Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xeyalên tirşikvanan - tirşik
xeyalên tirşikvanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:xeyalên tirşikvana
(34) (6) (1)
di mijarê de bigere

2. Xeyalên min xeyalên ji rêzê ne. Di serî welatek azad. Dawiyê karek baş ku ez karibim jiyana xwe bidomînin. Ne feqîr ne dewlemend. Wekî din sihhet , malbat , zarok hwd. Lê dîsa dibêjim berî her tiştî welateke azad. Ji bo ku gedên min wekî min nebin kole , wekî me li bin siya dagirkeran mezin nebe.



26.04.2016 11:29 | biaqila malê

3. Li Kurdistana azad, Zanîngeheke de mamostatiya dersên zimanzaniyê.



26.04.2016 11:51 ~11:52 | gulêê

4. Şemzînan a colemêgê di gundekêde avakirina malekê û di sînorÊn malê de îlankirina kurdîstan ê. ezê nav bostanê xwe de ala kurdîstanê bilindkim. WİLLAH yarîya nakem ezê İNŞALLAH VÎ XEYALA XWE bînim cih.



26.04.2016 11:59 | azad30

5. hin ji wan xeyalan jî yên min in. gelek in lê yekê bêjim.

Kurdistana azad ku neteweperest, oldar û fêmkoran nahewîne. Tenê bi vî awayî evqas ked dê ji kîsê me neçe û em ê bigihêjin mirada xwe. Kurdistaneke neteperest çi ferqa wê û ya tirkiyê tune be. Dîsa gel dê yobaz be dîsa gel dê ji xwe ne razî be û dîsa dê newekevî û aşitî tune be. lewma dev ji vê bobelata neteweperestiyê berdin, berê xwe bidin başiyê, wekheviyê..



26.04.2016 12:11 | mergehez

6. ma xeyalen min ne yekin hezarin



26.04.2016 20:21 | rojê

7. kurdistan, azadî, astrofizîk, edebiyat, lêkoler, eşq û wîskî...



26.04.2016 21:09 | ceso

8. wekî her kurdekî dîtina kurdîstana azad,

û bibînim hemû kurd/mirov bihevra alîkarin, xeyala herî mezin ez dixwazim bi hemû mirovan bidim zanîn yanî bi serê wan yê hişk bixim bibêjim; em tev wek hevin, ev şer û pevçûn ti wateyek jêre tune li vê dinya pûç û vala dev jê berdin kî dixwaze bira îpella be kî dixwaze bira bi çarşev be... lê ez zanim ku xeyaleka ne pêkane ezê ku ez bibînim *



27.04.2016 16:29 | shorbevan

9. ji nigê xwe yê pêxwas ra cotek gorê rîs bibînim *



28.04.2016 00:02 | pêxwasê amedê

10. netewedewletekî yekpare û serbixwe û di cîhanê de azad bi navê ''Kurdistan''. Ev dewlet li ser rûyê Marsê be jî min qebûl e. bes bila me li der û deverekê dewletek heebe ku hema şerefa me rizgar bibe! Em li vî halî şerm û fihêt û bênamûsî ye.



25.02.2017 12:28 | lawkegoyi

11. Niha memûrî ye *



08.12.2017 00:51 | bûtîmar

12. ji bo betaliyê demên dirêj hewce dikim. di xeyalên min de wan demên pîroz bi tevger û şixûlên pîroz xemilîne: di kuçeyan re derbas dibim û di bin darên şîn re. di sibehekî yekşemê de. yekşemeke qasî 15 rojan dirêj e. ev çi sibeheke xweş e ku dê were. hema niha hatiba min ê wê hemêz kiriba û li ser çongên xwe dabama rûniştin û lêvên wê yên sor maçî nekiriba. ji ber ku berî vê demê miheqaq me yê kebabekê tûj û tije pîvaz xwaribana. bêhna pîvaz pir fena! *

(bnr: heqê betaliyê)

zêdeyşin: ma ne xeyal e. zanyarên swîsreyî hema bira pîvazên bê bêhna genî biberhemandina... *



10.01.2018 23:17 ~23:20 | biruya hayao miyazaki

13. Xeyala mirovekirind
tiştên ku tirşikvan jê ditirsin/116142
Kuro law çi fantaziyên te hene *



11.01.2020 20:12 ~20:12 | gumgumok

14. Rojekî dewlemend bibim ez dê kargehekî ava bikim karker û rêvebirên wê divê hemu kûrdîaxêv bin
Bi hatinîyê vê kargehê jî dê qursên zimanê Kûrdî bên vekirin
Tîştê ma jî dê li gelê me yê welatparêz ,feqîr, ji warê xwe koç kirine werin belavkirin



11.01.2020 22:15 | tîrêj zana 21

15. ez ê weşanxanek û çapxanek vekim. çi wergêrên kurdan hebin, li dora wê kom bikim. ez ê bêjim wergerînin ûlen !! çi kitêbên ku hûn karibin ji zimanên din (ji bilî tirkî) wergerînin. tabî ez ê wana têr pere jî bikim. ez bikim ku tekane karê wan ev be. te dî xeyal e..



11.01.2020 23:56 | yusiv hemed

16. Jiyana xwe ya mayî bi wê perperoka narîn ra bijîm. Tiştek din naxwazim. Xeyal û xewn û rastîys mîn ev e gelo.



12.01.2020 00:02 | xelîl

17. Dibêjim qey xeyal dema tên gotin pêk nayên an efsûneke wan namîne. Ya min jî xeyalek heye ku hingî bi xwe hisiyame bi min re ye lê her ku wext dibihûre ditirsim ku ev xeyala min bi min re here gorrê *



12.01.2020 00:29 | xeyda

18. galîleyên (xeyal) min ewqas mezin tûne ne
lê yê hene jî ev in
-di axaftinê kurda de peyvên biyanî nemînin
-gerdÛn agahîyên zanyarî ji çavkanîyÊn kurdî fêr bibin
-li zankoyÊn kurdî gelÊme perwerdÊ bibînin
-ji alîyê zanyarî de kurd ji gerdûnê re bibin çavkanî
-di welatÊ azad de kurd teknolojÎya bilind bifiroşin welatÊn pÊşdeçÛyÎ
-di welatÊ xwe de bi awayekİ azad bigerim

heke evÊya jÎ bibÎnim ez çavvekirÎ narım;
-di pÊşbirka futbolÊ ya gerdÛnÎ de kurdistan Û rom bÊn pÊşbeRÎ hev Û kurdistan wan ji hev bixe,wan dagire,heşÊ wan bistÎne

(bnr: berde bin te erde)



07.02.2020 16:06 ~16:05 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeyalên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî