Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
ji bo tusê şerta qedandina xizmeta mecbûrî - tirşik
ji bo tusê şerta qedandina xizmeta mecbûrî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şerta ku ev çend sal bûn behsa hatina wê dihat kirin.

mixabin îro ev şert êdî hatiye erêkirin û ketiye meriyetê. dibêjim mixabin, ji ber ku gelek xwendekaran niha ev 2 sal in mîna heywanan ji bo vê ezmûnê xebitîne, wê ji ber vê şertê nekarin bikevin beşên ku dixwazin. (ya rast wê bikarin bikevin azmûnê û derek qezenc bikin lê wê neçar bimînin ku pêşîn herin 1-2 sal di dewletê de bixebitin)



di eslê xwe de bi ya min tiştek wisa pêwist bû. lê berî kirina tiştek wisa, diviyabû berî 2 salan hatina wê bihata ragihandin ku mirov planên xwe li gorî wê bikin.



ez piştgiriya vê guherînê dikim, ji ber ku ji bela tusê, xwendekarên salên 5-6ê tibê, tu tam ji xwendina xwe jî ji jiyana xwe kî nastînin. çawa ku derfetek bibînin, direvin diçin pirtûkxaneyê û heta 12an dixebitin. 1-2 heta carina 3 salan wisa ye.

qaşê sala 6. ya tibê ji bo prtaîzekirina zanînên xwe ye, lê hemû xwendekar ji bo ku dersê bixebitin, ji pratîkan direvin û diçin pirtûkxaneyê.

ji ber vê yekê xwendekar gelek tiştên teorîk (heta carina ji xoceyan zêdetir) dizanin lê di pratîkê de nikarin tansiyonek jî bipîvin.

ji ber ku bar gelek giran e, ji jiyana xwe jî tu tamê nastînin.

niha, qet nebe dikarin hay ji pratîkên xwe hebin, sala xwe ya 6. mîna betlaneyek derbas bikin. herin dest bi karê xwe bikin, pere jî qezenc bikin û li gorî keyfa xwe şev û roj dersan bixebitin.



14.04.2016 14:58 | simurg56

2. Xibera ku hemûû heviyên min şikandine.



14.04.2016 15:05 | bêhna_piştî_baranê

3. Nûçeya ku bi min tiro viro ye.

Tiştek wisa nayê kirin bi ixtimaleke mezin. Di nûçeyê de dibêje wê bikarin bikevin ezmûnê û wê bikarin li derekî bi cî bibin lê ji bo despêkê divê mecbûrî xelas bikin.

Tiştek wisa wê ji me çomezan re gelek gelek xerab be. Weke mînak wê yekî li ortopedî kar bike lê wê nekaribe despê bike. Wê demê em ê her û her bimînin çomez *



14.04.2016 15:17 | brusk56

4. Nîşana derdestbûna osym ye. Lê çi sûcê întornan heye.



Ez weke simurg56 nafikirim. Va em dibînin ku zanîngehin (Marmara ) weke bijîşkikî çomez întornan dişuxulênin. Lê zanîngehin jê ( çapa, Cerrahpaşa ) destûrê didin întornan ji bo tûsê û bi wan naşixulin. Ev ne ti adalet e Heke hemû întorn bi agirê van zanîngehan bişewitin .



( vêga hun ji vê nivîsa min fêhm dikin. Min bi xwe tiştek jê fêhm nekir (:



14.04.2016 16:00 ~16:01 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» xizmeta şecereyê ya e-devletê

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî