Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 49 peyam
kovara k - tirşik
kovara k
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji kovara min a zaroktiyê bû. tê bîra min, ez dora 130 hejmara vî kovarê hevdabûm. hîn li mala bavê min disekine.



k, li roja îniyê derdiket û çawa ez ji dibîstanê derdiketim, diçûm bufeyê û bi radikal kitap ve hejmara nû ya k'yê dikirîyam. ji ber vê, hîn û hîn roja înî ji bo min gelek xweş û watedar e, her çiqas ev salan in ez radikal kîtap nekirîme jî...



berê tena serê xwe derdiket, dawiyê bû pêveka rojnameya tarafê ya roja yekşemê. bi xwe piştî hejmarên 130yan hêdî hêdî dev ji kirînê berda bûm û dawiyê jî weşana wê hat rawestandin.



rûpelsazî, bikaranîna wêne û xemilên vê kovarê mîna xeyala min a hatiye çêkirin bû. wê bê texmînkirin navê kovar k'yê herfa kitap a tirkî bû. nivîs û rexneyên roman û çîrok û helbestan û jînenîgariyên afirînerên wan didan weşandin ji aliyê pisporên navdar ên wêjeya tirkî ve. berî her tiştî li wê demê tenê lîrayek bû bûhaya wê. lîrayek ji bo xwendekarekê lîseyê ya ji malbateke feqîr be jî, di hefteyekî de dihat pêydekirin ku li wê demê ti carî ji bo min "xerçliq" nedihat dayîn ku li cem wan rebanan jî tune bû. car din jî bavê min a delal hindik ji min re vê kovarê nekiriye... nostaljî, ji bo min k ye...





23.04.2016 00:26 ~00:30 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara hêvî

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî