Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 20 peyam
    zimanê statîc - tirşik
    zimanê statîc
    (4) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. zimanê statîc ew e ku di lihevanîna peyvan de obsiyonel nîn e û stûna wî ya bingehê ji ber tradîsyona wî gelek hişk e..

    zimanê kurdî yek ji wan zimanan e..

    gelek sedemên vê rewşê hene, ezê nebêjim her kes pê dizane loma ne hewce ye binivîsim, ji ber ku ev entrya ewil a vê mijarê ye û dişÊ rê li ber niqaşekê veke..

    di nava kurdan de kurdiya nivîskî berbelav nebûye, axaftina kurdî ji bêjingekê derbas dibe û peyv û hevokên herikbar ên axaftinê ji bela qutbûna têkiliya van her du xîmên sereke yên zimên, ji hev dikeve, teşeyeke nû digire. loma meriv dikare bêje zimanê nivîskî û yê axaftinê ji hev gelek cuda ne.

    dema ziman para xwe ji pêvajoya perwerdehiyê bigire, term, têgeh û têgînên ji pêvajoya ha, dikeve li ser zimên û bi awayekî kolektîf bandora xwe li ser axaftinê jî nîşan dide. hemî termên bi rÊya perwerdehiyê kemilî, bi hêsanî tên bîrê û cihê xwe zexîm dikin. termên zimanekî bi vî hawî avakirina hevokê û lihevanîna vegotinekê hêsantir dike.

    kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye, ji pêvajoya hînbûna sîstematîk bêpar e loma avakirina hevok û teşeyên vegotinê hew li ser pişta edebiyatê maye, edebiyata kurdî bixwe hewldanên şexsan e, ne ku geşedana xwe bi rêya unîversal û kollektîf temam kiriye. loma statîc maye.



    dinya her ku diçe ji hêla fîzikê ve bi saya serê globalîzasyon û teknolojiyê piçûktir û tengtir dibe lê ji hÊla raman û ma’nen ve mezintir, berfirehtir û kûrtir dibe. Hemî geşedan û hêmanên dinyayê xweyî term û têgehan in, her amûr, bername, îcad, fikr û îdeolojiyên nû yên avabûyî, pÊwîstî bi îfadekirin û sembolkirinê tînin ango wexta tiştekî were afirandin, were dîtin, were hilberandin û pêş herin ji bo fÊmkirinê bi xwe re peyv, gotin û têgehên nû tînin, binavkirina wan bi pirranî ji hêla zimanê ku wî tiştî afirandiye an îcad kiriye an jî pêşve biriye, tê kirin, zimanên dî yan bi mantiqa zimanê xwe ji we re navekî nû lê dikin yan jî rasterast ji wî zimanî digirin. Piştî demekê her ziman ên fermî û pêşketî bi karkirinê têgehên hanê dixin nava zimanê xwe û li ser wan têgehan bi awayekî unîversal disekinin. Hîn dibe ku têgeh bixwe bi zimanekî dî be lê bi saya perwerdehiyê ji xeynî navê têgehê, hemî tiştÊn dî yên bi têgeha hanê ve girêdayî, bi zimanê gelê xwe ku wê têgehê kûrtir û berfirehtir kirine, dibe.



    zimanê kurdî di vê heyema pêşketî de di nava gundan de asê ma, loma negihîşt rihê vê serdemê û ji afirandinê ya bi zimanê resen bêpar ma. Ji ber wê ye ku dema meriv bi kurdî hevokeke li ser zanîstiyê ava dike, diterpile. Ji ber wê ye ku lihevanîna peyvan ji bela bêparbûna hînbûna bi pergal ya zimên, zor û dijwar dibe, ji lew hê akademiyên me nîn in ku li ser beşên cur bi cur yên doktrînan bisekinin û mirovên zana yên karê xwe têbigihîjînin û bi rÊya wan geşedanekê di nava civatê de belav bikin..



    problemeke dî ya kurdî ev e ku têkiliya wî bi zimanên dî re qels e. Ango zêde nedaye û nesitandiye.

    bi tÊkiliya zimanan danûsitandineke sûdemend pêk tÊ. Her ziman hîpotezek e, bi rêya danûstinadinÊ bandorê li ser hevudu dikin pÊ ve qalik û qalibên teng ji kirasê xwe diperçiqînin . Carinan meriv nikare di nava zimanekî de lîqayî vegotineke taybet ya aîdî beşekê an tiştekî dî were, loma hewcedariya xwe bi zimanekî dî tîne. ev danûsitandin bi rêya akademî û wergeran ve çÊdibe. Dema akademiyeke zimanekî di hevokekê de an jî di îfadekirinê de nêçar bimîne bi awayekî pisporane ji zimanên dî alîkarî digire. Rewşa zimanê kurdî ne wek li paragrafa jor e, ji ber qedexebûna xwe û nebûna akademiyan li ser pişta şexsan têgehên nû tên peydakirin. Danûsitandineke bi darê zorê ye loma encama wê kambax e... di nava kurdî de kitêbên wergerandî gelek kêm e, bi qasî tiliyên destan e. Loma hevokên xwe ji zimanên dî bi hawî mantiqa kurdî negirtiye û nekiriya nava forma xwe, hevokên xwe bêtirî ji ber nekarîbûna îfadekirinê bi awayekî dezenformekirî ji zimanên dî bi mantiqa zimanên dî bi rengekî qels û lawaz girtiye. Loma peyv, gotin û hevokên ji zimanên dî hatine girtin pirr lokal mane û geş nebûne. Geşnebûna hevokan jî rê li ber rewanbûna axaftin û nivîsandinê digire.



    ji ber hin sedemên dî yên min bi xwe de nedîtin binivîsim, kurdî statîc maye..



    2016.04.18-18:39 [guhertin:2016.04.18 18:40]| ferhenga şikestî

    2. kurdiya bakur, geh kurmancî geh zazakî, erê statîk in û li televîzyon û rojname û hwd statîkbûna xwe bi eşkere rê didin, tu nikarî li wek wan di jiyana xwe ya rojane de bipeyivî. lê kurmanciya ku li başûr têt peyivîn, gelek herikbar e bi ya min. geh li k24 û geh rudaw, astengên ku li peyama ewil hatiye rêzkirin, di axaftinê wan de nexuya ne. ev hinekî be jî qey ji ber normalîzekirina zimanê ye. lê helbet têgihên nehevpar, cudayetî derdixe û fêmkirina wan zehmet dike. (carinan dibêjim na ne herikbar e, spîkerên van televîyonan, bi rastî jî bir zû dipeyivin lê hîn min biryara xwe neda* )



    asoxî mîna abdullah keskin* li kovara noktayê gotiye: kurdî xwe ji qirkirinê xelas kir, lê belê hîn ne yê ragihandina jiyanê ya normal e. mixabin.



    2016.04.19-01:02 [guhertin:2016.04.19 01:04]| biruya hayao miyazaki

    3. Mijareke pir girîng e. Hêvî dikim bêhtir werê fêhmkirin. Min jî tam fêhm nekirîye.



    Rast ne rast nizanim, lê li gorî min ;

    Zimanê ciya min herikbar û nerm e. Weke vexwartina avê xweş û şêrîn e, diherikê. Ne statîk e.

    Lê zimanê mamosteyên enstîtuya kurdî hişk û statîk e.



    2016.05.10-11:01 | gumgumok

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    amişk
    zeviya ketê ya ku cara duyemîn tê durûtinê ra dibêjin amişk. ji bo çê...
    dêran
    Çalakiyek Bi alikariya bayê û ji sûdwergirtina cudabûna giraniya genim...
    "ezîz"bûna navên hemû zavayan
    li amedê jî navê hemû zavayan zava ye. di dawetê de dibêjin: "kî ...
    celadet elî bedirxan
    nivîskar,zimanzan, sîyasetmedar, rewşenbîrê kurd û xizmetkarê zimanê k...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zimanê zikmakî
    » static scope

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî