Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di xew re çûna li ser qenepeyê - tirşik
di xew re çûna li ser qenepeyê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştê ku çend sal dawiyê vê êvarê hate serê min. dora di heşt û nîvan de min bi daxwaza xwendina serencama mirinekê xwe li bin betanî rada qenepeyê ya bo du kesan. herî dawî marquez kuçe û xênî disêwirand û demek dawiyê çavên min her çiqas li ser rêzên pirtûkê diherikiyan jî xeyal min serxweş kiribûn. carekî bi êşa stûyê hesiyam ku di xew re çûme û gelek cemidîme û wî halê min a pozîsyona cenînê dilê kafiran diêşand. her derê min işk bûye, dev û hundirê pozê min ziwa bûne û ji ber xwarina êvarê qirpika min hil dihat ku ev çi tiştekî pîs e ya xwedayo. wekî sehneyekî fîlma romantîkan bi betanî rabûm û ew tiştên neyînî min li paş xwe hişt û çûm sê gav dûrî û min xwe avêt singera erdê. qey min digot ev dawiya dilşadiyê ya kurtefîlma min e. lê çi heyf! tew li erdê hewa sar rasterast hatiye pişta min a vekirî. bedena min a fît û seksî bûye bedena xwedayên yewnanî ya ji mermerê hatine şekirin. * dest lê nayê dan, bûye ji qeşayên qutbê. balîfa biçûk a qenepeyê ku dema serpêhatina koçerî bi betaniyê bi xwe re anîbûm, hema mîna mozan bi stûya min vedaye, ez bûme ser-bûmerang. çaw li nav şîlaqê ne, girêz ji devê herikiye û balîfê şil kiriye, mîda min nepîxiye û ez bûme pismama frenkêyştayno. * niha jî xew ji çavên min çû. *



04.04.2016 01:34 ~01:39 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: xewa şêrîn)



04.04.2016 01:45 | kurê xelkê

3. (bnr: xewa bavan) li ber televîzyonê, qomandoyê destê xwe va dizeliqînin û li ser qenepe radizên



04.04.2016 02:17 | bûtîmar

4. xewa ku gelek caran bi dengeke nediyar, weke "rabe... rabe... kuro rabe" xelas dibe ye. dema ku tu radibî, dibînî ku yan dayik yan jî jinik e te hişyar dike da ku biçî û têkevî nav nivînên xwe.



04.04.2016 10:39 | nazim tolhildan

5. Gora qenepe diguhere. Sibehê piranî pişt diêşê û tu nikarî ji cîhê rabe filan.



05.04.2016 21:27 | gulêê

6. Xewa ku bê betanî û lihêf were çûyin dibe sedema qerisîneke bi lerizîn. Êşa piştê jî dibe bonus jê re.

(bnr: true story)



08.03.2020 08:39 ~19:28 | xelîl

7. (bnr: bi xew ve çûna li ser paldankê)



09.03.2020 00:04 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewa bavkuştiyan tê lê ya zikbirçiyan nayê
» çûna çîyê ya endazer
» ser neynûkan reqisîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî