Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh - tirşik
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh
(10) (0) (2)
di mijarê de bigere

33. xwe kembinerîne. ew handane gelle me kemtir dike



01.11.2018 16:54 | tekoser

34. Bişev neynikê xwe jê neke

Bişev porê xwe şe neke

Bişev xwe di ser avê de navêje



27.04.2020 22:14 | afa

35. Xwendina kundan ne baş e.
Ji ber vê yekê ez demek dirêj ji kundan pir ditirsîyam. Hema min kevir diavêt kundên derdora mala me û min berra wan dida.



27.04.2020 22:29 | xabûrî

36. (bnr: baweriya girêdayîna devê guran)



27.04.2020 22:56 | bûtîmar

37. (bnr: biratîya gelan)



27.04.2020 23:03 | merwano

38. Baweriyên ku ji derûdoran hatine hînkirin û qet li ser bingeha wan nehatine fikirîn.

-di ser zarokên biçûk re derbas nebe wê qama wan qut bimîne.

- kî nanê şewitî bixwe wê pera bibîne.

- li ser qedeha çayê ku darikê demê derkeve wê mêvan werin. Heya li gor kinbûn-dirêjbûn û lawazbûn-qelewbûna darik mêvan tê texmînkirin jî.

- di serê mirov de çend heb giroverika por hebe wê ewqas jinê wî çê bibe.

- kî birinca bi binî girtiye bixwe, wê di daweta wî de baran bibare.

- roja çarşemê ser nayê şûştin.

- gava ava kelandî rijand, bêje bisimla.

- nehlê hespa û kevirê biqul ji bo nezerê baş e.

- porê weşiyayî bixe qulika dîwêr.

- êvara înê li ser miriya yasînê bixwîne.

- şipiya avê venexwe.

- nanê sêwiyan nexwe, heram e.

- bi lingê çepê bikeve destavê. Bi lingê rastê bikeve mizgeftê.

- gotina di heşê yekî de berî wê/wî bibêjî, emrê te ji yê wî/wê dirêjtir e.

- li tirşikê mijarê 48 saetan tunebin, nanivîsim.

- ger li tirşikê kesek nenivîsibe, ez jî nanivîsim.



19.02.2022 05:01 | tîrêj zana 21

39. Li gundê me jî derbarê rojên sêşem û çarşemê gellek baweriyên ecêb hebûn. Gundê me koçer e.
Minak, rojekê me deng û mal top kiribû ku em herin çiyayê xwe cihê bihargehê. Erebe hat her debek temam bû lê pîrên gund înat kirin gotin nabe. Wê rojê em nikarin rabinê seferê.
Çiye. Çima nabe. Roja sêşem li me ne. Millet çikir nekir qebûl.nekirin. mecbûr roja pêncşêmê em çûn.
Dibe ku ew bawerî ji ezditiyê mayîbe.



19.02.2022 17:30 | cinorek

40. Gor baweriyekê jî Her şev şeytan dev ji hemû karê xwe berdide, têt yek û yek dimîste rûyê me hemûyan ve



05.06.2022 14:16 | evcebarê pirê

41. Li gorî baweriyeke;

+ we li ser kesekî xwe dirêjkirî qewasd, bejna wî kin dimîne.
+ Ger we xwest vê rewşê sererast bikin, dîsa lê vegerin *



01.03.2023 13:22 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nav
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî