Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
bersîsê abîd a feqîyê teyran û faust a goethe - tirşik
bersîsê abîd a feqîyê teyran û faust a goethe
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di wêje û hûnera cîhanê de mijarên berheman, yek ji girîngtirîn pîvana berawîrdkirina berhema ne. Carna di wêje yê de, hûnerê de heman mijar dibe tê behskirin ji alîyê 2 wêjevanên cuda ve. Lê gelek caran wêjevan bê hemdê xwe li Ser heman mijarê radiwestin. Ev mijar carna dibe evîn carna dibe hêvî carna dibe êş û keder û carna dibe berxwedan û nîhayet carna jî dibe şerê navbeyna însan û şeytan ê. Belê me gotibu feqîyê teyran ê kurdîstanî û Johann Wolfgang Von Goethe yê elmanî. Her du wêjevanên giregir û binav û deng di berhemekê xwe de li Ser heman mijarê sekinîne bê ku haya wan ji êkudu hebin, li Ser şerê însan û şeytanê sekinîne hinek cûdatî hebin jî di navbeyna wan de mijara bingeh heman tişte. Faust a goethe li hemberî mephîsto ango şeytanê hêzdar derdikeve û wî/ê dixapîne. Bersîsê abîd a feqî de çîrok wiha ye rojekê şeytan hemu dicivin û biryar didin ku bersîsê abîd ê bixapînin û di nav xwe de şeytanek erkdar dikin da ku bîte bela serê bersîsê abîd. Lê ez dawîya bersîsê abîd nabêjim ku belkî hinek heval bixwînin. Mabesta min ewe ku ez balê bikişînim li Ser wî tişta ku min serî de behs kirî. Ango di wêjeya cîhanê de Ser rawestandina heman mijarê. Evîn, şer, berxwedan ev cure mijar normalin ku bibin hevpar lê şerê di navbeyna însan û şeytanê bi rastî balą min kişand loma min xwest ez parve bikem. Mînak mem û zîn a ehmedê xanî û romeo û jûlîet a şekspîr nêzîkî hev in û ev jî tiştek normale lê bersîsê abîd a feqê û faust a goethe bivê nevê teorîya Carl gustav jung a bi navê "arketîp " tîne bîra mirov. Yanî li gorî teorîya arketîpê di cîhanê de çand û jîyana mirovan çendî cûda bin jî binhîşa wan xeyalên wan heya mît û mîtos ên wan dişibin hev ango mijarê hevpar zehf in. Ez bawerim jung jî heq e...



Nîşe: bila Hevalên me yê êzîdî ji kerema xwe ra xelet tênegehin şeytan a vira ne şeytan a êzdîyan e ya bisilman û îsewîyan e. *



25.04.2016 21:28 ~2020.01.01 17:47 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» bersîsê abîd a feqîyê teyran û faust a goethe
» faust
» goethe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî