Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
romantîzma cîgera amedê a kurdan - tirşik
romantîzma cîgera amedê a kurdan
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ew romantîzma ku wek romantîzma çay e. lê ev romantîzm tenê di nav kurdan de tê dîtin. mesela ev çend meh in ji amedê dûr im bi min re jî ev romantîzm çêbû. rast e ê ku cîgera amedê dixwe hew cîgerên din dixwe lê ê me piçek fîşalî ye.



mesela du kes bifikirin ku berî cîgera amedê xwarine. em bêjin yek ji wan an jî her du jî niha li bajar an welateke din dijîn dikarin zû bi zû dest bi vê romantîzmê bikin.



niha hûn bêjin kî niy... çi bûye ji te ez nikarim tu bersiveke bidim. ji ber ku van rojên dawîn rojê pênc caran şûna nimêjê cîgera amedê tê bîra min. ji bona xwedê bila yek ji we ji min re bişîne :/



edît: yekî reşşikeke tûj bo vî peyamî munasîb dîtiye. topa ezmana li te nekeve!



01.04.2016 01:39 ~2016.04.04 01:44 | kurê xelkê

2. Di cî de ye.

Mesele ne tenê xweşiya cigerê ye. Amedî gelek ji cigerê hez dikin.lewma gelek caran soza xwarina cigerê didin hev û bi hev re derdikevin cîger dixwin falan. Ji ber wê jî cîger dibe weke parçeyekê jiyanê.

Ji bo xweşiyê jî dikarim bêjim ku, cîgera amedê bi tu tiştî nayê gûhertin..



01.04.2016 16:16 | brusk56

3. çend roj berê hevalekî min ez vexwendim bo xwarina cîgerê ku tu kêfa min ji cîgeran nayê. hema bi gotin û qewlan xilas nekir xweşikbûna cîgera wê. *



02.10.2018 15:03 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» romantîzma kurdan
» cîgera amedê
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî