Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
li dêrê - tirşik
li dêrê | 2011
Nivîskar: hesenê metê | kurdî | roman | 74 rûpel

bilindê zaxoyî û nivîskarek kurd yê bakurî, li welatekî ewropa bi awayekê li dêrekê hev dibînin û dinasin. ji bo nivîskar, serpêhatiyên bilind, ji dêr...
li dêrê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê yek novela ango romana kurt a hesenê metê ku bi serkeftî û şarezayî hatiye nivîsandin e..

pirtûk bi qasî 74 rûpel e..mijar di destpêkê heta dawiyê herikbar e, ziman jî baş hatiye bikaranîn..

bi rastî meriv di xwendinê de tamê xwendina pirtûkên memed uzunî radibihisîne..

Nivîskar siftê serpêhatiyên bilindê zaxoyî piştrê jî ya xwe û samanthayê vêdibêje ku di destpêke de ji hev cuda dixûyin lê di dawiya pirtûkê li hev girê dide..

ku ber bi dawiya pirtûkê bendewar bûm ku lehengên novelê ku yek nivîskar bixwe ye careke bihevşin lê...xwezî têkiliya lehengan di asta piçikandinê de nedimayibûya, nivîskar şayesandina çend dîmenên hevşabûnê jî bikirîbûya..

belkî nivîskar di rastiyê de jî qasî lehengê pirtûkê melankolîk û girêdayî dermanên antîdepresanê...



17.04.2016 00:05 ~00:29 | havka

2. pirtûka ku çi tesadûfek ecêb e ku ez ji vêga dixwînim. dema mın xelas kir ez ê fikra xwe bêjim lê wek pirtûkek xweş xuya dike.



17.04.2016 19:40 | simurg56

3. heftemîn pirtûka hesenê metê ye. lê ne weke jor hatiye gotin, e; pirtûk tenê behsa çîroka bilindê zaxoyî dike. çîrok hemû ya wî ye. nivîskar tenê lê guhdar e.

min ji pirtûkê zêde hez nekir. ya ewil, çîroka bilind, têra xwe klasîk bû û ji xeynî hinek hevok û teswîran, çîrokê qet bala min nekişandin. ji aliyê din ve weke her karê kurdan ev çîrok jî tije ajîtasyon û bedbînî bû. dilê me reş bû ji van çîrokan. tu ji kîjan penaberê sûrî bipirsî, jixwe wê ji we re çîrokek ajîtatîftir û bedbîntir bêje. ji bo afirandina senaryoyek wisa, qet fikirîn ne hewce ye yanî.

tiştek din ku di pirtûkê de min îrîte dikir jî ev bû: temam me fêhm kir, nivîskarê rastîn (hesenê metê) ne kesek oldar e, ji xwedê bawer nake û ji dînan hez nake û dixwaze van rexneyên xwe li lehengên romana xwe bide gotin; lê ev rexne û şîroveyên di derbarê dîn û baweriyan de, gelek lawaz bûn û hema bêje di her rûpelekê de hebûn.

min ji 6 pirtûkên din yên hesenê metê yên berî vê pirtûkê, 5an xwendibûn, heçko ew xweştir bûn û ev teqlîdeke wan bû. welhasil min ji pirtûkê zêde hez nekir û 70 pûan danê.



20.09.2017 19:55 ~19:56 | simurg56

4. wek li jor jî hatiye gotin, novel li ser çîroka bilindê zaxoyî ava bûye ango bi tenê behsa çîroka zaxoyî tê kirin ku dotmam û samanthayê karakterên dî ne, nivîskar bi tenê li zaxoyî guhdar e
novel şêweyeke cuda ye, ne bi qasî çîrokan kurt e ne jî bi qasî romanan dirêj e, di navbera her duyan de asê maye.
ya rastî min zimanê hesenê metê eciband lê min çîroka hanê neeciband, têde her gav demagojî hebû, perîşaniyeke qlîşe hebû ku hama bêje di sedî de 90 mijar û hunandina pirtûkên kurdî bi vî rengî ne.
divê behsa zimên bikim ku hesenê metê xwedî kurmanciyeke fesih, herikbar û lihevhatî ye. yanî çîrokên hesenê metê ne xweş bin jî kurmanciya wî ya xweşik rê dide ku meriv xwendina xwe bibe serî
ez pêşniyaz dikim, jixwe meriv dikare di saetek û nîv de bêyî ku jê eciz bibe xelas bike,



13.12.2017 14:35 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî