Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
ji bo hezkirîtiyê profîla di hişê tirşikvanan de - tirşik
ji bo hezkirîtiyê profîla di hişê tirşikvanan de
(20) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ewilnîşe: ez li ser sernavê fikirîm û min ev sernav baştir dît.



ew profîl e ku mirov li gorî wê ji hinekan hez dike û dixwaze bi wan re bibe hezkirî/dilgirtî/dergîstî êdî hûn jê re dibêjin çi. Mînak kesek ji jinên porkur hez dike lê ji bo ku bixwaze bi wan jinan re dest bi têkiliyekê bike, dê li hin taybetmendiyên wan jinan binere. Mesela gihîstîbûn, axivîna xweş, jidilbûn filan filan û bêvan... Ev taybetmendiyên ku tên xwestin bi gelemperî ne pêkan in lê dîsa jî mirov dikare ji hinekan tavîz bike. Bi vî awayî xwestekên herî pêkan dimînin û dibêje temam e ev jin/mêr tam li gorî min e.



madem min mijar vekir. ez ewil hinekî qala profîla ku dixwazim bikim. Ji ber ku mijar tenê profîl e, ez ê qala tiştekî din nekim..

1. divê gihîştî be: yanî divê bizanibe ku çi baş e, çi nebaş e, divê mirov li ser çi bipeyive, li ser çi nepeyive û hwd. ev taybetmendî ji derve weke taybetmendiyeke hêsan xuya dike lê ev di jiyana rasteqîn de ne wiha ye. hin mirov hene ku bûne 30 salî lê hîn nebûye 20 salî û ligel vê mînakê jin mirov jî hene ku di 20 saliya xwe de weke 30 salî ne.

2. divê polîtîk be: ev mijareke hinekî tevlihev e. qesta min a polîtîkbûnê ew e ku divê li hember ev zilm û zordariyên ku li ber çavên me tên kirin bikaribe bisekine. Tevlibûna mîtîngekê, meşekê, nîqaşekê bes e ji bo polîtîkbûnê. Ji bo min mirovên saf-apolîtîk ji mirovahiyê ketine.

3. divê jidil û durist be: ji bo min jidilbûn û duristbûn ji eşqê jî ji seksê jî girîngtir e. Ligel ku îmana min ji derewan dihere, dixwazim îmana hevala min jî ji derewan here. Jidilbûn jî ne ew pêşkêşiya qaşo-jidilbûnê ye..

4. divê şêrîn be: Xweşikbûnek zêde ne şert e lê şêrînbûn pir û pir girîng e. Di vê navberê de îmana min ji pozbilindan jî diçe.

5. divê ne hesûd/dexes be: Hesûdî jiyana mirov diherimîne dike ziqqûm, tu nikarî li derve bi rihetî gavekî bavêjî.

6. divê ne fêhmkor be: Divê mirov bikaribe pê re bipeyive. Ravekirina vê taybetmendiyê hew ev e.

7. divê şêwazeke wê ya xweş hebe: Ez difikirim ku şêwaşa min baş e di nîqaşan de. Lê dema ku ya/yê li hember ba'rîn/qêrîn bike, çend têlên min kêm dibin, dîn dibim. Bila sakîn be, bikaribe guhdar bike!

8. divê ne kîndar be Ku kîndar be, jihevveqetîn pêkan nabe. Dixwazim ku piştî veqetînê jî em bikaribin bibin heval. Ku sedemên veqetînê ji holê rabe, dibe ku dîsa dest pê bike.

9. paşgotin: Ev taybetmendî li gorî min pêkan in.



Dawînîşe: ji kerema xwe re qariş min nedin. bihêrs im. ji aciziyê min ev hemû nivîsandin....



sererastkirin: "a"yek lê zêde bû..

lêzêdekirin: ev mijar mijareke wiha ye ku herkes dikarin tê de binivîsin. Min tenê ji bo xwe venekir. îro dîsa weke klîşeyekê ev mijar di navbera min û hevalê min de vebû, me dîsa weke herkesî xwestekên xwe ji hev re gotin. îşev hate bîra min û min mijar vekir. Tu derdê min û eyarkirina jinekê ji vir tune ye. Bila di dilê tu kesî de pîsîtî tune be. Ku hûn wiha fikirîbin, xêra xwe hinekî li ser başbûna xwe bifikirin û xwe sererast bikin!



22.04.2016 01:04 ~01:22 | mergehez

2. Mijara ku ev karîkatur anî bîra min. Here lînkê



22.04.2016 01:15 | gulêê

3. Mijara ku xortên ku ji keçên Kurdan derb xwarine derdixîne meydanê. (:



22.04.2016 01:21 ~01:35 | gulêê


5. profîla ku dema ji yekî zewicî were pirsîn, ji bo selameta xwe, neçar e ku taybetiyên jina wî be. *

- divê zêde ne dirêj be

- divê çavên wê rengîn bin

- divê bi kurdî bizane û hwd.



24.04.2016 08:32 | simurg56

6. di sêrî de divê baş be. ji ber ku: "eger jina te baş be, tu yê bibî bextewar; eger jina te ne baş be, tu yê bibî feylesof" (bnr: sokrates)



25.04.2016 17:07 | nazim tolhildan

7. profîla ku meriv her çiqas kûrahî li ser bifikire jî dawiya dawî bi dest nakeve ye.. *



12.05.2016 21:49 | rûbar payîz

8. Hemû profîl, lêbelê divê vê taybetîyê hebe bira profîla însana lêbe.. ne ku ez hewqas ketime û ne ku li erdê mame * ji xwe dilê min tune ez dînîtîyek wdsa bikim lê carna neletiyê şeytan tê di zixtîne min jî ez çima vira bikim dibê; "...gidîlolo...mal şewityo çima tu keçek naynî di gunde malek avanakî... qey tuyê wekî bahçeli wareş herî * û carna jî tê dibê tu jinek bînî tê çi xwelîyê li serê xwe bikî..? lê ez herdû şeytana didim alî dikebim cîhê wan ez dibêm zarok ji minre lazimin kêfa min ji wanre tê jiber zarok sebrin kêfin hemû heval û hogir dê û bav.. bimrin ezê kî lidora xwe bibînim..? û gelek cara jî difikirim dibêjim ev dinya gelo hêjaye ku meriv zaroka lê zêde bike û lê bije ? ji bû niyanê jî dilê min qet tune bizewicim * werhasil wekî hevalekî digot ji van welatanre gelek vatan xayînî lazimin ydgh yps ypgypj pêşmergeyan qelandin eleman lazimin* bi zewicin bi dilek rihet kurdên bi însaniyeta xwe serbilind bi afirînin.. mijar zêde belav dibe kes tune berhevke paşê hewqas bese me digot çi herî dawî profîl profîl ha bira por kej be bejin dirêjbe nav qendîlbe bêsimbêlbe * lêvên wê wekî pelên gulabin hingivîn bin yanaxên wê yên ahmedî bin û kerema xwera wekî elegez nînbin êzê kêf xweş bibim *



12.05.2016 23:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» hişê çêkirî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî