Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dilberê îro seher - tirşik
dilberê îro seher
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteke melayê cizîrî ye. 'ezamet e. carek ji aliyê zubêr salih ve carekê jî ji aliyê diljen ronî ve hatiye bestekirin.



Dilberê îro seher avête cergê min du dox

Yek li sînê yek li dil da lew ji min tên ax û ox



Ax û oxên min ji dil tên lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xwîn û zox



Xwîn ji dil co co rewan tê wek 'eqîq û erxewan tê

Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox



Ew şepala şox û şeng e kafira rom û fireng e

Dame ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox



Zalimê kuştim şepalê nazikê qencê delalê

Bûn hicaba zulf û xalê îdek û 'ala û tox



Netrik û tayên bi rîşî ê di zêr in pê ve wîşî

Min du fêris dîn di pêşî murwe û însafi yox



Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê

Muhbet û 'işqa di Leylê ez kirim yekser pilox



Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Ferhad û Şirînê

Wer ji ber 'işq û evînê min di rê çit ev kilox



Suhbeta çerx û sema tê wek Melê sed mubtela tê

Zemzem û ava heyatê muşterî sed şeyx û şox



03.04.2016 00:57 ~01:04 | terkexem

2. helbesta Melayê Cizîrî ye ku hûn dikarin ji dengê rêşad sorgul guhdar bikin:







03.04.2016 03:46 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilberê îro seher
» îroj tiştekî ku hêjayê qeydkirinê be tune
» seher muêzî

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî