Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 24 peyam
    çarînên baba rasteqîn î amedî - tirşik
    çarînên baba rasteqîn î amedî
    (5) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. 1.çi şevek sar û tarî

    ji asîman tenahî barî

    ey dil ka evîna neçarî

    gelo yê bê vê carî



    2.çavê evîn kor

    nabîne derdor

    dibîne xewnên mor

    bi kelecan difire jor



    3.ey dil , derkeve ji qefasa sing

    bifire ser asîmana evîn

    lê binêre her yek stêrk bûye cîlweyek evîn

    bigere di nava gerstêrkên hêsirên yarê



    4. min heval dît ne hevhal

    min delal dît ne dilhal

    evîn cîh negirt bê mahal

    dil qêrîn dike ,lal û bêhal



    5.dilê min mîna teyrêbaz bû

    difiriya ser asoya evîn

    her dem li neçîrek digeriya

    lê pê hayil nine ku ev bûye neçîra evin





    2016.04.24-18:53 | azad30

    2. 6.bi dîtina navê te

    ziman ber bi peyva tê

    dil bi hesta tije dibe

    lê hemêz bi valahî ya te dinale



    7. li derî ket teq req

    got ez qeder

    derkeve der

    diyar be kî şêr kî ker



    8. dil ji dil dur

    veqetin mîna şur

    tenahî birîna kur

    çîrokên evîn cur be cur



    9.evîn cana di nava can

    rihê di nava rih

    çavê di nava çav

    hişê di nava hiş , gelek bi êş



    10.ez dehî rojperest im

    wan her du çavên te

    li kuderê bizîvire wira bergeha min e

    bi vebuna çavên te sibê , bi girtina çavên te şev dibe





    2016.04.24-18:53 | azad30

    3. 11.ax evîn bê te ez mîna mûmik dihelim

    her çiqa dihelim ronahiya îlham didim

    di nav dilê evîndarên veqetî

    lê dawiya min vemirandin e



    12.gelo çiye jiyan

    tev dide di nava siyan û biyan

    dipirse kî û kîjan

    deng nayê ji dil û wîjdan



    13. dengê giriyên te tê guhên min

    hilma hêsirên çavên te tê pozê min

    bîhna êşa te digihêje dilê min

    veqetin ji te hat lê qedandin ji min bû



    14.heta tu di dilê min be ma dilê xwe derxînim

    heta wêneya te ber çavê min be ma çavê xwe derxînim

    heta dengê te li ber guhê min be ma guhê xwe jê bikim

    heta hebûna te di nava hebûna min cîhgirtî be ma xwe tûne bikim



    15.gelek bûha ye dem

    diherike wek çem

    têde tevlî kêf û xem

    geh li dûr geh li cem



    2016.04.24-18:54 | azad30

    4. baba rasteqîn î amedî, ji gundê îngîcîya sur a amedê ye. li gorî rîvayetan sal a 1983 an de xwedê wî şandîye ser rûyê cîhanê. rasteqîn di warê zimanê erebî, farisî de dikare 2 3 kelama bike û etîmolojîya peyvan bike. Di warê zimanzanî yê de têgehiştîye. bi dereceyekê mezin di 2 3 zanîngehên stenbolê xwend lê ji ber ku pergala perwerdehîya zanîngeha rûhê wî yê azad bêhnçîk dikir lewma xwendina xwe xilas nekir.

    çarîna dinîvîse û nivîskar ê tirşik.net ê ye û li mêrsîn ê dijît.



    2016.04.24-19:09 [guhertin:2016.04.24 19:32]| azad30

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.24-20:04 [guhertin:2016.04.24 20:04]| rasteqîn

    6. Rasteqîn î amedî her wiha nefsbîçûke jî. Û ez bi çi awayî henekan nakim tenê peyva "baba" latîfe ye ya rastî nazîre ye bo baba tahir uryan wekî din di her tiştî de cîddî me. ê willah camêr pir serkeftîye ger serkeftî nebuya eda qet nakevime vê mijarê. Her kî bûye sebep ku rasteqîn çarîna nivîsîye xwedê jê razî bît ku buye sebebê geşbûna wêjeya kurdî her wekî bi gotina edîtora kovara wêje û rexne yê ew zehf bi şans e*



    2016.04.24-20:36 [guhertin:2016.04.24 20:38]| azad30

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    reşbelek
    memî got: "apo, mal ava be li ser serê xwediyan û kurane îkramê ...
    miradê kinê
    Nizanim çima lê dema ku em hemû xwîşk, bira, dê û bav tên ba hev mijar...
    tabloyên ressamên herî navdar ên dîrokê
    (bnr: louis wain)
    (wêne: http://www.tirsik.net/wene/w/yen_din/l...
    mijarên ku mirov dizane gulê vekiriye
    Mijara ku îhtimal heye poz li kesek bilind bike, wê qure bike, faş bik...
    language exchange cafe
    Li hinek welatên biyanî cihên wûsa pir in. Kesên pir zimanî li vêr k...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çarînên nivîskarên tirşikê
    » baba tahirê hamedanî
    » rasteqîn
    » amedî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî