Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêniyên apartmanan - tirşik
şêniyên apartmanan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez jî di apartmanekê de dijîm û ji jiyana apartmanê jî gelek memnun im..

îmana min ji cîraniyê û zarokên fazûl û har Ên cîranan diçe, ev diyalog û têkiliya cîranan pirr zêde dirû ye, li qersê mala me di taxeke nezîh de bû, derûdor giş cîran bûn, her kes hevudu nas dikir û diçûn û dihatin, min wan rojan gelek çavdêriya tÊkiliya cîrantiyê kiribû, baş zanim, di vî îşÊ de tu xêr tune ye, 5 deqe tên cem hev pirr samimi ne, dikenin falan, 5 deqe dûre li dû hevudu xeberan didin, kurtepistiya di nava tÊkiliya cîranan de diqewime, dişibe wek bernameyên zewacê yên rekorên temaşekirinÊ dişkînin, bi ya we çima ew bername rekor dişkînin? hah sedem ev e..

ez mirovekî naîf im, derûdora min çiqas kêm û hindik be serê min ewqas hêsa dibe, kêm û baş..



meseleya avabûna apartmanên mezin, girÊdayî pêçveçûn û mezinbûna bajêr û metropolanan e. ger ne wisa bûya jiyana li metropolan gelek zehmet dibû, avakirina apartmanan pêwist e, ez jî dixwazim di nava orte amedê de maleke min a nezîh û yekqat hebe lê nabe, her kes wisa bixwaze mezinbûna erdê amedê deh qat zêde dibe, wê bibe wek stenbol, heta meriv ji ofîse here gazilerê wê sê saet derbas be..



bajar bi du awayan mezin dibe, yek bi saya apartmanên bilind ber bi ezmanê ve, yek jê jî berfireh, dema mal ne li jor ve, ger berfirehî mezin be, axa kêrhatî ya ji bo çandin û hilberînê em bi kar tînin wê roj bi roj kêmtir be, wêga jî emê bêjin wallehîn ax ji ber malan nema ye ku em jê keysê bibînin..

neyse mesele şêniyên apartmanê bû; ez jî dema di apartmanê de yekî dibînin zÛzûka diçim, da ku silavÊ nede min û hevaltiya me çÊnebe...



31.03.2016 22:01 ~22:04 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêniyên apartmanan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî