Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 83 peyam
hestên ku wexta meriv evîndar dibe hîs dike - tirşik
hestên ku wexta meriv evîndar dibe hîs dike
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rewş û hîsên ku di bin bandora dopamîn û noradrenalînê têne holê.

Dopamînn û norepînefrîn di preoptîk area a hîpotalamûsê de sîsika accumbens hişyar dikin. Ev sîsik jî weke bi tirkî tê gotin "odul merkezî" yanî cihê armanc û pêşbaziyê ye. Îda ji wê pê de armanca mêjî evandî ye. Ji kerbê evandîye, ji kul û derdê evandîyê çi pêşbazî, çi bêaqilî, çi boş û belaşî hebe evîndar xwe dide ber. Dîyarîya mezintirîn nêrîna yarê ye. Ji bo mijgulên yarê aman û neman e . mîna eroînperestîyê ye . mirov dihetike. Mêjî gêjo mêjo , dil şaşo maşo dibe.



Weke guléé gotî, carinan ji xweşiyê di nava yekî de pirpirî difirin, carinan jî hemû êş û kûl û derd û zarzar e.



Netirsihin hevalên evîndar. Ew dopamîn û noradrenalîn çawabe jî wê bikeve û evîndarî biqede.

ji bo wisa evîndarî hetîketî ye.



Çavên xwe veke. Bi vî çavî jî binêre.



02.04.2016 03:58 ~11:27 | gumgumok

2. Hesteke super xweş e. Wek ku di zikê meriv de perperîstank bifire. Her tim dixwaze qala wê/î bike filan, wek çîrokeke bêdawî. Jixwe destpêke de meriv nêzî 2-3 mehan 32 diran digere li derdore *



02.04.2016 09:57 | gulêê

3. mijara ku ji mirov "rewşa nivîskarên jin yên tirşikê ne ti rewş e" dide gotin e. xwedê dawiya me xêr bike, bi hatina biharê ve tev ne tenê kulîlkên deşt û çiyayên kurdistanê, kulîlkên dilê nivîskarên jin yên tirşikê jî vekirine.



02.04.2016 10:50 | nazim tolhildan

4. Kesê/a evîndar xwe dide helbestê (bnr: çarînên nivîskarên tirşîkê)



02.04.2016 11:45 ~11:46 | azad30

5. Ger evandî(maşûk) di beş an jî zanko yek din da be mirov bêseb rojê 5 wexta diçe wêrê. Wax ezê çime pirtûkxanê, wax hevaleke min heye ezê jê pirtûk bixwazim eve hemî hecetin. Armanc dîtin e û dema ku dibîne jî mîna dîna nizane çibike rûyê wî/ê sor dibe kelekel dibe xwûdan dide. Bêyî ku guh bide hevalê/a xwe a ku gelêk(bi hevre) hatîne ji bo her gotinêt wî/ê dibêje erê an jî dibê "hesen te go çi?" hesen jî hêrs dibe û dibêje "law kero aqlê te kîrê ye tu bo guh nadî min" . ....



02.04.2016 12:07 | azad30

6. (bnr: hoşt ji te re)



28.02.2018 23:00 | biruya hayao miyazaki

7. Here lînkê Bi Almanî jî heman yekê wekî "schmetterlinge im bauch fühlen" rave dikin. Yanê ji zikê xwe de perperokan hest dikî. Niza'm, ez wekîlê gotinan im.



01.03.2018 19:18 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hestên meriv
» wexta reza
» merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin
» evîndar im
» dibe ku
» dike vs dikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî