Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qebehetên zaroktiya tirşikvanan - tirşik
qebehetên zaroktiya tirşikvanan
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bawerim Curbecur in û pir in. Bila ya pêşîn a min be; ez hê gelek biçuk, min ava sirehiyê mezin a ji ser sobeyê hatî xwarê rijandiye ser xwe û gelekî şewitîme.

Weke din min tu qebehet nekirine, miskîn bume. **



31.03.2016 12:45 | azadixwaz

2. Min derî, pencereyê malê hemu dişkênastin.

Hema bawer dikim ewna qebehet nebun *

Ez paşê zehv poşman dibum û ber xwe diketim.

Qet bîra min naçe; min carekî cama salonê şikênast, bavê min kire rik du hefteya em bê cam malê da runiştin. *



31.03.2016 15:03 | bûtîmar

3. di dibistana seretyî de şikadina busta atatirk.



31.03.2016 15:06 | nazim tolhildan

4. hê ez piçûk bûm, min û kurxaletê xwe bi darikekî dirêj kuna sêwa xira kir, mixaletiyê min darik kir qulê, her kir û derxist sêw (mozên sor) derketin û ketin pey me, dora me girtin. mixaletiyê min baz da û xwe xilas kir, lê min nekarî, cizmeyeke mezin di piyên min de bû, ji ber wê cizmeya mezin ez mam nava sêwan de, heta nava lingê min her derê min gez kirin û dawiyê ez bi nexweşxanê re derxistim.



31.03.2016 15:17 | xendekî

5. (bnr: zarokê xelkê ez im)

şukir ji Xwedê re ez wek mîlyaketan bûm û xelk ji bo zarên xwe min wekî lawikê serkeftî rê didan. *



31.03.2016 21:26 ~2019.11.30 20:22 | biruya hayao miyazaki

6. Rojekî min xanî da agîr. Min bi çeqmeqê dilîst hema nizam çawa çêbû mi dî agir bi perdê ket.

Carekî jî min ava kelî di misîn de li ser enîşka xwe ve rijand û ez peritîm, misîn li erdê bû ka min çawa kiriye vêca. * )





31.03.2016 21:51 | xwelî li ser

7. qebehetên ku ezê yekî bibêjim diduya bibêjim.. lê niha wextê min tune ez yekî jî nabêjim bira jiwere bibe mereq heye ku bibe kul û derdekî..ez dikarim viya bibêjim dû sê gund ji destê min di tayê de bûn ez ji xwe gundê me na hesibînim *



01.04.2016 02:26 | shorbevan

8. qebehetên ku li gorî fikra kesan, dibe ku qencî bin jî.

qebhet an jî qenciyek biçûk:

weke mînak dema em biçûk bûn, di pêvajoyeke hilbijartinan de otobusa biçûk ya partiya dyp ji bo propangandayê ketibû nav taxa me.(mêrsîn) jixwe ji ber tirsa xwe, bi lez û bez diçûn. lê dîsa jî me keviran avêtinê û camên wê şikandin. otobus sekinî û dan pê me, lê nekarîn xwe bigihînin me.



qebhet an jî xweparastinek mezin:

rojekê ez û hevalekî min em bi yek bisîkletê çûbûn sûka mêrsînê. havîn bû, me digot belkî em ji xwe re karek bibînin û vê havînê weke şagirt bixebitin û hinek pere qezenc bikin. em dikan dikan digeriyan. lê me tu kar peyda nekir. em ketin ser riya vegerê. ku wê demê sûk ji taxa me gêlek dûr xuya dikir loma heçko em li xeribiyê bûn. neyse. di riya vegerê de hê em ji mal gelekî dûr, me dît ku kurikek ji me mezintir bi bîsîkleta xwe ya pêşbaziyê tim li pey me ye. em tirsiyan û me lezand. lê kurik dev ji me bernedida. her ku em nêzikî taxa xwe dibûn, tirsa me mezintir dibû. dema em hatin têketina taxa xwe, me bîsîklet sekinand û ma li benda kurik. hat. me jê pirsê ka çima me dişopîne, got polîsan ez şandime. ez ê mala we hîn bibim û ji wan re bêjim. ûrê me qetiya. em li bîsîkleta xwe siwar bûn û me bazda. lê bîsîkleta kurik mezin û yê pêşbaziyê bû (ew ê tekerên wan zirav) û em d kes bûn. min diajot, hevalê min li ser mîlên tekerê paşiyê, piya bû.

em li ber malekê sekinîn û em ketin hewşa wê. da ku kurik bêje qey ew mala me ye. kurik di kuçeyê de digeriya û çavdêriyê dikir. dema piçek ji me dûr ket, hema me xwe avêt derve, li bîsîkletê siwar bûn û baz da. kurik dema em dîtin, berê xwe zivirand û da pê me.

em nêzikî vîrajekê bûn. min xwest ez leza xwe kêm bikim ku bikarin vîrajê bistînim lê hevalê min yê ku li paşê min siwar bû, got qet leza xwe kêm neke ez rê dibînim; bajo!

min leza xwe hê zêdetir kir û ketim vîrajê. min vîrajê derbas kir. kurik jî eyn mîna me kir lê dema ku ket vîrajê, erebeyek ji aliyê din ve hat û li kurik qelibî. bi sehkirina dengê qezayê, me wêrî ku em li paş xwe binêrin. tişta min dît, kurik li erdê bû û tekerê bîsikleta wî bûbû mîna jimara 8ê.

em qet nesekinîn. min zûzûka, hevalê xwe hişt mala wî û ez jî hatim mala xwe.

ji tirsa, wê rojê em qet derneketin ber camê an jî balkonê.

ûrê me qetiyabû. me digot welleh bawerke me polîsek kuşt. min qet nezanî ka çi bi wî kurikî hat.



01.04.2016 13:27 | simurg56

9. qebehetên min hingî pirin kî qebehetek xwe bibêje yê min jî jê heye *

ez dema zarok bûm yanî 14-15 salî kasî kerekî *.. daweta apê min bû hinek turîst/xebatkarên tv'a france 4 ji firansa hatibûn tirkiyê daku belgefîlm çêbikin werhasil riya wan ketibû Kurdistanê jî.. hatin gundê me dawetê û hinek derên dîrokî dikişandin, sê çar roj ligundê me man rojek ewê biçûna camiyê kişandina belgefilmê bi domandina, ez rebenê Xwedê jî haya min ji tiştek tune gunehê min kirin sitûyê xwe.. a rastî apê min îngilîzî zanibû biwanrebû ji minre got emê herin camiyê çenteyê wan li hindire tişt bihaya kamerayên wan nebe û haya te ji çentê van hebe, yanî gotin mala me berbiroje û mifte di binê gurzê hijikadaye, her wiha bi vî awhayî mêşinê emanetî gur kirin lêxistin çûn.. herwiha ew çûn ez jî çûm hindir min got şika çi gû di çenteyê wandeye.. min çente vekir carek dît bi demetan sed dolar di çentê wandeye, tije pîl û hinek cîhaz.. min devê çentê wan girt çûm derva, min û şeytanê reben carek pereyan dîtiye êdî ji min nagere ez pê nikarim.., Herwiha em çûn min 200 dolar û Cîhazeka wan ya rojnivîskê/notgirtinê jî min digot qey telefone an translateye li ser wî navî dizî bir û bi birina vê cîhazê min malaxwe mîrat kir xwe da dest, bi dizîna pere nehisiyabûn le hefteyek şûnda gotibûn cîhaza me hinda bûye.., min jî cîhaza wan biriye ez lê dinihêrim ew limin ez nizanim bikar bînim.. min got ezê bibim bidim maliya bibêjim min li erdê dîtiye.. lê beriya wî bi pereyên wan/ji kîsê wan camêriya dikir bi termosan/tilmûzan qeşîran ji zarokan û hevalên xwere distend, bi qartona cixareya dihanî û gelek tiştên din distend dida wan rojek bi devê xwe şihitîm min ji kurê apê xwera got hal û mesele eve, yê wî jî tir di devê wîde jî nasin. dora wîbû gere biçûya ber karika neçû min wî kir nav lepê xwe ser go li hev mizda .. dema min got min cîhaz li erdê dîtiye wî jî got diziye û hewqas pere jî pêre.. werhasil wekî min lêxist wisa limin jî ket û cardin min hewqasê din jî lêxist..û bavê min pereyên wan û cîhaza wan cardin giyande wan..serê we neêşînim, niha lê dinihêrim ez dibêjim ew cêrkesan ez bûm?, min çewa li emanetê xiyanetkir? bersiva wî xwe bi pir ne mezinbûm dixapînim *



20.08.2016 22:58 | shorbevan

10. me gergerîkên cûrbicûr hev didan û dixistin qûtiyekê ku nedişiyan jê birevin. îja bi hev re şer dikirin, nig û destên hev diqetandin. û kêfa me ji darî kirina vê dihat :( dema em aciz dibûn jî me qûtiyê dişewitand, tev gergerîkan. nizanim em çima wisa bûn, niha jî bo pê li gergerîkekê nekim awirên min li erdê dimeşim. bibexşînin gergerîkno :(

nîşe: gergerîk=morî, gêrîk (ez pê hesiyam ku di ferhengan de gergerîk tune ye, loma min xwast diyar bikim.)



05.01.2021 10:29 | keyomerd

11. min gelek tişt şevûtand. *



29.05.2021 04:19 | heval.js

12. Nizanim qebhet e an na lê xwediyê xaniyê xaltîka min tirkên nîjadperest bûn û nedixwestin em biçin mala xaltîka xwe min jî her carê kilîda wan a derve didizî û davêt. Feqîra çend caran kilîdên nuh derxistin *
Û cîranek me hebû ca min digot "Ev turkeşcî ne ji kurdan hez nakin" min her ro tufî paca wan dikir. Piştî min dest bi dibistanê kir ji ca min re gotine "oxxx keça te diçe dibistanê wê êdî tufî paca me neke" ez her roj piştî dibistanê bi çentê xwe diçûm ber mala wan min tufî paca wan dikir û diçûm malê. Dûre mezin bûm û sekinîm *

Nîşe : Hê nuh lê hay bûm min berê di vê sernavê de behsa vana kiriye ji ber wê Min peyamên jor jê bir. Yextiyarî çi zor e mirov her tiştî ji bîr dike *



29.05.2021 20:43 ~20:47 | biaqila malê

13. Qebehetên ji ber bertekên dê û bavên me, bi taybetî dayik, dibûn sedema tirsê û me newêribû êdî tiştekî bike. Nezanî gelekî zehmet e, ew bertekên dê û bavan bandoreke mezin li ser zarokan dihêlin û zarok zû bi zû nikarin wê ji ser xwe bavêjin.
Nezanî pir xerab e...



30.05.2021 15:18 | xabûrî

14. Yek heye ku qet jibîra min naçê, dibe ku hinekî we xemgîn jî bike*

Kaşek li gundê me hebû ku li serê wê bi piranî avêtiyên malê, wek xwelî û hwd. hebûn. vêce aqilê me jî yê zaroktiyê bû, me nedigot erd lihutiye vir de wê de, tenê şemitandina wî kaşî kêfxweşî bû. vêce rojekê ez û birayê xwe jî bi zarokên din re, me xwe dişemitand, heta ku tu be bes e, lê cilê bigre heya ser û lingan di nav xweliyê de mabû, mîna kerê ku xwe bigevêzê, em di nav xweliyê de mabûn.

axir serê we neêşênim, em çûn mal *, diya min halê me dît, ewil cilê me hemû ji me jê kirin, çîptazî em man, piştre darikek hilgirt û em têr lêdan kirin *



30.05.2021 17:24 ~17:25 | merwano

15. di biçûkaniya xwe de min henekê xwe bi zarokekî bi asteng dikir, min jê re digot "ozurlu, spastik" hwd piştre diya wî dihat bi gotinê xwe yê dramatîk min dixist binê erdê. aniha bêhtir fehm dikim bê ez çi zarokekî pîs û xedar bûm.



30.05.2021 18:31 | hueyn

16. qebehetên ku min gotibû qewlî camêrek ji hazira çêtir ezê jî ji rizgo helalî bixwazim, ji mihemed sihîdo, ji mele emin, ji meta mexbûlê, ji xatiya siphiya, ji apê heybeto, ji apê bihemedo, ji xalê lutfî , ji metînê tablecî, ji şewketo ji hecî ahmed, ji amojina fexirya, ji muhabîrên france4 ê,.... û li gundê kurbeytê mal bi mal bigerim.. ezê ji kî helalî bixwazim û ji kî nexwazim *

Ka berê ez qebehetek û helaliyek ji yekî deştî ku me carek tenê hevdiye helaliyê bixwazim : )
Rojek motorek zeveş hat gundê me jibo firotina zebeşa dest firotina zebeşa kir werin zebeşa, debeşên diyarbekir.. zebeşek şikand got binihêrin ne kale.. çend zûla da yên der dora xwe zûleka wekî kaxezê cixarê da min jî min temijand mala xwe xerabkir ez ku rihê min di zebeşekdeye ka ew zûl min têrdike, min got xalo tu bi genim zebeşan didî? bersiv an e bû anjî na bû* nayê bîra min lê ez di heyatêde newêrim herim genim bînim ewê apê min min bike elba genim.. jixwe neyeta min nekirîne.. zebeş firoş jî çar kesin keysa diziyê jî tune li dora motorê wekî heciyê li dora kevirê hecê here were, vêde, wêde na keys tune..
Ez nêvzî zebeşan dibim dibên zarokno belav bibin, kîrê we di quzê çiyê hevkim belavbibin.. gundî tev li ber motorêne, ez ji zebeş firoşa bidizim jî nikarim ji wan bidizim şebeşek qirase têkim kura xwe..

Min dît ku nave min got divê ez şeytaniyek bikim ez îro zebeşek ji erebê dernexim ezê bi behecim, bê zebeş herim..
Min li dora xwe nihart wa hevalekî min li ba mine ez dibêjim were te ji minre ji jorde şandin min jî jitere.. min got were emê herin dervayê gund pêşiya motorê dema motora zebeşa hat emê bikebin romorqê.. em çûn ser kaniya gund sê çar heb hevalên din jî li wirin dikebin avê ew jî jixwe li tiştek wisa digerin baş cilê xwe jî lixwe nekirin.. Em çûn 2-3 km durî gund me xwe di nav deviyekde veşart me plan çêkir wê yek bikebe romorqê û zebeşa dake yên din jî ji dest bistînin, yê rake zebeşê xwe bira here.. hevalên min jixwe tev bizdanekbûn ev barê romorqê ma li ser milê min, motor ji gund derket hat 20 metre jimin bihirî ez bazdam çûm ketim z/sika û zebeşan dadikim. zebeşê dadikim ji 5-7 heb pêştir van kera yek na qefêlin, zebeşê dikebe yê dibe sê telaş yê dibe deh telaş ez jî dabêjim 1,2,3,..9,10.., 20, 21 22 motor 100-200 metre bi rêve çûye min jî zebeşan jê avêtiye ne şorkirî 20- 30 heb zêdebûn nekêmbûn. Ku şofêr min di eyneyêde nedîta min hê jî zebeşa diavêt şofêr ji nişkeve bifirênê girt bilindkir motor bi firênê piçek kaş bû..ez jê peya bûm û em reviyan weka xwedê camêro neda dû me an nizanibû çi zirar dîtiye an jî dît ku zebeşên pelaştî di rêde rêzbûne û an em ji berê hinda bûne tiştek bike tune da serê rê çû.

Ez hêvîdikim heqê xwe bi dijûna helalkiribe *
Ez niha difikirim ez berê çi har û nerhetbûme ezê çewa rih bidim?
Em çûn me zebeşên pelaştî çend heba xwar yên din jî me veşart ji rojek dinre, em belav bûn.. çûm ketim avê .. bû evar Ez çûm malê apê min şivek di destadeye ji dûrve dipirse kurê bavê min tu îro li kuderê bûy ez jî tirsiyam ket dilê min û min texmîn kir ku hevalek bi devê xwe nikaribûye hatiye gotiye em ketine motorê ji nişkave da dû min ez reviyam hê li min nexistiye ez dibêjim welleh ez edî naçim ber karika, şivantiyê nakim û direbim ka min zevft dike.. Dest ji min berda.. bû êvar tarî ketiye edî wextê razanê tê ez li benda razana wî me lê ez difikirim lê şeveqê zû radibe limêja sibê wê teqez min zeftke xelasî tune armanca min hinek bîna wî were berê.. bû şeveq misînek av bimindekir ez şiyarbûm ez ketim bad trîbê, dibêje wê êdî çewa be ji destê te, wê rojê yek were berderî/bisermede were, do te quşxaneyên nûn yên metînê tablecî diziye tewandiye daye bi qeşîrdondirma, pêr hêkên binê tûtika bi qup biriye, îro ketî motora zebeşa.. kerê lêxistinêyî tu bûyî toqa naletê, rabe dezmêj bigre li mêj bike, here ber karika tu hatî rake elîfbêtika xwe here ba seyda.. filan û bêvan kî guh didê.. min jî li hevala kir eks ez û hevalek jidil çûn me zebeşek jî xwar di ser lêxistinêde me wan zebeşan li derek din veşart min wî ajanî jî zevtkir ji me qetand ambargo da serê me pêre xeber nedida û me ne dihişt bigihîje me.. herwiha pirê cara ji lêxistinê difilitîm car car dibûm kerê lixistinê jî lê min dîsa weka xwe dikir roja min bê aksiyon û macera qebehet derbas nedibû dibê qey ez li teksasêbûm * xwedê ji apê minî mehmûd razîbe ez bawerim meqamê mehmûd ji bû wîye * ne ji tirsa wî bûya minê gund xerab bikira rojê agir bi genimê hinka dixist *



30.05.2021 21:29 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qebehetên zaroktiya tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî