin.------



simurg56 peyamekê xweş nivîsandiye.ez ê yekî bikujim/43916

lê tiştek pirsiye:

çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike.



ji xwe dîana bersivê dide: ew ketiye bin destê dijminan. û ew bi hêsanî here li ba "heval"an wê gumanî bikeve dilên wan û wê dianayê xayîn bihesibînin. dîana piştî ked û xebatên xwe naxwaze navê xayintî lê be. ji ber vê jî ser li saziyên "heval"an nake.



gelek caran min bihîst. rast e yan derew e, li gorî gotinan kesên diherin çiyê û bi riyekê namûsî(mîna dîanayê) an bênamûsî be ferq nake, dema tên li nav bajaran bi çavekî xayîn tê dîtin. hema nebe, ji civatê tê afaroz kirin. ê dîana xwêdan herikandiye, helbet wê nexwaze bi navê xayîn bê bangkirin.



lê bi ya min pirsa herî mezin ev e:



li cem teorîk, pratîk jî perwerdeya şerê dîtiye. ev dîanayê divê berî xwekuştinê bifikre, divê tolhilandinê bikira armanc. li gorî kitêb 6 meh bi tecawiz û qehpetî derbas kiriye. di nav vê 6 mehê de ma carekê jî ew neçû mitfaxê û hema dest bi kêrê nebû! kesekî bifikirin ku demek dirêj li ser ramanekî felsefî fikiriye. bûye gerîla û ketiye pevçûnan piştî perwerdeyê û nuha mîna keçikên nû ji dawa dayika xwe derketiye tevdide û hema mecbûrî qehpikbûnê ye! erê nivîsar xweş daye xuyandin, dîana tirsonek nebe jî, hema tirs li dilê ye. dema ji aliyê serbaz û him jî yên qoruciyan ve hat zevkirin dîana tim ket dûdiliyê. tevneda. hema her tişt qebûl kir. bi ya min nivîskar van tiştan ji bo tirsonekiya wê bide rêdan bikaraniye. yan jî lawazbûniya wê.



û nizanim çend tiştên din..



20.11.2015 10:27 ~11:31 | biruya hayao miyazaki

30. ji bilî ku zimanê wê kurdî ye tu taybetiyên wê tune.



20.11.2015 13:54 | xulamê mîr

31. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



20.11.2015 22:01 | ferhenga şikestî

32. Yaw ji bo Xwedê nivîskarek evqas jî qala xwe nake law. Welleh bîlleh însan aciz dibe. Ez hew dikarim li wî guhdarî bikim. Hingî pesnê xwe dide ez êdî naxwazim pirtûkên wî jî bixwînim.

Lê ji bo xwendevanên ku nû dest bi xwendina bi kurmancî dikin, baş e, çi bêjim.



31.05.2016 23:34 | hew

33. çend tirşikvan bo kesên nû dest bi xwendina bi kurdî dikin, pirtûka ez ê yekî bikujim pêşniyarî wan kirine.
ez ê yekî bikujim/80640
ez ê yekî bikujim/90400

xwendina romanan di destpêkê de? na loo. Here lînkê

ez ne bawer im ku di destpêkê de sebra xwîneran bi romanan were. çîrokên ku li jor min lînka wî danîye (bnr: gurî), bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin. bi gotinên pêşiyan û biwêjan ve tije ye. ew çîrok gişt "çîrokên serpêhatiyên kurdî" ne, û kurte ne (jixwe çîrok kurte ne). bo destpêkê meriv dikare çîrokên wisa bixwîne. pirtûka birêz cewerî ne tenê li aliyê dirêjbûnê (jixwe roman dirêj in), ji ber ku bîna wergerê jî jê tê, bo xwînerên nû neqenc e. bi ya min, xwînerên nû divê qasî demek ji pirtûkên "weha" dûr bin. ez ê yekî bikujim romanekî xirab filan nin e, baş e. di pirtûka cewerîyê de zimanê kurdî her çiqas li aliyê standardîzebûnê ve forsa xwe bikarîbe jî bavêje, kurmanciya wê ku li ber çavan e, ne kurmanciya gewr e. wekî min got, hebkî bîna wergerê jê tê. ez berhemên ku bi "zimanekî xweser û resen" hatine nivîsandin dikarim pêşniyarî xwînerên nû bikim, ne ewên din.



01.12.2018 15:14 ~2021.05.16 03:13 | mirovekirind

34. Ez ê veronikayê bikujim.
Çimkî:
Here lînkê



29.03.2019 13:43 | cinorek

35. romana ku heft heşt sal berê min xwendibû û kêfa min jê ra hatibû û lê niha zêde tiştek ji naveroka wê nayê bîra min. di dema xwe da bûbû mijara gelek nîqaş û gotaran.



29.03.2019 14:16 | henûn

36. romana ku ji ber navê vî naveroka wê bi min egerên qelsbûnê xurt kir.



29.03.2019 21:56 | serhednişîn

37. ..



13.05.2019 22:55 ~22:55 | bûtîmar

38. (bnr: nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin)



13.05.2019 23:04 ~23:05 | roza

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekî bi dev û diran bûn

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî