Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gund - tirşik
gund
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ez li bajêr ji dayik bûm, li bajêr mezin bûm. bi xwe dê û bavên min ên gundî nelet li gundan û jiyana gundiyan dikirin. tunebûnî, wehşetî, hovitê, dijminahî, ceheltî û têgihên din ên wate neyînî, kengî mesela gund vebe, ji devên mezinên min derdikeve. ji ber vê jî di teheyula min de gund ne tiştekî xweş e. lê car din jî, li cem hevalên min ên li gundan mezin bûnin, bêriyeke ecêb diket hişê min. a rastî bajarên min jî ne tu bajar in. getoyên bi paş mayî ne. rûh gundî, edet û nêrîna dinya gundî ne, lê hinekî be jî, têkiliyên merivan bajarî ne. gengaz e ji ber vê ew bêrî derdiket holê. dibe ku di nav tirkbûn û kurdbûnê de, cihê îdeal bû...



her wiha:

ok. *



24.04.2016 01:17 ~01:19 | biruya hayao miyazaki

2. Derekê bifikirin li hemû deran ax heye, axa sor û ya reş. Kevir , lat, zinar jî li dehmnan hene. Di beharê de hemû hawîdor şîn dibe. Bêhna giyê, gulîlkan, bayê hînik ; bi hezaran cûreyên ajalan xalxalok, çirçirok, marmarok, gumgumok, buka mara, kêvjal, cobir, pirpirîk, kîvroşk, çûk, qaz, ordek, elokê mêrxas, mirîşk, mih, bizin, golik.... ;



Şirsira ava cemidî, bi lingan bikeve nav avê de, pêl zixurkan bike, bi destênn xwe masîyan bigire, ...



Bi dengê bangdanê bazdê nimêjê. Civat,civîn, analîzên di derheqê nûçeyên radyo û televzîyonê de ....



Ji feqîrî,ji tunebûnîtî hemû kes weke malbatekê arîkarîyê didine hev.



Bi pîyê tazî pêl axa hûr bikin. Bacana sor gez bikin, şbeşekî bişikînin, ji ava kehnîyê vexwin...



Xwe hilde serê dara tûya,tûyên mi û wekî dimsê bixwin...



Hemû zarok hevalên te ne. Ji şeveqê heta êvarî bêsînor bilîze.



Hesûka bihesikîne,şoqilê lev bide hev, şoqila ga, şoqila mara, şoqila çûka...



Penîrok, şîrik, giyayê ber çeman,..



Di şeveqa buharê de here ji nav dexlê bilbizêk û nergizan lev bide hev...



Evqas û sed carî bêhtir tişt dewlemendîya gunda ne. Ji bo zarokan qurçikeke cinetê ye gund.



Mirov heta bêrîya bêhna sergîn û tepikên gund jî dike.



Divê hemû zarok herî kêm pêlekê li gund bijî.



Bedena mirov ji betona bajaran bêhtir li gorî axa gundan e. Heke feqîrî û fitne nebe,gund xweştir û çêtir e .





25.04.2016 04:29 ~04:36 | gumgumok

3. mijareke baş e kû meriv 10 peyamên xwe pê tije bike.



25.04.2016 13:32 | serdem herdem

4. Te gotin ku peyva gund a kurdî bi kent (bajar) a tirkî we heman peyv in.
Kent ji zimanê sogdî derbasê tirkî bûye. Sogdî jî weke kurdî zimanek aryanî ye.



07.10.2021 16:12 | cinorek

5. gundên ecêbnav/129636
û
ava/132043
û
/136281



07.10.2021 17:31 | ezcan

6. Devera ku nuçe zû belav dibin. Mînak filankeso biryar da ye ku tiştekî bike dema dikeve nav gund wî digrin û di derbarê biryara wî de diaxivin. *



07.10.2021 17:43 | rodem

7. Tenê ji bo gerê xweş in, ew jî ne hemû tenê yê ku xwezaya wan xweş e. Mînak derdora wê daristan, çemên ku 4 demsal diherikin û hwd.

Wekî din tu xweşiya wê tune, ne xasim qala mirovê gunda bikim, piranîya wan hê mîna homo sapiens in.
Wek ku min got piraniya wan, ne ku herkes divê wilo be. Ez bixwe jî ji roja roj gundî me, lê qet kêfa min ne ji mirovê wê re û ne jiyana wê re tê



27.02.2023 16:30 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gundên kurdistanê û navçêyên girêdayî wan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî