Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
couchsurfing - tirşik
couchsurfing
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Melpereke ji bo gerokan e. Slogana wan "stay with locals and meet travelers" e. ( li ba niştecihan bimîne û gerokan nas bike) Here lînkê

Piranî ji aliyê kesên ku ji gerê hez dikin û nexwazin zêde perê xerc bikin tê bikaranîn. Piştî endambûyîne tu dikarî bibe host-hostess -kesên ku tên li mala te dibin mêvan- an jî tu dikarî kesên ku ji derve tên re ji bo çayêkî an jî xwarineke hevdîtineke eyar bike. Gellek kes hatin û min ew li derdora tarlabaşı gerandin û bûn mêvanê me. Ji bo kesên ku dixwazin pratîk bikin ji bo ingilîzi, ispanyolî filan û behvan pir baş e. Dema ku ez çûm (bnr: albanîa) ez li mala hevala xwe ya ku me ji vê malpêrê naskiribû mam. Û niştecihên wî welatî wira baştir nas dikin û rêyê baş şanî mirov didin ji bo xwarinê, mayinê, çûyînê blabla... Dema ku min xwest ji Albanîayê herim Makedonya hevala min rêyeke xweş ji min re got û ez ji wira çûm, wekî din got li derdora Tîranê eşqiya hene hey ji xwe hebe filan.

Wekî din malbata min jî gellekî hînî kesên xerîb bûn. Rojeke hevalekî -ji Couchsurfingê me hev naskiribû- min ji Ingilîstanê hati vira û ji bo firavînê bû mêvan. Qet ji bîr nakim. Diya min got ka navê diya wî bipirse. Min jî pirsî û Ben got navê diya min Rosalinda ye. Diya min ev nav bihîst û got çiqas navekî xweş e. Bawerim diya min cara yekem navekî wisa xweş û xerîb bihîstibû. Hê jî di bîra wê de ye û hin caran dibê "ma ew ê zerik -Benjamin wek zerika hêkê zer bû- çi dike filan.



17.04.2016 11:51 ~11:57 | gulêê

2. Min bi saya wê malpera gellek mirovên hejayê biyanî nas kirin. Gellek caran ez li mala wan bûm mêvan.
Îro jî min li mala xwe yê li koreya başûr sifte kesek kir mêvan. Ew kurdek e. Bi kurdî ji min re peyam şandiye, nebû ku min red bikira.



28.12.2018 16:44 | cinorek

3. malpereka kêrhatî ye lê divê meriv daxwaz û prensîpên xwe bi awayeke zelal diyar bike ku paşê nekeve rewşeka xerab. Bo nimûne, heke nexwazî ku mala te bi aliyê keseka/e sexist, goştxwar, cixarekêş niza'm çi û niza'm çi ve bê dagirkirin, divê tu sêrî de bibêjî "wale bavo ez gulan dixwazim/ jixwe ez jî gul im" , erê mesele ev e ha *



31.12.2018 13:33 | jifêzagorda

4. Malpera ku ji bo kesên ku divên welatên xerîb bigerin lê naxwezin pere bidin hotêl motêlan re hêsaniyek pir giring dide.

Min li gelek deverên ewropayê ev sepan emiland û zehv kêra min jî hat û şîroveyên zehv xweş jî min stand. Pêşniyarê herkesek ku dixwaze hem pere nede xelkê û hem jî mirovên nasbike re dikim.



31.12.2018 22:03 | xelîl

5. malpera ji bo dîtina çand û jiyana biyanîyan gelekî hêja ye. ji gera min a ewropa wextê herî hêja bi wan re derbas bû. wekî din gerr tenê dîtina deran e. Ya rastî ji bo dîtina jiyana wan diçim malên wan. dema çûm belgrad ez li mala yekî mala wî ji belgradê 55 km yan dûr ve mam. min jiyana wan li mala wan dît. xwedîkirina berazên wan, erdên wan çîrokên wan. loma mayîna li mala couchsurfera hezar qatî ji otelan çêtir e.

Ez wê wek otela belaş nabînim ji ber ku ez jî mazûbantiyê dikim *



22.12.2019 20:37 | berxweda

6. malpera ku kê aqil kiribe helal be jê re. bi rastî jî fikrek gelek baş e.
elbet li cihên weke ewropa. li tirkiyê mirovekî nenas, hûn ê çawa bistînin mala xwe û şev li mala xwe bikin mêvan. wele ez bi xwe newêrim.

beriya 7 salan saxiya serê vê malperê min ji xwe re 2-3 heval dîtibûn li stockholm'ê. saxiya yek ji wan, min odeyek kirê kir li xaniya ku lê dimîne. ên din jî bûn dostên gelek hêja.

min hinek nivîsên referansê felan jî standibû di profîla xwe de. piştî ez vegeriyam amedê min xwest hinekan bikim mêvanê xwe lê qet ew derfet çênebû an jî sedem xemsarî bÛ a rastî.
çend caran biyaniyan ji ewropa peyam avêtibÛn lê min piştî çend mehan dîtibû felan û bêvan.
welhasil rûpelek pir xweşik e. him ji bo mêvan kirinê him ji bo mêvandariyê.



23.12.2019 00:18 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» couchsurfing

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî