Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
firat cewerî - tirşik
firat cewerî
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

18. mîna min pordirêjek e.

min cara ewil hê nû pirtûkeke wî xwend. (ez ê yekî bikujim)

min ji ziman û pirtûka wî hez kir. plana min heye ku çend pirtûkên wî yên din jî bixwînim.



pirtûka wî ku min xwendiye, ji hevalan re pêşniyar dikim. kesên ku vê tevgera min weke fêhmnekirina ji wêjeyê dihesibînin jî, ji kerema xwe re bila bi pêşniyarên xwe me hînî wêjeya kurdî ya biqalîte bikin.



29.06.2014 18:13 | simurg56

19. Dema pirtûka wî ez ê yekî bikûjim derketibû di navbera wî û helîm yusiv nîqaşek derketibû.angaşta Helîm yusiv ew bû ku firat cewerî çîroka wî ya çapkirî diziye û romana xwe nivîsiye.

Di malpera diyarname yê de nîqaş gelekî deng vedabû



12.12.2014 21:02 | cîncoqo

20. Firat Cewerî...

Ji bo wêjeyê Kurdî nivîskarêk gelek girîngî ye. Twitterê de endamek aktîv e. Niha ez jî pirtuka wî ya Kevoka Spî dixwînim.



26.09.2015 21:28 | behdînan

21. îro di twitterê de gotiye "Gava mirov li ba hunermendekî pesnê hunermendekî din, li ba nivîskarekî pesnê nivîskarekî din bide, li hemberî hizûrê bêhurmetî ye..."



rast e heger ku tu his bikî ku kesê pesnê nivîskareke din li cem te dide te biçûk dibîne ev bêhurmetî ye. lê armanc ne ew be çima bêhurmetî be?



10.05.2016 00:54 | kurê xelkê

22. car carna nizane dibêje çiye.



10.05.2016 16:31 | serdem herdem

23. ger wiha gotibe "Gava mirov li ba hunermendekî pesnê hunermendekî din, li ba nivîskarekî pesnê nivîskarekî din bide, li hemberî hizûrê bêhurmetî ye..." şaş gotiye mînak ez nivîsên endazer di ecibînim û dibêjim nîvîskarê herî jêhatiye serkeftiye(ne wisaye mesele wisa*).. bi a min ev ji nîvîskarên dinra nabe bêhurmetî dibe mînak û meriv zane ku meriv jê baştir binivîsîne yê herî serkeftî êdî merive û meriv dikebe reqabetê jî.. lê ev jî rastîye meriv biserhevra hene yek ji yekî baştire êdî hûn bêedevî dibînin an bêhurmetî dibînin hûn mîrê bi dilê xwene



10.05.2016 19:13 ~19:14 | shorbevan

24. Nivîskarê ku heta demeke dirêj min navê wî wek "firat gewerî" dixwend û dizanî. Çawa çê dibû min fêm nekir. *



03.06.2016 16:12 | xwelî li ser

25. akademiya swêdê îsal xelata wergerê daye firat cewerî. ku akademiya swêdê di heman demê de sazgêra xelatên nobelê ye jî. pîroz be!



14.07.2018 16:18 | tizbîkêş

26. min tenê pirtûka wî a bi navê ez ê yekî bikujim xwend. zimanê wî pir sade bû, ji ber wê xwendina pirtûkê pir hêsan bû û ji nîşka ve ferq dikî ku dawiya pirtûkê hatiye. bi kurtasî zimanê wî pir xweşa min çû.
xêncî wê, weke li jor jî di peyamekê de hatiye nivîsin, lehengê romanê a beşa yekemîn pir dişibe lehengê romana albert camus



20.09.2018 12:07 | nazim tolhildan

27. “divê mirov vê yekê jî ji bîr neke; mirov ne bi porê xwe yê sipî, lê bi hişê xwe yê kamil kitêban dinivîse.”

Don Kîşot, Cervantes, Wergêr: serdar roşan



26.01.2019 02:21 | tizbîkêş

28. min vê nivîsê çawa xwend çavmat mam: şûna du kêran - firat cewerî

Here lînkê



26.03.2020 18:01 ~18:26 | tizbîkêş

29. ev nivîsa jor tizbîkêş parve kirî ne ket serê min. Çend gênc rêya nivîskar digrin bi niyeta kuştinê du derbên giran ên kêran li "nêzîkî dilê wî" didin! Kuder? Hinav, perastî, binçeng, sing? Kû? Min tu derbên kêran nexwarye lê qasî ji bûyerên nûçeyan dizanim heger xortek nûgihayî du kêr bixwe leşê wî tev xwînî dibe heger bilez mudahale neyê kirin û nexweşxanê de neyê tedawî kirin ihtîmala mirina wî zêde dibe. Lê firat cewerî tenê li erdê tevizî ye paşê mîna lehengên yeşîlçam giran giran rabûye, ne ji ber birînê lê ji ber "êşa kêran" heftîyek "li erdê" maye!

An kêr kuh bû an ewê kêr dest de zerbên zeîf lê da an jî heger rastî bi niyeta kuştinê lê xistbe bila nivîskar ji kerem û nezera li ber neynikê şilfîtazî di nivîsek dî de behsa hirgûlîyên derbên kêran bike.

têbinî: nakokîyên nivîsê de bala min a polîsîye neşehitand ku têkilîya nivîskarê kurd û kurê wî yê swêdî nebînim. Lê qet ne heyirîm.



27.03.2020 11:56 ~11:59 | hespêsor

30. Pirtûka yekemin a ku min xwend(bi kurdî) ê Firat Cewerî bû û navê pirtûkê jî "Maria Melekek bû" bû. Ez bawer im ez ê tu car jê poşman nebim. Mirov dikare hestên hemû characterên hest bike û bibe rêhevala wan.. Destpêkê pirtûkê da her tişt ji te re tevlihev tê lê ji xwe serê protagonist jî wisa ye. Tu xwe dikî cîhê wî. Bi kurt û kurmancî, bixwînin.



28.03.2020 17:39 | roz

31. kurê wî di trt kurmî de qadrolî ye. heyfa berhem û kedên firat cewerî.



10.12.2021 23:56 | asîmanê sêwî

32. Wan rojên nez de dê li sê bajarên Bakurê Kurdistanê û li Stenbolê gotûbêjan li dar bixe û dê kitêbên xwe îmze bike.

weşanên avestayê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku dê nivîskarê wan Firat Ceweri li sê bajar û navçeyekê gotûbêjan li dar bixe.

Firat Cewerî dê li Wan, Amed, Qoser û Stenbolê li pêşberî xwîner û hezkirîyên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike.

Rojên Gotûbêjan:

27ê Nîsanê, weqfa beşikci, Stenbol

30ê Nîsanê, kiraathane, Wan

2yê Gulanê, bezgin bekir, Amed

4ê Gulanê, kitêbxaneya mawa, Qoser


Here lînkê



8 roj berê 12:59 ~13:00 | tirsik.ai

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» firat tv

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî