Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
firat cewerî - tirşik
firat cewerî
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bicih bû, li 80an koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzî deh kitêban nivîsîne û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî. Herwesa kitêbên wî jî jibo zimanên dî hatine wergerandin.(erebî, almanî,swêdî,tirkî,farîsî,zaravaya soranî) Kitêba Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.

Firat Cewerî li 24'ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye. (çavkanî : vikipedia û pirtûka wî)



16.08.2013 19:06 | brusk56

4. (bnr: kovara nÛdem) Di kovargerÎya kurdÎ de mÎnakeke girÎng e.



22.08.2013 11:26 | gome

5. xwendevanê ku pirtûkên wî pêsniyazî hevalên xwe bike ji wêjeya kurdî û dinyayê tishtek fam nekiriye.



22.08.2013 13:21 | rojgar

6. nivîskarê ku pirtûka wî ya ez ê yekî bikujim qet ne xerab bû e û ez dikarim bi awayekî xwe bawer vê pirtûkê pêşniyarê herkesî bikim .



22.08.2013 13:36 | brusk56

7. "ez ê yekî bikujim" pirtûka dawî min xwendî ya wî ye.



22.08.2013 20:27 | gabarî

8. nûdem ji bo edebiyata kurdî xizmeteke başbû.lê ez niviskariya camêr hiç naecibinim.



02.09.2013 21:49 | tivirloismail

9. çûnçik şekirî



02.09.2013 21:55 | newenda

10. terkexem û terkeselatekî xwudêjêrazî derheqê xwudêhêliştiyê firat û nêrînên wî yên ûtopÎk ku dibêje bila alfabeya latînî û zaravayê kurmancî li ser hemû kurdan bê sepandin û di vî warî de bila standardîzasyonek çêbe tiştinên xweş li hev anîne dîwarê xwe lê kiriye..

''Xwedê xêra wî binivîse, hemû şêremêrên kurdan bibin yek, tîm û 'toplim'a komediyê ava bikin, dîsa jî nikarin bi qasî Firat Cewerî min bikenînin.(1) Camêr li ser navê "hevpeyvîn"ê fikrên xwe yên utopîst û ûltra-luks pêşkêş dike û rasterast dibêje bila kurdên başûr dev ji elifbêya erebî berdin û bi tîpên latînî binivîsin. Ev qurretî û bêminetiya me kurdan yan ji Sobariyan tê, yan ji Medan yan jî ji Fransiyên pozbilind.



Pirzimanî, pirçandî, pirdevokî, pirelifbayî/piralfabeyî ne bendav û barîqat in li ber yekîtiya kurdan û edebiyata wan. Zarokên kurdan jî ne ehmeq in elhemdûlillah, wekî zarokên xelkê dikarin sê-çar zimanan hîn bibin û bi sê-çar elifbêyan jî bixwînin, binûsin, bistirên û bi hev şa bin kaka gyan. Werger û transkrîpsiyon û adaptasyon jî herwiha rê û rêçik in li ber têgehiştina mînî-edebiyatên kurdî yên zarave û devokên cuda. Jixwe di van salên dawî de bînaenaleyh çend xortikên xwedîxîret û jîr û jêhatî milên xwe xurt dane ber barê vî karê giran. Wan fermandar û gardiyanên tek-perest ji hiş û mejî û qelem û deftera xwe dûr bike. Dûr bikin! Bes e lo! Vê standardîzasyon û yekîtiya derewîn ruhê me reş, mejiyê me gewr kir lo! Wellehî bes e! "Ez ê yekî bikujim" ha!..



Yan jî ez ê bêjim ava Ewropayê efsûnî ye kî vedixwe fikrên wî/wê zikopişto dibin lê ne ji kenan, ji oryantalîzmeke bê hedd û hidûd. Heyatim, kê ji te re bi vî awayî behsa yekîtî û standardîzasyonê kiribe, tinaz û laqirdiyên xweş jî lê zêde kirine, te hay jê nebûye. Ew mesele werga/wisa/wilo/we/wenî/wiha nabe. Êmiş delêm, em ne Ataturkê qûnneşuştî ne, şorişa tîpan di sedsala bîst û yekemîn de pêk bînin. Mirov xwe li dara rastiyê û realîstiyê digre û paşê diaxive. Berçavkên te yên "kemalîst-bîner" kevn bûne. Van fikrên surrealîst encax tu dikarî bo çîrokên xortên kurdan ku nikarin li kuçeyên Stockholmê bikutin keçikên Swêdî, bi teknîka realîzma efsûnî bikî motîf û bi erotîzmeke "ox xweş ox xweş" bihûnî û ji xwe re pariyek nan jê bixwî. Li vê dinyaya pûç û vala, ji xeynî vê b'kêrî pênc qurîşan nayên. Ji kerema xwe deriyê hiş û mejiyê xwe veke û fikrên xwe bide ber bayê payîzê, hindik maye genî bibin camêr!..



YEKÎTÎ BÖÖLE BİŞİ DEYİL QANQA, STANDARDİZASYON BU DEYİL, eDhéBIyhAT bÔyLÊ bI$Î DéYHiL...



______

1: Şêrejin her ken û keyfxweşî ne ji bo me doxînsistên beredayîst, belam eve meseleyeke cuda ye pismamno û dotmamnê, ez ê tevlihev nekim. Serêşî ne lazim... Berdewam bikin, bixwînin...''



09.09.2013 19:22 | endazer

11. notaya strana carek were carek here,carek bide carek bistîne.



09.09.2013 19:46 | tivirloismail

12. nivîskarê pirtÛka kevoka spi ye.



11.09.2013 20:14 | cinorek

13. ew kesê ku di jiyana xeyala de dijî



11.09.2013 20:29 | newenda

14. kê çi dibêje bila bêje, dibe ku romanên wî nebaş bin, ew bi xwe di çîroknûsiyê de serketî ye



21.10.2013 21:12 | elomelo

15. kolumnÎsta malpera nefel Ê ye jÎ...



08.11.2013 13:19 | cinorek

16. di hejmara yekemîn kovara wêje û rexnê a bê de gotareke siper liser romanên camêr heye.



08.11.2013 20:05 | tivirloismail

17. çima nizanim lê van rojan bala min pir dikşîne. ji ber çi ye ez jî nizanim. piştî hefteya lanet -hefteya fînalan- ez pirtûkek wî ji xwe ra bikirim û bixwînim.



09.01.2014 17:43 | kurê xelkê

19. Nivîskarê albert camus tîne bîra min e



"Çima gunehê min ê pê bê? Ma Xwedê rojê bi çendan zarokên xwe nakuje? Ew jî ne tenê bi kêrê, wan bi her celebî dikuje. Hinan dişewitîne, hinan di avê de dixeniqîne, bi navê kanserê pêncê xwe davêje hinan û nûçeya ji mirinê bitirstir digihîne wan; erda xwe dihejîne û malên hinan bi ser wan de hildiweşîne. Hin malbatan ji kokê de qir dike. Carina pêlên derya xwe radike û evdên xwe dikişîne binê behrê."



Ji: Ez ê yekî bikujim / Firat Cewerî rpl:21



05.04.2014 23:56 | berxweda

20. xwediyê pirtûka 'dile şikestî' yê ye. ez ji we dere rê bikevim: pê zimanek zelal nivisiye, lê çîrokên wî ne gelek xwedî bandor bû. ji xeynî we jî me re qala jîyana ewrûpa diki. li gorî min ew tiştek ne gelek raste. pewîste ku nivîskaren kurd berhemên xwe de hinek kurdewar bi.



06.04.2014 00:26 | argeşbotan

21. mîna min pordirêjek e.

min cara ewil hê nû pirtûkeke wî xwend. (ez ê yekî bikujim)

min ji ziman û pirtûka wî hez kir. plana min heye ku çend pirtûkên wî yên din jî bixwînim.



pirtûka wî ku min xwendiye, ji hevalan re pêşniyar dikim. kesên ku vê tevgera min weke fêhmnekirina ji wêjeyê dihesibînin jî, ji kerema xwe re bila bi pêşniyarên xwe me hînî wêjeya kurdî ya biqalîte bikin.



29.06.2014 18:13 | simurg56

22. Dema pirtûka wî ez ê yekî bikûjim derketibû di navbera wî û helîm yusiv nîqaşek derketibû.angaşta Helîm yusiv ew bû ku firat cewerî çîroka wî ya çapkirî diziye û romana xwe nivîsiye.

Di malpera diyarname yê de nîqaş gelekî deng vedabû



12.12.2014 21:02 | cîncoqo

23. Firat Cewerî...

Ji bo wêjeyê Kurdî nivîskarêk gelek girîngî ye. Twitterê de endamek aktîv e. Niha ez jî pirtuka wî ya Kevoka Spî dixwînim.



26.09.2015 21:28 | behdînan

24. îro di twitterê de gotiye "Gava mirov li ba hunermendekî pesnê hunermendekî din, li ba nivîskarekî pesnê nivîskarekî din bide, li hemberî hizûrê bêhurmetî ye..."



rast e heger ku tu his bikî ku kesê pesnê nivîskareke din li cem te dide te biçûk dibîne ev bêhurmetî ye. lê armanc ne ew be çima bêhurmetî be?



10.05.2016 00:54 | kurê xelkê

25. car carna nizane dibêje çiye.



10.05.2016 16:31 | serdem herdem

26. ger wiha gotibe "Gava mirov li ba hunermendekî pesnê hunermendekî din, li ba nivîskarekî pesnê nivîskarekî din bide, li hemberî hizûrê bêhurmetî ye..." şaş gotiye mînak ez nivîsên endazer di ecibînim û dibêjim nîvîskarê herî jêhatiye serkeftiye(ne wisaye mesele wisa*).. bi a min ev ji nîvîskarên dinra nabe bêhurmetî dibe mînak û meriv zane ku meriv jê baştir binivîsîne yê herî serkeftî êdî merive û meriv dikebe reqabetê jî.. lê ev jî rastîye meriv biserhevra hene yek ji yekî baştire êdî hûn bêedevî dibînin an bêhurmetî dibînin hûn mîrê bi dilê xwene



10.05.2016 19:13 ~19:14 | shorbevan

27. Nivîskarê ku heta demeke dirêj min navê wî wek "firat gewerî" dixwend û dizanî. Çawa çê dibû min fêm nekir. *



03.06.2016 16:12 | xwelî li ser

28. akademiya swêdê îsal xelata wergerê daye firat cewerî. ku akademiya swêdê di heman demê de sazgêra xelatên nobelê ye jî. pîroz be!



14.07.2018 16:18 | tizbîkêş

29. min tenê pirtûka wî a bi navê ez ê yekî bikujim xwend. zimanê wî pir sade bû, ji ber wê xwendina pirtûkê pir hêsan bû û ji nîşka ve ferq dikî ku dawiya pirtûkê hatiye. bi kurtasî zimanê wî pir xweşa min çû.
xêncî wê, weke li jor jî di peyamekê de hatiye nivîsin, lehengê romanê a beşa yekemîn pir dişibe lehengê romana albert camus



20.09.2018 12:07 | nazim tolhildan

30. “divê mirov vê yekê jî ji bîr neke; mirov ne bi porê xwe yê sipî, lê bi hişê xwe yê kamil kitêban dinivîse.”

Don Kîşot, Cervantes, Wergêr: serdar roşan



26.01.2019 02:21 | tizbîkêş

31. min vê nivîsê çawa xwend çavmat mam: şûna du kêran - firat cewerî

Here lînkê



26.03.2020 18:01 ~18:26 | tizbîkêş

32. ev nivîsa jor tizbîkêş parve kirî ne ket serê min. Çend gênc rêya nivîskar digrin bi niyeta kuştinê du derbên giran ên kêran li "nêzîkî dilê wî" didin! Kuder? Hinav, perastî, binçeng, sing? Kû? Min tu derbên kêran nexwarye lê qasî ji bûyerên nûçeyan dizanim heger xortek nûgihayî du kêr bixwe leşê wî tev xwînî dibe heger bilez mudahale neyê kirin û nexweşxanê de neyê tedawî kirin ihtîmala mirina wî zêde dibe. Lê firat cewerî tenê li erdê tevizî ye paşê mîna lehengên yeşîlçam giran giran rabûye, ne ji ber birînê lê ji ber "êşa kêran" heftîyek "li erdê" maye!

An kêr kuh bû an ewê kêr dest de zerbên zeîf lê da an jî heger rastî bi niyeta kuştinê lê xistbe bila nivîskar ji kerem û nezera li ber neynikê şilfîtazî di nivîsek dî de behsa hirgûlîyên derbên kêran bike.

têbinî: nakokîyên nivîsê de bala min a polîsîye neşehitand ku têkilîya nivîskarê kurd û kurê wî yê swêdî nebînim. Lê qet ne heyirîm.



27.03.2020 11:56 ~11:59 | hespêsor

33. Pirtûka yekemin a ku min xwend(bi kurdî) ê Firat Cewerî bû û navê pirtûkê jî "Maria Melekek bû" bû. Ez bawer im ez ê tu car jê poşman nebim. Mirov dikare hestên hemû characterên hest bike û bibe rêhevala wan.. Destpêkê pirtûkê da her tişt ji te re tevlihev tê lê ji xwe serê protagonist jî wisa ye. Tu xwe dikî cîhê wî. Bi kurt û kurmancî, bixwînin.



28.03.2020 17:39 | roz

34. kurê wî di trt kurmî de qadrolî ye. heyfa berhem û kedên firat cewerî.



10.12.2021 23:56 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» firat wergerî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî