Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
hozan serhad - tirşik
hozan serhad
(14) (1) ecêb (1) (16)
di mijarê de bigere

1. maxlasa tirşikvanekî serhedî ye. dema nivîsên wî dixwînim kêfa min tê. ji ber ku şîroveyên wî peyvên me yên herêmkî dihewînin * serhed rengîn e di warê ziman û zargotinê de. mixabin, tirkan li aliyekî em bişavtin, ev "zimanê standart a kurdî" jî aliyek din. ev çi bela ye em tê de ne nizanim *



2016.03.31-23:29 [guhertin:2016.03.31 23:35]| sergijik

2. her çiqas qeyda xwe zûdaye kiribe jî, yek ji nivîskarên nû yên tirşikê ye. van rojan pir çalak e û bi rastî jêhatîye jî. ser çavan hatiye, xwedê bike domdar be.



2016.04.01-12:54 | nazim tolhildan

3. ev tirşikvan, silav û rêz û spasîyê xwe pêşkeşê we dike. serçav neêşin *

ji xwe zaten armanca wî ewe ku domdar be. ewî ven der gellek hez kirîye.

şiroveyên wî da peyvên herîmkî (serhedî) jî ji ber rengînîya serhedê ne *





2016.04.01-21:44 [guhertin:2016.04.01 21:45]| hozan serhad

4. xweş e baş e qenc e lê qet formatê nizane yaw, bila ji kerema xwe re hînî formatê bibe, wê baştir be



2016.04.01-22:42 | ferhenga şikestî

5. Nivîskarekî zarşêrîn e. Mala bavê keçikên (ev peyv çi bû gelo ) şewitî îda. (: Li gorî min kinerêya dil, di 4. Interkostal re derbas dibe ; Li gorî wî di 3 peyvên efsûnî re derbas dibe.



xwidê jê razî be



2016.04.17-17:32 [guhertin:2016.04.17 17:50]| gumgumok

6. niha rasta her derÊ welat xweşe lê ew derê em têda mezinbûna çûna hatne giriyanê , hevdane, hevrakeniyane hÊ xweşe .gava ez nivîsin camÊr dixûnim û serhed bi her awayiyên xwe tê ber çavên min ....(bnr: gözüme toz kaçtı).

li bajarên tirka gûhdar kirina stranên kurdî/89967 li vir de dîsa behsa serhed a delal kiriyê û behsa behra wanê ya berdilê min jî kiriye.ez jî sev xatirê wî bi devê serhediyekî klama behra wanê bo we parvedikim.



hemê hecîbehra wanê












2016.05.16-22:45 | xeteraqirêj

7. tirşikvanekî nizam çakî ye. *
van rojan zehv dicemide û hewl daye ku li ser sermaya serhedê hekbestekî binvîsîne lê deh cara nivîsên xwe qelaştiyê û avêtiye.

û dêna xwe dayê ku ti kes di bin mijara navê wî de zûda tiştek nenvîsiye, bixwe bixwe vê mijarê de aniha peyam dinivîse.

ew jî nizane ku derdê wî çi ye *



2017.01.31-23:34 | hozan serhad

8. birangê delal bi straneke li ser bi xêr hatina Kurdistana pîroz hatiye gotin ji min ra silavek şandiye û di van rojên ji bo min di nav dilşadiyê da derbas dibin da min hêjî dilşad kiriye.
silavên germ ji te ra



2017.04.07-03:39 | xeteraqirêj

9. nizanim ji kû ye lê mamosteyekê min heye ji agiriyê ye, mamosteyê min ê dibistana seretayî yê pola yekê ye, hê jî silava me li ser hevdu heye, kengî peyamên hozan serhad dixwînim wekê ku ew bi min re diaxive. heman devok û şêweyê axaftinê dibêjim axaftin ji ber ku hozan serhad serhedî çawa diaxivin wisa dinivîse. taybetiya herî kifş û berbiçav (karakterîstîk) ya vê axatinê jî bikarneanîna dîftongê ye. xwe dibe xa, xwudê dibe xuda û yek jî zehf dibe zehv ;)
shorbevan bi devoka farqînê dinivîsand, vêca çiyeee bi devoka behdÎnî/hekarî û hozan serhad jî bi devoka serhedê dinivîse. xwezî yekî jî bi devoka cizîrê bi taybet ya bajaryan binivîsa ;)



2017.05.07-03:44 | endazer

10. sala 1988 de nava 1800 kesî dibe duyem û zanîngeha ege, beşa qonserwatuar qezenç dike. dema zanîngehê de tevgera kurd nas dike. yekemîn berhema wî bi kurdî strana “Batmane Batmane” hûnermend (bnr: hüseyin turan) hevalê wî ê zanîngehê yî. ew û hevsara xwe (bnr: yildiz alpdoğan) diçin çiya. yildiz rê de tê girtin lê hozan serhad diçe. 12 sal û 6 meh ceza didin hevsara wî yildiz alpdogan.



2017.05.07-19:45 | siyabendo

11. tirsik.net ji melankolîya behecî. *

serhedî ye.
her cara tê tirsik.net'ê de xwe tenê dibîne, dikeve nav behra kul û derda. hema ji 4 peyama 3 behsa tenêtîya xwe ya di tirşikê de dike.
hawar hawar! tu ne tenê yî. ev der mala herkesî ye. dema tên dixwazin û dinivîsin.
bêhna xwe fireh bike. serhedyo *



2017.08.20-00:45 | xendekî

12. ji çar peyaman ne sisê, ji çar peyaman de her çar peyaman da jî behsa tenêtiya xwe dike ;)
Lê yê idî îro şûn da bêhnfireh be înşela : )

û melankolîyê hez dike erê, ji ber ku dike nake nikare herdû lingên xwe hev ra têxe tûrikê jiyanê..
pîyekî xwe dixê, yê dinê derva dimîne *



2017.08.20-23:34 | hozan serhad

13. Çendek e ji dûr ve tirşikê dişopînim camêr her tim li vir e qet naçe * Helal bi jê re *



2017.09.08-00:48 | biaqila malê

14. Nivîskarê xwediyê rojniviskeka bi kêf e.
Here lînkê



2017.10.13-17:54 | elaziz izzetpasa camii

15. tirşikvanê ku avatara xwe guhertiye lê nizanim ka haya wî jê heye; niha avatara wî û ya azadixwaz bûn yek.



2017.10.22-21:21 | simurg56

16. van roja dîno mîno bûye.
dixaze bela xwe li her kesî xe.
qarşê nebin *



2017.12.01-03:26 | hozan serhad

17. Serhediyé me ye. Zehf ji hozan serhed hez dike. Xortekî jîr û jehatî ye.



2017.12.01-19:00 | hêvî

18. Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan binivîse.



2019.04.16-08:45 [guhertin:2019.04.16 08:46]| cinorek

19. (bnr: xweza)



2019.04.16-21:20 | brzn

20. Tirşikvanê ku carê hew ew halê min dipirse *



2019.05.01-02:10 | biaqila malê

21. Tirşikvanê ku xuya nake ka çûye li ku derê? Herî dawî 12 rojan berê têketinê kiriye.



2019.12.01-02:39 | biaqila malê

22. neçûye ti cîyî * bes hinekî zêde mijûl e lê ti car tirşîkê bîr nake. Ji ber ku tirsik.net dilêşiya wî a pêşîn e *



2019.12.01-12:17 | hozan serhad

23. Tirşikvanê ku piştî demekê dirêj hebûna xwe bi me da hîskirin. *

Ser çavan hatiye.*

178 mijar û 415 peyam/113696



2019.12.01-12:18 | xelîl

24. Nivîskar, helbestvan û stranbêjê ku îda tirşikê bêriyê kiriye.
Nizanim çima hew dinivîsê.
Loooo hozanooo, de vegere malêêêê.



2020.01.26-22:40 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kêf kêfa min û te ye [2]
Edlê were sibehe yar yeman yar yeman kêf kêfa min û teye dilo dilo...
kêf kêfa min û te ye [1]
(bnr: kêf kêfa xelkê ye)...
kêf kêfa min û te ye [1]
(bnr: keyf keyfa me ye)...
kêf kêfa min û te ye [1]
Jiyan ji te re xweş e....
kêf kêfa min û te ye [1]
Nivîskarekî tirşikê ye. Nizanim çima : ) gava navê wî di navnîşa tirşi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan diyar
» serhad

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî