Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
temaşekirina fîlmên yeşilçamê - tirşik
temaşekirina fîlmên yeşilçamê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Temaşekirina ku her temaşe dikim ji klîşeyan kena dimirim e.

Qasê ku kena min tê ji wan hez nakim jî, her replîkek de zimanê zayendî heye û jinê piçûk dibîne. Mesela vesikali yarim de mêrik ji jinikê re dibêje;

-senin parandan bize ne Sabiha?

Wehş kurê wehşa yê te perê ye, yê jinikê çi ye? Ayy ev quretî û poz bilindiya mêran ku ji jinekê pera nagirin min dikuje. Nebe nebe, naxwe ji nêza bimire.



Replîkeke din jî ev e;

-Evinin kadını, çocuklarımın anası olacaksın.

Welle çi azadî ma çi jî tişteke din. Jin kire xulam.



26.04.2016 11:29 ~11:34 | gulêê

2. çalakiyeke beredayî ye. lê bila kes xwe nexapîne, em hemû her tim temaşe dikin. hin fîlm hene ku min dehan caran temaşe kiriye. bi taybetî fîlmen kemal sunal û İlyas salman. wekî din dema ku fîlmên Cüneyt arkın, kartal tibet, ediz hun, kadir inanır, ferdi Tayfur û hwd. temaşe dikim, ji ber bê mantiq bûna diyalog û senaryoyên wan fîlman bêhemdî xwe pê dikenim. her çiqas hin sehneyên fîlman trajîk be jî, nikarim xwe bigirim û dikenim.



27.04.2016 15:15 | nazim tolhildan

3. fîlmên ku di nav wande yên bi kalîte jî hene tên temaşekirin lê meriv dehbare bike meriv dikare bibêje nexweşin, pirahiya wan jibû zarokanin.. dema meriv nû temaşe dike xweşin lê gava meriv deh cara jî temaşe dike dîsa xweşin lê ev jê dernakeve ku serketîne mînak hinek fîlmên cüneyt arkın min berê temaşe dikir min xwe hinda dikir.. niha ji kena dimrim jibû bikenim temaşe dikim *



27.04.2016 17:04 | shorbevan

4. ji bo min temaşekirina fîlmên şaban e. li fîlmên din yên yeşîlçamê hez nakim. helbet min jî di wextê xwe de li gelek fîlmên yeşîlçamê temaşekirine, îro tenê yên şaban xwe dikarin li min bidin temaşekirin. jixwe replîkên piraniya fîlmên wî ji ber dizanim. di jiyana rojane de jî carina bi kar tînim. ger mirovê li hemberî min vê yekê fêhm bike, em dizanin ku em her du jî heyranên şaban in û em dikevin sohbeta replîkan.



wê rojê min erebeya xwe li otoparkekê park kiribû. dema em hatin erebeya xwe bixwazin, me dît ku erebeya me danîye li pişta hemû erebeyan. yanî bûbû erebeya ku derxistina wê herî zehmet e.

mêrik ji me pirsî: erebeya wekîna bû?

ez: ew a li pişt hemûyan.

mêrik: yapma yaw, gitti bizim lahmacun fırını! (na lo, nexwe ji destê me çû firina lehmecûnan)



ev replîk di fîlmeke şaban de derbas dibe. dema şaban hemû pereyan davêje rûyê axayê gund, şîrikê wê şener şen vê replîkê dibêje.

dema zilam wisa got, gelek kenê min û keyfa min hat.



vaye ew replîk:



27.04.2016 19:57 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî
» fîlmên ku mijara wan nazî ne

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî