Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; li dêrê
peyamên çepikkirî

103245. wek li jor jî hatiye gotin, novel li ser çîroka bilindê zaxoyî ava bûye ango bi tenê behsa çîroka zaxoyî tê kirin ku dotmam û samanthayê karakterên dî ne, nivîskar bi tenê li zaxoyî guhdar e
novel şêweyeke cuda ye, ne bi qasî çîrokan kurt e ne jî bi qasî romanan dirêj e, di navbera her duyan de asê maye.
ya rastî min zimanê hesenê metê eciband lê min çîroka hanê neeciband, têde her gav demagojî hebû, perîşaniyeke qlîşe hebû ku hama bêje di sedî de 90 mijar û hunandina pirtûkên kurdî bi vî rengî ne.
divê behsa zimên bikim ku hesenê metê xwedî kurmanciyeke fesih, herikbar û lihevhatî ye. yanî çîrokên hesenê metê ne xweş bin jî kurmanciya wî ya xweşik rê dide ku meriv xwendina xwe bibe serî
ez pêşniyaz dikim, jixwe meriv dikare di saetek û nîv de bêyî ku jê eciz bibe xelas bike,



08.06.2013 14:50 | simurg56