Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mextel - tirşik
mextel | 2013
Nivîskar: şevger çiya | kurmancî | çîrok | 72 rûpel

weke ji navê xwe jî diyar e, piraniya çîrokên pirtûkê li ser mirinê ye. di pirtûkê de bi giştî 9 çîrok hene: tazî, dadweriya xwezayî, heq, sor bibe, k...
mextel
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirtûka çîrokan ya şevger çiya ye.

wateya mextelê, cihê ku kuştin lê çêbûye, ye. sedema hilvbijartina vî navî, jixwe li jêr tê fêhmkirin.



pirtûk ji 9 çîrokan pêk tê. çîrokên tazî û dadweriya xwezayî di pêbirkan de xelat standine lê min ji wan hez nekir. bi ya min çîroka herî serkeftî çîroka bi navê sor bibe ye. Min di derbarê çîrokan de, nêrînên xwe yek bi yek li jêr nivîsandin.



Bi giştî çîrok ne serkeftî ne. bûyer li amedê pêk tên li ne teswîr ne jî karakterên çîrokan qet atmosfera vî bajarî an jî tama kurditiyê nadin.

nizanim çima, kîjan kurd pênûsê bigire destê xwe wê cara ewil muheqqeq tiştên erotîk binivîse û wê di derbarê hebûn û xwedê de hevokên pir mezin lê di eslê xwe de seresere binivîse. şevger çiya jî wisa kiriye. hema bêje hemû çîrokan de bi hevokên seresere lê pir bi-îdîa behsa xwedê dike.



ji aliyê din ve, mîna gelek pirtûkên kurdî ev pirtûk jî tije êş û derd e. lê di vê pirtûkê de doza wê hinek zêde bûye. gelek zêde bûye. em dikarin bêjin di pirtûkê de %1 jî hêvî tune di derbarê pêşerojê de.

ez ji we re wisa rave bikim: di pirtûkê de 9 çîrok hene. di 6 çîrokan de serlehengê çîrokê xwe dikuje, di 1 çîrokekê de jî serleheng herdu çavên xwe derdixe. welleh pirtûkê psîkolojiya min xerab kir.



çirokên tê de;

1- tazî

Ev çîrok di 16emîn pêşbirka Hûseyîn Çelebî de di beşa çîrokan de bûye yekemîn. Paragrafa li ser berga paşîn ya pirtûkê jî aîdê vê çîrokê ye. Min ji çîrokê hez nekir. Temam nivîskar xwesitiye hinek paşverûtiyên civakê rexne bike lê çîrok bixwe ji rastiyên civakê dûr e. Qaşo mirovê ku xwe tazî kiriye, axayê gundekê ye. Gelo ev axayek çawa ye ku xwe xistiye vî rewşî û ya girîngtir gotinên ku ji devê vî axayê tazî hatine nivîsandin, qene naşibin gotinên mirovekî normal jî. min dev ji axayan berda. Ev gotin encax ji aliyê çepgirên li zanîngehên metropolên tirkiyê ve bikare were gotin.

Di çîrokê de bûyerek duyemîn, li parka bezê (koşuyolu) ya amedê, ji aliyê gel ve kuştina vî zilamî û jina xwediyê kerxaneyê ye. Ev bûyer jî dîsa dûrî rastiya civakê ye. Bûyerek bi vî rengî, min heta niha nebihistiye ku li amedê pêk hatî. him jî li koşuyoluyê. him jî ji aliyê oldarên paşverû ve. bûyerên wisa zêdetir cihên weke raqa, erebîstan, efxanîstanê fîlan diqewimin. di nav gelê me de edetek wisa tune. ji aliyê din ve serlehengê çîrokê, di nav vê qerebalixa kujer de ji ser hişê xwe diçe û dema şiyar dibe, dibîne ku li derdorê tu kes nemaye li derve. Ev jî tiştek bêmantiq e, di nav qerebalixek wisa de çawa kes mirovek bêhiş ketî erdê nabîne, hadê em bêjin kes nedît. li gorî çîrokê, di radyoyê de nûêe dibêje ku polîs li kujeran digere. Heyran ma dema polîs qada bûyerê lêkolîn dike, ew jî nabînin?

Ger çîrok surrealîst bûya, min ê rexneyên wisa nekira lê ne wisa ye.

Axirê min ji mijarê jî, ji şêweya wê jî hez nekir.

2- dadweriya xwezayî

Te dît pêkenokek heye; zilamê ku dixwaze bibe nivîskar û orhan pamuk pêşniyarê lê dike û dibêje bila di çîroka te de evîn, nepenî, dîn, elîtîzm hemû hebin ku were hezkirin. di dawiyê de ev zilamê jî navê pirtxûka xwe dike "halla halla kontesî kîm s.kti?"(halla halla kê k.ta kontesê?)

ev çîrok jî wisa ye. tenê 6 rûpel e lê tê de nepenî (xewnên bêwate), rexneyên seresere yên ji bo xwedê (dîn) û evîn heye. bi ya min beredayî ye.

3- heq

Rexneyek mafdar û klasîk ye ku li dewlemendan hatiye kirin. çîrokek ji rêzê ye.

4- sor bibe

Çîroka herî serkeftî ya pirtûkê ye. Behsa mirina mirovekî dike. bi qasê em fêhm dikin gerîlayek e. hest û ramanên ku di saetên dawîn yên mirinê de, gelek xweşik aniye ziman. belê mirov çiqas xwe ji bo mirinê avêtibe pêş jî, mirin her tiştî nîvço dihêle.

5- koro

Çîrokek gelek beredayî, fişalkirî û oryantalîst bû. Tê bêjî qey serlehengê fîlmê li swêdê mezin bûye, ewqas ji edetên gelê xwe bêxeber e û dema wan dibihîse şaşwaz dibe. û çiqas fişalkirinek beredayî ye dema ku yara wî, wî diterikîne çavekî xwe derdixe û dema jê tê xwestin ku kbi jinbirayê xwe re bizewice çavê xwe yê din derdixe. temam me fêhm kir, nivîskar gelek dijî tiştên wisa ye. lê him nêrîna wî oyantalîst û zipûziwa ye, him jî senaryo gelek lawaz e.

6- marmarokî

Zêde naxwazim di derbarê vê çîrokê de binivîsim. çîrokek sûrrealîst e lê min tê de tu wateyên kûr û veşartî nedîtin.

7- xaniyê dilopkirî

Hema şûna ku hûn vê çîrokê bixwînin, îro çi hatibe serê we, wan li derekê binivîsin û vegerin dîsa wan bixwînin.

8- mirin

Ne orjînal be jî ne xerab bû. hebkê mîna rêzefîlmên samanyolu tvyê bû.

9- têkçûn

Çîrokek ji mirovên têkçûyî yên pirtûkê ye. dîsa her tişt tê serê vî lehengî û di dawiyê de dimire.



31.03.2016 21:42 | simurg56

2. pirtûka ku li beşa pirtûkan ya tirşikê hat zêdekirin:

Here lînkê

Here lînkê



31.03.2016 22:16 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mextel

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî