Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê - tirşik
pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Heyama berê ji bo bangdana dawetê dîyarî ji nas û pismaman re dişiyandin , lê mixabin niha ew kevneşopî derbas bû. Ji bedêla dîyarîyê dawetnamê (qerta dawetê) tê şiyandin.



Li ser dawetnameyê nivîsek divê hebe. Ev nivî dibe ku gotinek be,helbestek be,duayek be werhasil.



Nasekî min dixwaze ku tişteki bi kurdî binivîsî.

Gelo bi wê kurdî we a zelal û delal û şêrîn , pêşnîyarîyên we çi ne?



08.04.2016 20:16 | gumgumok

2. ''xwişk û birayên ezîz, heval û hogirên xoşewîst! hûn jî pê dizanin em hej ji hev dikin, çendîn bêyî zewacê jî em bextewar û kêfxweş bin jî ji ber çepelî, qirejî û kurtepistên devê we û nêrînên bi dizîka yên derûdorê, em bi vî hawî zêde nikarin bidomînin, ji bo ku destê me bigihîje hev, awirên me yên seksî meşrû bibe û em karibin bi hev şa bibin divê haya we jê hebe, yanî ji ber devdirêjiya we ya erzan me biryarê zewacê girt, her çi qas qet kêfa me ji we re neyê jî em mecbûr in banga we bikin, te dît, me dawet çêkir û bi qasî barê kerekî pereyên me pê de çûn, loma pêdiviya me bi pere û zêrên we heye, ji kerema xwe re bazinên qalint jî jibîr nekin û di vê roja şapma sapan da ligel me bin''

silav û hurmet



08.04.2016 20:34 ~20:35 | ferhenga şikestî

3. xwişk û birayên ezîz û bi qîmet!

ji ber ku em nikarin xwe bigrin û em nikarin bêyî govend û dawetê biborînin, di vê heyama dojehî ya kurdistanêde em dixwazin hun bên û kêf bikin weke ku hun li oklahamayê dijîn.

nîşe: wê têra xwe govenda şoreşgerî bête gerandin ku kurdistan zûtirin wext azad bibe.



08.04.2016 21:13 | azadixwaz

4. Xuşk û birayên ezîz

Heta niha me çend heb zêr biribê daweta kê, bila xêra xwe wî deynê zêrê me bînin.

Me zar zewicandin qredî miredî kişand û em zehv ketine binê deyn *

Gere hon jî deynê xwe ra sadiq bin.



08.04.2016 21:21 ~21:22 | bûtîmar

5. heval û hogirên meyî qedirgiran

me hev dî û dilda hev niha jî dilê me heye edî em di hevnin.... berîya em di hevnin em dixwazin bidostên xwera govend û dilanekî li darxin vê rewşê pîroz bikin...

tabî nivîs bira li ser qertekî ku ala kurdîstanê zemîn/fon be *



09.04.2016 02:04 | shorbevan

6. Îro yeke xerîb ji min re dawetnameyek tirkî şand û gote biwergerîne kurdî. min jî go wergera wê nabe. Tişteke din bişînim ji te re. Û çûm bêyî ku bixwênim min ev peyam pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê/87464 jê re şand. Hetka me çû *



11.06.2021 15:27 ~15:28 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê
» nivîsên li ser pêşîyên tirşikvanan
» kurdînûs

Kategoriyên mijarê:: jiyan weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî