Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; serhed
peyamên çepikkirî

88759. ka ez kêjanî bibêjim ? tenê navê wê têra kelecanê heye:



behra wanê, berfa bilîsê, bûka gelê min çîyayê sîpanê yê warê evîna sîyabend û xecê, çîyayê agirî yê cihê şergele ya, deyşta mûşê, bazîd û ahmedê xanî, misk û feqîyê teyran, agirî û dengbêj şakiro, karapatê xaço, nîzamettîn ariç, panos û hozan serhad, mûş û delîl dîlanar...



keledoş, nanê tendûrê û masîyên şor û savar, girara esrê, paletî . . .

xwezî gulmek huzûr û aramî jî bidana meriv ku me têr mirazê xwe welatê xwe ra bikira..



26.10.2013 23:54 | endazer

94299. li ser deşta milazgirê re çiyayê sîpan hefteyek ewil destpê kir xwe bi berfê va xemiland. Qey te yê bigota tûwala hunermendekî bû û xêza destpêka berfê bi qelemê va hatibû xêzkirin..

berf, 1/3 ên çiya pêça bû û çiya di nav sûka panosê de gellek baş xuya dibu.



niha ev çend roje şilî dibare û sar e, bo serhedê ev dengê pîyên zivistanê ne.

dibên îsal yê zêdetir sar be û zivistanê jî zû destpê bike.

gel jî hêdî hêdî amadehiya zivistanê dike.



lê ev serma hê jî çinge çinga dewetan re nebûyê pirsgirêk *

sibê heta êvarê bagîyê hoy bagîyê.. *



26.10.2013 23:54 | endazer

102575. îsal hê berf nebarîye nav bajar û navçeyan..
hersala van çaxana berfê her der dorpêç kiribû..

hindik maye..
sîpan û glîdaxê fistanê spî li xwe kirine..
berf bere bere nav zozanan ra berjêrê jêrê dibe.
milet haziriya xwe kiriye; masiyên şor, tirşîn, kelem, kartolên çehlkirî, şûşeyên turlî, kundir, fasûliyên zihakirî, komir, darê şewatê, (êzing), kincên zivistanê, qoçix, bot, goreyên rîs (bi devoka serhedê: gorê rîs )
, Patîk, çûyîna xwazginiyan ên dawiyê, debar ji bo heywanan; ka, kuspe, ceh, qûtê mirîşkan, nizanim çend ton komir, dar, sergîn, sobeyên agir û sobeyên ceyranê, sûaxkirina dîwarên malan, saxlemkirina ser banê avayîyan, kontrolkirina pace, borîyên sibê û dûkêşê..
sîh torbe ar, çar debo rûn, sê torbe şekir, çar torbe savar, birinc, pîvaz, kartol, kelem... çend ton kuspe, ka.. rêyên gundan ê çend meha girtî bin..
hazirayî temam e.
her kes li benda berfê ye.


xweza.. ?
qey tê bêjî îsal dilê xwezayê tineye xwe hazirê zivistanê bike...
Daran belg nîv nîvî daweşandin.
hine qîha ji nû ve şîn bûn.
nava rojê
Bihareke xapînok rûyê axê radimûse.
lê êvarê heta şefeqê, şefeqê heta ber destê nîvro,
Demsal Hişyarîyên zivistanî dide xwezayê..
dibêje hoyy!
ez îsal dereng têm lê hişê xwe hilde serê xwe û xwe rind amade bike!
ez ê werim..



26.10.2013 23:54 | endazer