Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gurçik - tirşik
gurçik
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. organekê laşê mirovan e, cotek jê di her mîrovekî de peyda dibe. mîsyona wê paqijkirina xwînê ye. yanî gava xwîn tê ra derbas dibe tiştên ji mirov ra xerab (pirrê van tiştan ûre ye) digire û dixe mîz û dişîne mesaneyê. bi wî haweyê xwîn paqij dibe. biwêjek jî li ser vê organê heye: min gurçika te xwaro.



17.08.2013 13:27 | bayesar

2. di kurmanciya gewr de ku yek jê serkeftîtirîn bikarhênerê vî zarê qedîm arjen arî jî di helbesta xwe ya bi navê şêrgele de bikar tîne ji bo kesên mêr û mêrxas biwêja gurçik risas tê bikar anîn..



17.08.2013 17:47 | endazer

3. a ku cem me weke gurçîlk tê gotin.



17.08.2013 19:44 | simurg56

4. EW laşê KO DI DAYIKEMIN DE HER TIM DIÊŞIYA.



17.08.2013 19:45 | birahîmê mîrekî

5. peyvek seyr e. qet nebe ji bo keça min.
wê rojê em bi hev re diçûn firinê ku nan bikirin. bêsedem wisa got:

- bavo gurçik çi ye?
+ ev ji kû hat bîra te?
- ez nizanim, hema hat aqlê min gurçik. dizanim tiştekî bû lê nahta bîra min ka çi ye.
+ gurçik navê organekî me ye. te dît min cihê wê ji te re gotibû ya...
- haa, hat bîra min.



19.09.2018 22:13 | simurg56

6. peyva ku rojên nexweş têne bîra min.
Par van çaxan hîn bûbûm ku gurcika min di nava xwe de ji xwe re kevirek mezin kiriye. Qasê findiqekî.
Lê çawa hîn bûbûm ew rewşeke xerabtir bû, şevekê ji nişka ve sanci dest pê kiribûn. Bi şeref mi gotibû ez ê mirim.
Û paşê şikandina wî gurcikî jî derdekî din bû :/
û pir ditirsim ku careke din derkeve.
Ji bo dernekeve gelek bîra vedixum *



19.09.2018 22:17 | gulêê

7. (bnr: dil û gurçik parê keçik)



19.09.2018 22:44 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gurçik

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî