57433. Nizam ji ber ku gerîla bû(ye) û şehîd ketiye ez ji wî û dengê wî hez dikim an jî ji ber ku dengê wî û mûzîka wî bi her awayî û newayên xwe xîtabî dilê min dike, nizam, lê tişta ez dizanim ez pir ji wî û dengê wî hez dikim. Ji 2003yî û vir ve tim û tim guhdarê mûzîka wî me. Heta baş tê bîra min di dibistana navîn pola yekê de ji ber ku em li herêmê di şanoyê de bûbûn yekemîn weke xelat arîkarê gerînendeyê dibistanê koma me yî şanoyê bir Navenda Çanda Ataturkê. Di rê de mamosteyeke me yî jin, tirk bû (navê wê Dilşa bû) û arîkarê gerînen de Evdila Xoce (kurd bû) ji min re gotin tu yê stranekê bibêje. Min jî şertek da ber wan, 'ez ê bi kurdî bibêjim an jî ez nabêjim.' Evdila xoce got, 'ger bi kurdî be nebêje.' Tew bi ser de jî bi min de xeyîdî. Lê mamosteya me yî tirk got mûzîk mûzîk e ha bi kurdî ha bi tîrkî. Û zora yê me yî kurd bir û min jî dest bi 'hewlêr' kir. |
|
29.06.2013 12:10 |
simurg56
|
89972. niha rasta her derÊ welat xweşe lê ew derê em têda mezinbûna çûna hatne giriyanê , hevdane, hevrakeniyane hÊ xweşe .gava ez nivîsin camÊr dixûnim û serhed bi her awayiyên xwe tê ber çavên min ....(bnr: gözüme toz kaçtı). |
|
29.06.2013 13:39 |
simurg56
|