Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; argumanên klîşe yên li dijî îslamiyetê
peyamên çepikkirî

87077. ger xwedê hebe çima me nabîne?, çima ji zilmêre bêdenge? piştî ku xwedê zanibû ezê werim li tirşikê jê xeberdim û herim cehlimê.. xwedê jê razî çima riya min û xwe hewqas dur dike? .....



27.10.2013 00:18 | endazer

87087. (bnr: teoriya werarê)

Em karin li ser kêmasî û rastiyên vê teoriyê bipeyvin, ev tisteke din e. Lê bi quranê kes nikare bibêje xelet e (erê hinek melayên quranî jî ev tişt red dikin bi min ji ber nefsa xwe wisa dikin). Bi dînê serdest ku peyva "afirandinê" ji însanan qedexe dike em nikarin bifikirin. Xweda dibêje : " bê guman min hûn ji mêr û jin afirandin" -ma xwedayê min, qey min pê nedizanî mêr û jin seks dikin û zarok çêdibin? Na mebesta xwedê ev e ku wî hemî tişt afirand. Him ji bo afirandina însan ji herrî, him jibo afirandina însan ji jin û mêr, heman lêkerê bikar aniye. Xeleqe (afirandin). Bi min ayeta (bnr: enbiya 30) jî nîşana werarê ye. Xweda yê ku hêza afirandina xwe bi riya pêxemberên berê, nîşanî xelkên wan daye helbet dikare me bê meymûn jî biafirîne. Welhasil ne kes dikare teoriya werarê li dij îslamê bikar bîne ne jî kes dikare bibêje- xweda li dij vî teoriyê derketiye.



Bi min di navbera afirandina sepanên kompîtoran (binary system) û afirandina wî ya ji hîdrojen-helîûm û vakûmê de zêde cudahî nîne. Lê heger em bixwazin, xweda ji tunebûnê ji me re tiştek biafirîne divê em ji teqînên mezin û ji germahiya cihenmê netirsin *



26.06.2013 22:46 | simurg56