Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
ku ku ku îda heta kû ! - tirşik
ku ku ku îda heta kû !
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirsgrêkike mezin e ku Bi Piranî bikaranîna ''ku'' yekî aciz (adiz) dike.

Birastî jî Pirsgrêkike mezin e. Di zimanê devkî de mirov aciz nabe lê di zimanê nivîskî de ku ku ku îda heta kû.



Miho naxwazê zêde bikar bîne, lê birastî jî gelek caran divê ku hebe.



Ez bawerim dema ku kurdî li ser pîyên xwe sekinî û bû xwedî sazîyen xwe ( mîna Türk Dil Kurumu, milli eğitim bakanlığı. , . . ) wê zimanzanên kurd dest bavêjin vê pirsgirêkê jî. Heta hingî kî ma, kî nema...



25.04.2016 15:02 ~15:03 | gumgumok

2. nûdem hezex jî di kovara zimanê kurdî kanîzar de serê xwe bi vê pirsgrêkê êșandiye û li ser meqaleyeke dûvdirêj nivîsiye. Bêhna min çikiha lê gotara wî xilas nebû. Va min çend hevokên wî li xwar nivîsiye. Gotar bi tevahî di kanîzar hejmara 10. de ye.


CUDAHIYA EDEBIYATA DEVKÎ Û EDEBIYATA NİVÎSKÎ
PEYVIKA “KU”
Nûdem Hezex


Cara ewil "Ku"yên di pirtûka "Erdên Bihûştê yên Winda" de bala min kişandibûn. Hejmara wan ez şaşwaz kiribûm. Di heft hevokên rûpela yekê de 17 "ku" hebûn.


ku"ya di edebiyate devkî de gelekî tê bikaranîn, çima di dengbêjiyê de xwiya nake?
Bi vê pirsê ketime rê. Min du cildên Antolojiya Dengbêjan yên Şaredariya Diyarbekirê çapkirî bi dest xist û
di nav klamên dengbêjiyê de li "ku" yan geriyam. Gelekî balkêş bû, di kurteçîroka jiyana dengbêjan de "ku" li
hev diketin lê di klaman de yek ji bo dermên a bibe nimûne xwiya nekir



Di kitê ba Kaniya Stranan ya Yaşar Kaplan amadekirî de nêzî 700 stranên kurdî yên
di 700 rûpelan de "ku" qet nehatine bikaranîn. Yek jî bo nimûne naye wê xwiyî. Ev kitêb çavkaniyeke bi
zanistî hatî amadekirin û, ewle ye.



Pirs: Çima em "ke" ya farisan an jî soraniyan ya cinavk û pêveka xwedîtiyê di pişt cinavk û pêveka
xwedîtiyê yên bi kurdî bi kar tînin û dubare dikin?
-Di klamên dengbêjiyê de "ku" li pişt a, ê û ên tên bikaranîn?
-Na
-Çima di zimanê edebiyatê de heye?
-Nizanim wele. Çima?
-Sedema vê Ehmedê Xanî û Meleyê Cizîrî ne.
-Çawa? Çi elaqeya wan bi vê mijarê heye?
-Wiha bêjim ezbenî. Gava tu şaheserên wan yên orjînal dixwînî tiştekî fêm dikî?
-Kêm
-Çima?
-Ez ji kû bizanibim çimaya wê?
-Ez bibêjim. Wan li medreseyan karê zanistiyê kirine. Zanistî û îlm bi zimanê erebî û
farisî xwendine. Ji ber vê ji zimanê gel dur ketine û zimanekî tevlîhev bi kar anîne. Kesên karê
edebiyatê dikin jî ew ji zimanê xwe re kirine bingehên û bi gelek awayan şopandine. Lê belê
dengbêji li ser koka xwe, li ser zimanê gel şîn bûye û jiyana xwe domandiye. Dengbêjiyê ziman
sosyalîze kiriye û gihandiye vê demê.


Piştî wê rojê kengî min pirtûkek an nivîsarek bixwenda binê "ku"yên tê de min xêz kirin û
hijmartin. Min dît; Ji Ehmedê Xanî, Meleyê cizîrî ve ta Erebê Şemo"ku" ya bi qewlê Celadet Bedirxan "Ko" di edebiyata kurdî de bûye peyveke sereke û hinbihin weke vîrûsekê di zimên de cihê xwe xwirt kiriye û belav bûye.



05.02.2017 22:10 ~22:12 | gumgumok

3. hebûna ku'yê gelek normal e ji ber ku 'ku' jî di nava kurmancî de heye, ji bela ku kesinan jê eciz dibe em nikarin ku'yê ji kurmanciyê biavêjin.

rast e carûbaran wexta zêde were karanîn meriv eciz dibe, di paxşanên wergerê de zêde tê karanîn, ji ber ku zimanên wekî tirkî, îngîlîzî, farisî hwd... zimanên serdest in, herikbar û teşegirtî ne, lê hevoksaziya kurmancî hê jî bi çarlepkan ber bi herikbarî û standardîzayonê ve diçe. di zimanên serdest de pirsgrêka hevoksaziyê nîn e loma hevokên wan zimanan li gorî berhemendiya nivîskêr dirêj dibin û dibiiiiiin. lê kurdmancî ne wisa ye hê hevoksaziya kurdî, xwe baş saz nekiriye loma jî wexta hevokeke dirêj tê wergerandin ji bo ku hevok bête dirêjkirin ku tê karanîn.



06.02.2017 13:41 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» îdan amedî
» heta kefa destan reş nebe tama devan xweş nabe
» kûçikê ku bi lingê xwe ê paşîn we şer dike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî