Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 10 peyam
    hozan serhad - tirşik
    hozan serhad
    (10) (1) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. maxlasa tirşikvanekî serhedî ye. dema nivîsên wî dixwînim kêfa min tê. ji ber ku şîroveyên wî peyvên me yên herêmkî dihewînin * serhed rengîn e di warê ziman û zargotinê de. mixabin, tirkan li aliyekî em bişavtin, ev "zimanê standart a kurdî" jî aliyek din. ev çi bela ye em tê de ne nizanim *



    2016.03.31-23:29 [guhertin:2016.03.31 23:35]| sergijik

    2. her çiqas qeyda xwe zûdaye kiribe jî, yek ji nivîskarên nû yên tirşikê ye. van rojan pir çalak e û bi rastî jêhatîye jî. ser çavan hatiye, xwedê bike domdar be.



    2016.04.01-12:54 | nazim tolhildan

    3. ev tirşikvan, silav û rêz û spasîyê xwe pêşkeşê we dike. serçav neêşin *

    ji xwe zaten armanca wî ewe ku domdar be. ewî ven der gellek hez kirîye.

    şiroveyên wî da peyvên herîmkî (serhedî) jî ji ber rengînîya serhedê ne *





    2016.04.01-21:44 [guhertin:2016.04.01 21:45]| hozan serhad

    4. xweş e baş e qenc e lê qet formatê nizane yaw, bila ji kerema xwe re hînî formatê bibe, wê baştir be



    2016.04.01-22:42 | ferhenga şikestî

    5. Nivîskarekî zarşêrîn e. Mala bavê keçikên (ev peyv çi bû gelo ) şewitî îda. (: Li gorî min kinerêya dil, di 4. Interkostal re derbas dibe ; Li gorî wî di 3 peyvên efsûnî re derbas dibe.



    xwidê jê razî be



    2016.04.17-17:32 [guhertin:2016.04.17 17:50]| gumgumok

    6. niha rasta her derÊ welat xweşe lê ew derê em têda mezinbûna çûna hatne giriyanê , hevdane, hevrakeniyane hÊ xweşe .gava ez nivîsin camÊr dixûnim û serhed bi her awayiyên xwe tê ber çavên min ....(bnr: gözüme toz kaçtı).

    li bajarên tirka gûhdar kirina stranên kurdî/89967 li vir de dîsa behsa serhed a delal kiriyê û behsa behra wanê ya berdilê min jî kiriye.ez jî sev xatirê wî bi devê serhediyekî klama behra wanê bo we parvedikim.



    hemê hecîbehra wanê












    2016.05.16-22:45 | xeteraqirêj

    7. tirşikvanekî nizam çakî ye. *
    van rojan zehv dicemide û hewl daye ku li ser sermaya serhedê hekbestekî binvîsîne lê deh cara nivîsên xwe qelaştiyê û avêtiye.

    û dêna xwe dayê ku ti kes di bin mijara navê wî de zûda tiştek nenvîsiye, bixwe bixwe vê mijarê de aniha peyam dinivîse.

    ew jî nizane ku derdê wî çi ye *



    2017.01.31-23:34 | hozan serhad

    8. birangê delal bi straneke li ser bi xêr hatina Kurdistana pîroz hatiye gotin ji min ra silavek şandiye û di van rojên ji bo min di nav dilşadiyê da derbas dibin da min hêjî dilşad kiriye.
    silavên germ ji te ra



    2017.04.07-03:39 | xeteraqirêj

    9. nizanim ji kû ye lê mamosteyekê min heye ji agiriyê ye, mamosteyê min ê dibistana seretayî yê pola yekê ye, hê jî silava me li ser hevdu heye, kengî peyamên hozan serhad dixwînim wekê ku ew bi min re diaxive. heman devok û şêweyê axaftinê dibêjim axaftin ji ber ku hozan serhad serhedî çawa diaxivin wisa dinivîse. taybetiya herî kifş û berbiçav (karakterîstîk) ya vê axatinê jî bikarneanîna dîftongê ye. xwe dibe xa, xwudê dibe xuda û yek jî zehf dibe zehv ;)
    shorbevan bi devoka farqînê dinivîsand, vêca çiyeee bi devoka behdÎnî/hekarî û hozan serhad jî bi devoka serhedê dinivîse. xwezî yekî jî bi devoka cizîrê bi taybet ya bajaryan binivîsa ;)



    2017.05.07-03:44 | endazer

    10. sala 1988 de nava 1800 kesî dibe duyem û zanîngeha ege, beşa qonserwatuar qezenç dike. dema zanîngehê de tevgera kurd nas dike. yekemîn berhema wî bi kurdî strana “Batmane Batmane” hûnermend (bnr: hüseyin turan) hevalê wî ê zanîngehê yî. ew û hevsara xwe (bnr: yildiz alpdoğan) diçin çiya. yildiz rê de tê girtin lê hozan serhad diçe. 12 sal û 6 meh ceza didin hevsara wî yildiz alpdogan.



    2017.05.07-19:45 | siyabendo

    11. tirsik.net ji melankolîya behecî. *

    serhedî ye.
    her cara tê tirsik.net'ê de xwe tenê dibîne, dikeve nav behra kul û derda. hema ji 4 peyama 3 behsa tenêtîya xwe ya di tirşikê de dike.
    hawar hawar! tu ne tenê yî. ev der mala herkesî ye. dema tên dixwazin û dinivîsin.
    bêhna xwe fireh bike. serhedyo *



    2017.08.20-00:45 | xendekî

    12. ji çar peyaman ne sisê, ji çar peyaman de her çar peyaman da jî behsa tenêtiya xwe dike ;)
    Lê yê idî îro şûn da bêhnfireh be înşela : )

    û melankolîyê hez dike erê, ji ber ku dike nake nikare herdû lingên xwe hev ra têxe tûrikê jiyanê..
    pîyekî xwe dixê, yê dinê derva dimîne *



    2017.08.20-23:34 | hozan serhad

    13. Çendek e ji dûr ve tirşikê dişopînim camêr her tim li vir e qet naçe * Helal bi jê re *



    2017.09.08-00:48 | biaqila malê

    14. Nivîskarê xwediyê rojniviskeka bi kêf e.
    Here lînkê



    2017.10.13-17:54 | elaziz izzetpasa camii

    15. tirşikvanê ku avatara xwe guhertiye lê nizanim ka haya wî jê heye; niha avatara wî û ya azadixwaz bûn yek.



    2017.10.22-21:21 | simurg56

    16. van roja dîno mîno bûye.
    dixaze bela xwe li her kesî xe.
    qarşê nebin *



    2017.12.01-03:26 | hozan serhad

    17. Serhediyé me ye. Zehf ji hozan serhed hez dike. Xortekî jîr û jehatî ye.



    2017.12.01-19:00 | hêvî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    gelo haya we ji kurdên qafqasyayê heye?
    (bnr: gelo haya we ji formata tirşikê heye)?...
    lc waikiki
    di sala 1994'ê de dikana lc waikiki li diyarbekirê hebû. wî demê em ge...
    esperanto
    do ez du tişt derheqê esperanto elimîm û her du jî bejna min bilind ki...
    sûcê j*j*yê çiye?
    Hemî kurd ji kerê re dibêjin ker, ji hespî re dibêjin hesp,ji beqê re ...
    sûcê j*j*yê çiye?
    Hemî kurd ji kerê re dibêjin ker, ji hespî re dibêjin hesp,ji beqê re ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hozan kawa
    » serhadperwer

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî