Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    31 mijar û 44 peyam
    kesên ku goreyên rengorengo li xwe dikin - tirşik
    kesên ku goreyên rengorengo li xwe dikin
    (4) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. Kesên ku kêfa min pir ji wan re tê ne. Li gorî min her kes nikare wan goreyên wisa li xwe bike ji ber vê yên li xwe dikin pir xwîngerm tên *)



    2016.03.31-20:23 | gulêê

    2. heger bêrawestin entegrasyona me bi modaya cîhanê re bidomîne, zayendên alavan dê tenê ji bo nifşên me (ku dê bibe nifşa dawî) watedar bin ku di rastiyê de jixwe ne pembe yên jin in ne jî şîn ji bo nîşandana mêranî hatiye afirandin an jî ne lîstina bi pêlîstokên barbie re taybetiya zarokên keç in, ne jî fufandina erebê tenê çalakiyek e bo zarokên lawik in.



    her wiha goreyên* rengoreng û keskesor jî di normaliya serê sedsala 21. de ji bo jin in û bi rastî jî gelek li wan tê û wan şêrîntir dike. lê bi ya min li zilaman jî tê û wan paqijtir û dilrehmtir dide xuyakirin. *



    2016.03.31-21:52 | biruya hayao miyazaki

    3. ez wî nizanim lê gorên spî ne hedê bavê herkesîye ku bikin pê *



    2016.04.01-02:21 | shorbevan

    4. Zivistanê dema Li mal bim pê dikìm. Jixwe coteke min tenê wisa ye. Lewma qedrê wê Li ser yên din e * ez dema wê pê dikim bêhemdî dikevim nav rewşeke zarokî û dînik * ev jî nîşan dike Ku ruhê goreyan jî heye *



    2016.04.01-10:36 | sergijik

    5. ew jî tişteke

    (bnr: mêrên ku kîlotên rengorengo li xwe dikin)



    2016.04.01-12:35 | nazim tolhildan

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.01-12:43 | rasteqîn

    7. li hin herêman gore re (bnr: kurik) tê gotin.. kurik ango gore nayê xwe kirin wekî şekal, şimikê têt pê kirin...pêkirina kurikên rengîn nîşaneyek baş e ku meriv xwedî zewqê...

    dibistana navîn de careke bona ketina pêşbirka zanînê min hilbijartîbûn..li navçeyê çend dibistan ketibûn pêşbaziyê....li salonek mezin û heta dev tijî, çar penc dibistan, ji her çar dibistanan sê kes û li ortê çend mamosteyên ku pirsan arasteyî me dikirin..

    cihê me hinek bilind bû..mamosteyeka me aliyê me dinêrî û pir dikenî..berê fam nekirî çima pir dikene...piştrê werqilîm ku rengên goreyên min pê kirî cuda bûn..heta dawiya pêşbirkê pir fedî kiribûm..



    2016.04.02-22:34 | havka

    8. ev serê du salan e ez jî yek ji wan kesan im. Bi darê zorê hevala min goreyê reng bi reng li min kir ku ew jî her yek rengek ecêp bûn, ez jî hîn bûm. Niha hemû goreyên min rengo rengo ne. ji mêrên ku goreyên rengo rengo li pêyê xwe dikin hez bikin.



    2016.06.03-17:55 | xewnname

    9. carek gorên min giş qirêj bû gere ez biçibama kar lê tenê yeka bi rengê pirteqalî hebû ku min qet li xwe nekirî hebû ku min bi komî sendibû loma haya min jê tûnebû ,ketibû nav. îja her çi be , min wê gorê li xwe kir û çûm kar. kî didît henekê xwe bi min dikir. çi rojek giran bû. *



    2018.02.07-21:33 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    koma çiya [1]
    dengê beser şahîn û evdilmelik şêxbekir zehf li kurdî ...
    cemîl murad - yarê [1]
    konsepta stranê cuda ye. tam muzîka erebeyê ye. Li YouTubeê de gotinên...
    serfiraz hêvî [1]
    Kurê kerê ye. Di warê romîyan de asîmîle bû. Di 6 salan de fêrî kurdî ...
    alparslan kuytul [1]
    di derbarê kurdan de ji oldarên din cûda diaxive. lê weke hemû cemaat ...
    xebata belaş ya nivîskarê reben ji bo tirşikê [1]
    ji ber ku keda nivîskaran, bi pere an jî tiştekî din nayê pîvan, tirşi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kesên ku hemû zaravayên kurdî dizanin
    » goreyên xwendekaran
    » xwedî ke malê xwe berde canê xwe

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî